Pirsa sereke ya ku Holloway di piraniya berhemên xwe de li ser disekine, wiha ye; divê çawa "em" di raman û pratîkê de, ji tora têgehên sîstema cîhanî ya ku di nav aloziyên binyatger de, wekî Covid-19, gefên wêranker ên avhewayê, rengên hegemonya serdest, hiyerarşî û otorîterîzmê xelas bikin?

Gelo derfet heye ku em cîhaneke cuda bêyî ku em bikevin nava tora sîstema heyî, ava bikin? Her wiha gelo peyamên tevgerên siyasî yên ku xwe li dijî nimûneyên klasîk nîşan didin, wek tevgera kurdî li Rojava-Bakur-Rojhilatê Sûriyê, tevgera Zapatîsta û tevgerên din ên civakî çi ne?

John Holloway ku di projeya xwe de xwe dispêre dînamîzma tevgerên civakî û rêbazên nû yên têkoşîna li dijî sîstema heyî, di nava wêranî û tundiya li Rojhilata Navîn de, hêvî di tevgera Kurdan û nirxandinên Ocalan de dibîne. Holloway naxwaze bi wateya romantîkekî xeyalperest piştgiriya xwe bi şoreşa Rojava û têkoşîna Kurdan re nîşan bide, lê di çarçoveya rexnegerirî û diyalogê de piştgiriyê dide şoreşê. Piştre, çawa li hemberî rewşên dijwar ên li pêşiya şoreşa Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bisekine.

Di vê çarçoveyê de, Holloway çawa têkoşîna Kurdan û nirxandinên Ocalan nas kir? Gelo dê nimûneya Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam bike bê ka li ser nakokiyan were sekinandin û nîqaşkirin? Gelo nakokî di navbera çîna pêşeng û rêveberiya civakî ya demokratîk de çi ne? Ev pirs û gelek pirsên din em ê bi rêya Navenda Kurdî ya Lêkolînan, ji zanyarê civakî John Holloway pirs bikin.


Cîhad: Pandemiya Covid-19 ku aloziyeke herî sereke ya dema niha ye, em ê ji wê dest pê bikin. Weke hûn dizanin ku pandemiya Covid-19 bi serê cîhanê de hatiye, di encamê de nîjadperestî, tundî, mêtinkarî û zilm bi awayên cuda zêde bû. Her wiha di belavkirina vaksînên Koronayê de, nîjadperestî (Dewletên dewlemend tenê dikaribûn vaksînên Koronayê bi dest bixin) bi awayekî mezin li dijî bindestan û kesên hatine paşguhkirin çêbûne; kesayetên cur bi cur, jin, kedkar, penaber û herêmên hejar. Gelo em ê bi rêya tecrubeya Covid-19 çi ji sîstema kapîtalîzm fêr bibin? Her wiha texmînên wê der barê vê yekê de çi ne?

Holloway: Ji bo min ev pirseke pir zehmet e. Ez dibînim ku ev aloziya kapîtalîzmê ji du aliyan de ye; a yekê, bi baweriya min pandemiya Covid-19 bi rastî gelek xeternak e û encama wêraniya hevsengiya di navbera mirov û rengên jiyanê yên din de ye. Ev wêranî jî, encama hewldana sermayeyê ya bi destxistina karê ye. Pandemiyê rastiya wêraniya civaka ku em têde ne dike. A duyemîn, divê em bibînin ku ev pandemî di aliyê bandora xwe de, aloziya kapîtalîzmê ye, nexasim bandora wê ya aborî. Beriya aloziyê, piraniya aborînasan digotin "Aloziyek dê were, lê em nizanin wê kengî were, lê wê aloziyeke pir mezin be". Pandemî bû sedem ku alozî zû çêbibe. Aloziya vîrusa Koronayê beşeke mezin ji dînamîzma kapîtalîzmê ye. Tiştê diyar niha ew e ku tedbîrên siyasî yên ku dewletên cuda girtine, ji aliyekî ve dixwazin sînorekî ji vê pandemiyê re deyînin û ji aliyekî din ve jî ji vê pandemiyê sûd werbigrin da ku serweriya dewletê li ser civakê zêdetir bikin. Bawer dikim ku ev yek di hemû cihan de, bi rêya pêşketina çavdêriyê tê kirin.

Di dema niha de, pêkanîna tedbîrên ku dewletê ferz kiriye, bûye mijareke balkêş. Lê beriya her tiştî, ez dibînim ku qebûlkirina tedbîrên ewlehiyê, vaksînê û li xwe-kirina maskan, rengek ji rengê hevgirtina civakî ye. Em vê yekê ne tenê ji bo parastina xwe dikin, lê belê ji bo parastina derdora xwe jî. Ji bo min ev mijareke pir giring e. Tişta ku em dikarin texmîn bikin ku ev alozî wê me bixe rewşekê ku zehmet be em pêşbîniyên wê zanibin. Di du salên borî de, gelek kes bêhêvî ji ber hejarî, windakirina dahata, xizim û hevalan, hwd, bi wan re çêbûne. Bi texmîna min ku di encama vê yekê de, wê teqînên mezin di nava civakê de çêbibin, bêguman ev yek rewşa niha ya tê de rave dike, nexasim li Ewropayê. Lê zehmet e mirov girîngî û bandora van teqînan pêşbînî bike.

Cîhad: Bi rêya vê bersivê, te vîrusa Koronayê bi aloziya ekolojiyê ve girê da. Lê gelek rewşenbîr û siyasetmedar hene dixwazin van pirsgirêkan bi rêya dewletê çareser bikin. Te bi xwe di gotareke xwe de ku di kovara ROAR de hatibû weşandin, ev nêzîkatî rexne kiribû. Gelo em ê çawa bikarin li pêşberî aloziya ekolojîk bisekinin bêyî ku em pişta xwe bidin saziyên dewletê?

Holloway: Ev pirs cewherî ye û mezin e jî. Me encamên Lûtkeya Avhewayê ya Glasgowoyê (COP-26) dîtin. Ne bawer im ku aloziya avhewayê di hundirê sîstema kapîtalîzmê ya niha de, were çareserkirin. Eger em bi Marx û nîqaşên wî yên qanûnên karhgehan û sermayeyê bifikirin, diyar dibe ku sermaye ji aliyê têkbirina karkerên ku pişta xwe didê, bi sînorê xwe re nakok e. Lê di çareserkirina vê yekê de bi ser dikeve. Tevî ku neçar e, rojên karkirinê kêm bike. Di baweriya min de, em di rewşekê de ne ku pêşeroja kapîtalîzmê û mirovahiyê ji ber aloziya ekolojiyê, bi gefên wêraniyê re rû bi rû ye. Gelo em dikarin vê pirsgirêkê di hundirê kapîtalîzmê de çareser bikin? Wekî kesayet, ne bawer im. Eger di civakekê de armanca sereke qezenckirin be, ne pêkan e ku aloziya avhewayê çareser bike, madem ku em bawer in pere dînamîzma qezenckirinê ye. Bi gotineke din, di hin rewşan de em pirsa çawaniya xelasbûna ji sermaye û pere, bi awayekî lezgîn re rû bi rû ne.

Di vê rewşê de, texmîn dikim ku bersiva em ji tevgera kurdî, Zapatîsta li Meksîka û gelek tevgerên din digirin, ew e ku em bi xwe li hemberî vê rewşê bisekinin bêyî ku em pişta xwe bidin dewletê. Bi rastî jî, divê em xwe, kirin û rêbazên xwe yên taybet di pêşketina têkiliyên cuda bi xweza û rengên din ên jiyanê de, bi pêş bixin. Bê guman ev nêzikatî cewherê ramana ekososyalîzm û ekofemînîzmê ye. Divê ev xebata me beşeke sereke di têkoşîna guhartina cîhanê de be. Mijar ne tenê xelasbûna ji sermayê ye, lê belê girêdayî veguhartina têkiliyên me bi jiyanê ji rengên din re ye.

Cîhad: Te di pirtûka xwe ya bi nave ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê’ de, gelek têgeh ji nû ve pênase kirin; wekî "kar" li hemberî "xebatê", "hêz" li hemberî "serweriyê", "nasîna ji bo" li hemberî "nasîna li ser", her wiha têgeha şoreşê. Te di pirtûka xwe ya bi navê "Kapîtalîzmê Ji hev bixe"ev mijar pêş xist. Dixwazim bizanim ku bandorên siyasî û felsefîk ên ku hiştin hûn ji nû ve bi şoreşê bifikirin, wekî rêbazekê pê rabin bêyî ku desthilatdariya dewletê were bidestxistin an jî di hilbijartinan de bi ser bikevin? Her wiha girîngiya vê yekê di karîgeriya şoreşgerî de çi ye?

Holloway: Beriya ez ji bîr bikim, dixwazim tiştekî bêjim, beriya ku bersiva pirsa te bidim. Wê pirtûka min Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê bi zimanê erebî di nava vê mehê de derkeve. Ev ji bo min gelekî bi nirx e.

Cîhad: Ev nûçeyên pir xweş in. Bawer dikim ku dê ji aliyê gelek kesan ve were pêşwazîkirin, nexasim xwendevanên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Tiştê dizanim berhemên wê hîna bi zimanê erebî nehatine çapkirin.

Holloway: Em vegerin ser pirsa te. Ez heta sala 1991’an li Brîtanya û Skotlandê mam. Diyalogên me yên mezin der barê dewletê de hebûn. Çavkaniya vê diyalogê vedigere "Guftûgoyên dariştina dewletê" ku wê demê ji Almanyayê derketibûn. Rêbaza ku me fêm kiriye, dewlet şêweyeke ji şêweyên sermayeyê ye. Ev ji bo me tê wateya ku em nikarin dewletê ji bo têkbirina kapîtalîzmê bi kar bînin. Piştre di sala 1991’an de ez çûm Meksîkoyê. Dema ku serhildana Zapatîstayê dest pê kir, ez li wir bûm. Ji destpêkê ve gotin "Em naxwazin dest deynin ser desthilatdarî û dewletê". Mijar ne bidestxistina desthilatdarî ye, lê belê ji nû ve avakirina cîhaneke nû ye. Diyar e ku ev nêzikatî bi diyalogên me yên teorîk ên ku me li Brîtanyayê nîqaş dikirin, li hev dikir.

Cîhad: Gelo "Marksîzma Vekirî" (Open Marxism) rolek di vê yekê de lîst?

Holloway: Bawer im erê. Ji bo me "marksîzma vekirî" di rastiya xwe de hewildana vekirin û rizgarkirina kategoriyên marksîzmê ye. Her wiha fêmkirina van kategoriyan wekî têgihîştinên têkoşînê ye. Bi rastî mijar ne tenê têgihîştina li metayê derveyî tiştan e û ne wekî rengek ji rengên hegemoniyê ye, lê belê wekî rêbazek ji rêbazên têkoşînê ye. Ev yek ji bo pere jî derbasdar e. Ger tu texmîn dikî pere dihêle rêbaz û kiryarên me ber bi rêbazeke diyarker ve bibe, madem pere li ser jiyana me ya rojane hate ferzkirin, bi hezaran kes her roj têne kuştin û sedema kuştina wan jî tundî yan jî birçîbûn an jî xweşkuştin e. Lewra marksîzma vekirî hewl dide em van kategoriyan bi çavên têkoşînê bibînin. Her wiha wekî wê jî, em bi dewletê difikirin ku wekî tiştekî ji jor de li ser kiryarên me tê ferzkirin.

Hizirandina bi dewletê, tê wateya ku em di têkoşîna li dijî dewletê de dihizirin ango tevger di aliyê berovajî de ye. An jî bêjim ku hizirandina bi dewletê, tê wateya hizirandina rûyê dine jî, wekî kombûn, meclisên hevkar û komên ku di tevgera dij de dimeşe. Lewra, dewlet rengekî diyarker ê birêxistinkirina civakê ye ku her tim desthilatdarî ji jor de tê û her tim em bi rêxistineke berovajî wê re rû bi rû dimînin. Hin caran pirsek der barê Zapatîsta ku rêbazên wan ên taybet ên birêxistinbûnê hene, derdikeve. Lê taybetmendiya wê tevgerê (Zapatîsta) rêxistineke hevkar e. Ev taybetmendî jî li gel tevgera kurdî, komîn e ku hêzeke navendî ya rêxistina siyasî ye. Ji bo min hizirandina bi "marksîzma vekirî" tê wateya hizirandina bi dewletê ku ne tenê tiştekî ji derveyî me ye, her wiha wekî nakokiyeke ku ji jor ve tê da ku rêbazên diyarker û rêxistinî li ser me ferz bikin. Lewma rêxistina kollektîf "komun" tevgereke berovajî ye. Tevgereke berxwedan û serhildanê ya li dijî dewletê ye.

Cîhad: Bi gotineke din, armanc ji ‘marksîzma vekirî’ gurkirina nakokiyan di nava kategorî û çînan de ye?

Holloway: Rast e. Lê baştir e em behsa nelihevî an jî dijberiyê bikin (antagonism), ji ber ku nakokî dibe ku di çarçoveya ne civakî were fêmkirin. Ji ber vê yekê jî, ev çîn nelihev û dijber in.

Cîhad: Gelo têrê dike ku desthilatdariya dewletê were derbaskirin? Gelo dibe ku hegomonî û hiyerarşî di civakê de, bêyî dewletê çêbibe? Nexasim Bookchin, Ocalan û David Graeber dibêjin, di civakên bê dewlet de dibe ku hiyerarşî û hegemonî hebe. Gelo dibe ku civaka bê dewlet, misogeriya azadiya me be?

Holloway: (Dikene) Misogerî ji tu tiştî re tune ye, pirsgirêk ev bi xwe ye. Tiştê em dizanin ku dewlet şêweyeke rêxistinkirî yê zordariyê ye. Her wiha em dizanin ku dewlet hebûna xwe, dispêrê jinûve-hilberandina sermayeyê. Nexwe dewlet ji ku pereyên xwe qezenc dike? Eger hejmarek rayedarên te di dewletê de hebin ku tiştekî nahilberînin, lewra ji bo ku bijîn divê dahateyek hebe ku xezîneya dewletê têr bike. Ev yek jî ji bilî berhevkirina sermayê nikare pêk bîne. Lewma divê dewlet propogandeya berhevkirina sermayê bike.

Cîhad: Madem em behsa dewletê dikin, David Graeber carekê li ser pirtûka te ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê" got, ji aliyê piraniya anarşîstan ve tê xwendin, tevî ku hûn xwe wekî marksîst didin nîşandan, nêrîna te li ser vê yekê çi ye? Ez wek kesayet jî ku bi komunalîzmê bawer im, berhemên te ji yên ku marksîstên din bêhtir bala min dikişîne.

Holloway: (Dikene) Na, ez xwe di çarçoveyekî de diyar nakim. Lê bê guman ez jî ji wê rabirdûyê me. Bawer im marksîzm gelekî giring e; a yekê ji ber dibêje, sermaye xwe li ser me ava dike. Em texmîn dikin ku em tenê qurbanî û perîşan in, lê di rastiyê de sermaye xwe li ser pişta me ava dike. A duyemîn, bawer dikim ku ev mijara teoriya ked-nirxê li gel Marx dibêje: Nirx ji berhema me ye û bi vê yekê sermaye xwe li ser pişta me ava dike. Vekirî dimîne. Ev jî rêbazeke fêmkirina pêşketina kapîtalizmê ye ku têkoşîna sermaye ya domdar ew e bêyî me, xwe bide berdewamkirin. Dibe ku tu texmîn bikî em bin dikevin an jî di 30-40 salên dawî de, bi bin dikevin, lê sermaye jî bibin dikeve û hebûna xwe ji berê zêdetir ber bi têkçûnê ve ye. Aloziya darayî ya sala 2008`an û aloziya vîrûsa Koronayê ya niha, nîşaneyê vê jihevde-ketinê ne.

Cîhad: Madem te jihevdeketin bi bîr xist, gelo ev yek bandorbûna te ji Theodor Adorno ye, ku amûrên negasyon û derbaskirina sîstemê dan ber destê me?

Holloway: Rast e, bandoreke eşkere ya Theodor Adorno û Ernst Bloch "fîlozofê hêviyê" li ser rêwîtiya min heye. Ji ber ku texmîn dikim ku (bi dîtina Adorno) di nava civakê de hêzeke bê nasname heye, ku nasname bi temamî nikare bigire nava xwe. Bi gotineke din, em hemû kategoriyên hizirî û qalibên rêxistinbûna civakî, derbas dikin. Tiştê ku Zapîsta dibêje û ez jî dibînim gelekî xweş e ew e ku "Dema em diçim Spanyayê, tiştê yekemîn ku em ji wan re bêjin: We em kole nekirin, ji ber ku me li ber xwe da û serî hilda, lê belê her tim ji ber ku me liber xwe da û serî hilda". Ji bo min ev cehwerê fikirê Adorno ê ji bo bê-nasnamebûnê ye. Tevî vê yekê jî ne bawer im ku Adorno di aliyê siyasetê de, bi van têgehan dihizirî. Em dikarin ji pereyan re bibêjin "tu texmîn dikî ku te em kole kirine û em ketine bin rêgezên pereyê de, lê na, te me kole nekirine, ji ber ku me her tim li berxwe da û serî hilda". Wekî ku tevgera Kurdî, tevgera Zapîsta û gelekê rêbazên din ên di jiyana rojane de dibêjin "Em li gorî mentiqê diravê najîn, em ê hewl bidin ku li gorî nirxên derveyî nirxê pere bijîn."

Cîhad: Di pirtûka te ‘Kapîtalîzmê Ji hev bixe’ de, we bi bîr xist ku keda razber (Abstract labour), bi hegomaniya baviksalarî de girê da. Gelo ev tê wateya ku divê her berxwedana li dijî kapîtalîzmê feminist be, û jin roleke sereke di vê serhildanê de bilîze?

Holloway: Belê rast e. Kapîtalîzm her tim me dabeşî çîn û kategoriyên cuda dike, her wiha me ber bi kategoriyên zayendî ve dibe. Kapîtalîzm ji me re dibêje "Ji ber taybetmendiyên te yên bedenî, divê tu bi rêbazên diyarker tevbigerî". Wekî ez fêm dikim, têkoşîna li dijî kapîtalîzmê wekî serî hildana li dijî kategoriyan e, lewra serî hildana li dijî karegoriyên zayendî ye. Ev jî tê wateya ku xwe serî hildana jinan li senifandina zayenda xwe û ev jî ji bo min pir giring e.

Cîhad: Murray Bookchin her tim israr dikir ku çepgir perspektîfa xwe ji "prensîba hêviyê" ya Ernest Bloch bigirin, an jî wê bikevin xefka nihilîzm û bêhêviyê. Hûn jî bi Bloch bandor bûne. Gelo wê çawa pirtûkên Bloch ji bo tevgerên çepgir di van demên dijwar de, bibe rênîşan?

Holloway: Rast e, ez gelekî bi Ernest Bloch bandor bûm, tevî ku di gelek aliyan de ez ne bi wî re me. Ji bo min bandorên wî pir mezin bûn. Bi rêya xwendina Bloch min Marx û gelek kesên din nas kir. Fikra "Prensîpa Hêviyê" di rastiyê de ew e, ji perspektîfa hêviyê fikirandina derbarê dinyayê de ye. Ev tê wê wateyê ku fikirandin -weke di rûpela yekem an jî duyem de dibêje- ew e ji bo rê-vekirina siberojeke muhtemel, derbaskirina ya heyî ye, fikirandina ku rewşa me ya heyî derbas dike. Divê ev yek di navenda fikrên me de be.

Ji aliyekî din ve jî, madem te behsa pirtûkên ‘Guhartina Cîhanê Bêyî Bidestxistina Desthilatê" û "Kapîtalîzmê" kir, ez ji meha Tebaxê ve li ser pirtûkeke din di vê rêzê de amade dikim ku wê bi sernavê "Think Hope in Hopeless Times" ango "Di zemanê bêhêviyê de, bi hêvî bihizire". Dibe ku heta du mehên din jî amadekariya wê dewam bike.

Bi awayekî sereke, hêvî li pêşiya pereyan disekine, ji ber ku eger tu bi hêvî bihizirî (Ev cûreyê ji hewildana ber bi pêşketinê ye û hewildana derketina ji cihê em têde û afirandina cîhaneke cuda) cihê ku em her tim bigihêjin wê her pere be. Tu yê çawa vê yekê bikî eger pereyên te tune bin, nexasim pere her tim me neçar dike ku em rêbazên diyarker bikar bînin. Madem em hemû tiştên xwe naçînin (berhemên xwe), tenê ji ber ku pêwîstiya me bi xwarinê heye, wê demê pêwîstiya me bi pereyan jî heye. Ji ber vê yekê jî, em bi hêza mezin a pereyan re wekî rengek ji rengên rêxistina civakê re rû bi rû ne. Pirsa rasteqîn wiha ye, eger hûn hêviyê ciddî bigirin, hûn dikarin bi rêya têkbirina hêza pereyê de, bi hêviyê bihizin? Dema ez pirtûka xwe xelas bikim, bê guman ez ê bigihêjim bersivê (dikene)…

Cîhad: Ez wekî kesekî ku wêjeya inglîzî bi rêya xwendina xwe ya akademîk dişopînim, yek ji tiştên herî xweş di xwendina pirtûkên we de dibînim, hêza helbestê ye. Min dixwest pirs bikim gelo li pişt vê dewlemendiya zimanî ramaneke te ya rexneyî heye?

Holloway: Ev xweş e! Lê ne bawer im ku ez bi rêbazê helbestê dinivîsînim. Xelk ji min re dibêjin "ev xweşik û helbestwarî ye". Ji têgehê zêdetir, ez di aliyê hêza bê-nasnamebûn û nasnameya ku diherike, dihizirim. Beriya çend rojan, min nivîseke Raoul Vanegim dixwend ku têde behsa helbesta diherikê dike. Bi nêrîna min ev giring e. Bi rastî jî tişta ku em hewl didin bikin, wekî Bloch dibêje derbaskirin e, an jî wekî Adorno dibêje, hizirandina bi hêza bê-nasnamebûnê ye an jî têkoşîna nasnameyê li hemberî nasnameyê ye.

Cîhad: We xwendina min ji Adorno re guhart. Wekî hûn jî dizanin gelek rexne li dijî wî hebûn, ku xwe radestî reşbîniyê kir û rêbazê wî ku dema şoreşa xwendekaran di sala 1968`an de bi polîsan re axivî. We ji me re hêza wî ya şoreşgerî diyar kir. Wekî tê zanîn bandora Hegel li ser Adorno pir bû. Ji ber vê yekê jî, hûn çima yekser bi Hegel re mijûl nabin û hûn li gel Adorno sînordar dimînin?

Holloway: Bawer im sedema sereke ya ku hîşt bi Hegel yekser re mijûl nebin, hinekî tirsa min jê heye û zehmet e ku jê were fêmkirin (dikene)… Lê ez hîs dikim ku Hegel her tim heye. Min dest bi xwendina Bloch kir û ji wir min Lukács xwend û ji wir jî min Marx xwend. Lewra di dawiyê de, em li pêşberî metoda Hegelî ne. Ez jî gelekî bi Richard Gunn bandor bûm û dema ez li Edinburghê bûm, ew hevalê min bû. Richard`î gelek li ser Hegel`î dixebite, nexasim Hegelê ciwan û pirtûka wî ya bi navê "fenomenolojiya giyanî". Weke şoreşgerekî anarşîst, Richard bi awayekî esasî Hegel nas dike. Her wiha Richard dibîne ku têgihîştina navendî di felsegeya Hegel de, hev-nasîn e. Fenomenolojiya giyanî ya Hegel li ser wê yekê ye ku, şoreşa Fransayê bi rêya çalakiyên girseyê yên kolanan bi awayek xerab hate danasîn. Ev cihê ku "ez" lê bim, ew "em" û "em" ew e "ez"; ango tevgera hevnasînê ye. Eger tu di vê mijarê de bihizirî, bawer im girêdaneke xwe ya xurt bi mijara rûmetê re heye. Îtîrafkirina bi rûmetê û têkoşîna li dijî inkarkirina rûmetê, di rastiya xwe de têkoşîna ji bo hev-nasînê ye. Mijara navendî di meclisan de, eger em bi rêxistineke li dijî dewletê bi hizirin, eger em bi tevgera Zapîsta, Tevgera Kurdî û tevgerên din bi rêya komînan û kombûnan bihizirin, ew di rastiya xwe de hev-nasîn e û şikandina hêza hiyerarşî ya ku me behsê kiriye. Lewma têkoşînên wan tevgeran li dora pêşketina hev-nasînê ya rûmetên mirovan digere. Pirtûkeke xweş a Richard Gunn û Adrian Wilding heye ku sala par bi sernavê "Naskirina şoreşgerî" hate weşandin û min jî pêşgotina wê pirtûkê nivîsand. Bawer im cihê Hegel ji bo min ev.

Cîhad: Piştî nifşê Adorno, Herbert Marcuse û Horkheimer, Habermas hat û kevneşopên şoreşgerî yên nifşê berê hilweşandin. Dixwazim nêrînên te der barê vê yekê de bizanim?

Holloway: Nêrînên min ne dûrî nêrîna ku te gotiye, rast e hemû kevneşopên şoreşgerî hilweşandin. Ez bawer dikim ku Habermas tu carî encamên şoreşgerî yên ku nifşên berê li Dibistana Frankfurtê behs dikirin, qet fêm nekir.


Cîhad: Ez dixwazim niha derbasî pirsgirêka Kurdan bibim. Te çawa têkoşîna Kurdan û şoreşa Rojava ku niha navê wê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, nas kir?

Holloway: Ezîza Aslan ji bo ku rê nîşanî min bide bi roleke girîng rabû. Bêguman beriya niha jî bi rêya xwendina min a giştî û bi rêya hin hevalan, min tevgera kurdî nas kir. Sala 2015`an ez ji bo konferansekê li Hamburgê hatim vexwendin. Ev konferans ji bo min gelekî balkêş bû. Piştî wê, çalavkvaneke di tevgera kurdî de li Ewropayê Hêvîn Guneser, gelek caran serdana bajarê Puebla yê Meksîkayê kir û behsa tevgera kurdî kir. Ev yek ji bo min bû derfetek ku hîna zêdetir nîqaşên dirêj bi wê re bikim da ku tevgera kurdî bi berfirehî nas bikim. Her wiha piştre ango beriya niha bi 4 salan, Ezîza Aslan ji bo amadekirina projeya derçûnê ya doktorayê hate gel me. Tecrûbeyeke pir baş bû ku ji wê fêr bibim û rêxistinê û nakokiyên wê bizanim.

Cîhad: Bi nêrîna te, girîngtirîn destkeftiyên ku şoreşa Rojava bi dest xistine û berztirîn astengiyên sereke yên li pêşiya şoreşa Rojava çi ne?

Holloway: Bi dîtina min, destkeftiya herî berbiçav ku şoreşa Rojava bi dest xistiye ew e ku çarçoveya ramana şoreşgerî û rêxistinî ya li dijî kapîtalîzmê bi gelemberî guherî. Ev yek ne bi tenê bi rêya gotina "Em naxwazin bibin dewlet" bi dest xist, lê belê bi rêya rêxistina xwe ya ku di pratîka 9 salên derbasbûyî de li dijî dewletê nîşan daye, bi dest xistiye. Ev rêxistinên li dijî dewletê rengek ji rengê rêxistina civakî ya komunal e. Bicihdayîna jinan û rola wan a rêveberiyê di veguherîna civakî de şoreşek pêk anî. Di heman demê de, ew girîngiyê didin veguherandina têkiliyan di navbera mirov û xwezayê de. Astengiya mezin a li pêşiya wan jî guhartina cîhanê ber bi asoyên nû ve ye. Şoreşa Rojava di guhartina cîhanê de, rêyeke nû ya fikirandinê vedike, bê guman ev jî girêdayî tişta ku Zapatîsta dibêje û ev 28 sal e di çarçoveya giştî de pêk tîne. Lê têkoşîna Rojava di naveroka xwe de cuda ye, ji ber ku wekî destpêk pêşketî ye. Li hemberî êrîşên dijmin, tişta ciyawaz karîna dewamkirina vê yekê ye. Ev yek jî bi rastî seyr e.

Mijara din a girêdayî astengiyan jî, berdewamkirina di vê rewşa tirsnak de bi serê xwe astengiyek e. Astengiyeke din jî ew e ku nekevin mijarên fikrên nasnameyê û rêxistinê li ser wê binyadê saz bikin. Ev yek jî me careke din vedigerînê nîqaşên Adorno. Astengiya mezin ku nekevin parastina tevgerê bi awayê nasnameyî. Bi gotineke din, nekevin xefika nasnameya neteweyî ya klasîk. Bi baweriya min, yek ji tiştên girîng ji bo min der barê tevgera kurdî de ku nasnameya neteweyî ya klasîk tevî ku di destpêka wê de yek ji armancên wê yên sereke bû, derbas kir. Tevgera kurdî ev yek gelekî derbas kir. Lê bi êrîşên leşkerî yên li dijî wê, metirsî heye ku careke din di çarçoveya neteweyî ya teng de, parastina xwe bike. Bê guman ev yek tê fêmkirin, lê wê afirîneya xwe ya balkêş winda bike.

Cîhad: Li gorî agahiyên gel min, tu li dijî fereseta partî yan jî çîneke pêşeng a rêveberina kar û barên xelkê yî. Di rastiyê de, heta niha tevgera kurdî parastina fikirên kadro yan jî sîstema rêvebirina xelkê dike. Di hin rewşan de jî, ew di ser civak û îradeya wê re têne girtin (ji ber zanîna wan an jî girêdana wan bi doza şoregerî) ku ev jî bi felsefeya tevgera kurdî re nakok e. Gelo çawa ev rêveberî dê gel bi rêxistin bike bêyî ku rengên nû yên hiyerarşîk û hegemoniyê biafirînê?

Holloway: Di baweriya min de ya girîng balkişandina ser pirsgirêkan e û naskirina nakokiyan e, wekî ku te di pirsa xwe de jî got, divê were gotin; em di rewşeke nakok de ne, divê em çawa nêz bibin? Ya herî xerab ew e ku em xwe bêyî hebûna nakokiyan bidin nîşandan. Rast e, em di cîhana kapîtalîzm de ne, ev yek jî tê wateya ku gelek nakokiyên girêdayî sîstem, çawaniya hizirandinê û nêzîkbûna jê re, hene. Li gel tevgera Zapatîsta ev pirsgirêkên domdar hebûn. Diyar e ku rêveberê wan Markos di salên destpêkê de wekî rêveber hat nîşandan û wek rêveber dest bi kar kir. Di nava çend salan de, hewl dan rêbazên li hemberî vê yekê bibînin; destpêkê divê were gotin ku ew ne rêveber e, lê belê ew rêveberê şaxekê ye ku fermanên xwe ji fermandariya giştî digire û piştre wî ji raya giştî dûr bixin. Her wiha gotin "Di hevdîtinên giştî de ji îro û pê ve dernakeve". Di dawiyê de, navê wî hate guhartin. Markos bi awayekî manewî hate kuştin û Galliano cihê wî girt. Niha navê Galliano li Markos tê kirin û êdî ne berdevkê sereke yê tevgera Zapatîsta ye. Berdevkê heyî Moisés.

Lê di demeke pir kurt de gotin "pirsgirêkeke me heye, ji ber ku em wek artêşeke hiyerarşîk a rêxistinkirî ne. Civaka ku em dixwazin ava bikin jî, li dijî hiyerarşiyê ye. Lewra em wekî artêş jiyaneke baştir dixwazin, ji ber ev armanca me û rêxistina me ye. Hiyerarşî heye, lê çawa em ê vê hiyerarşiyê derbas bikin? Bi vê yekê jî rêxistinên civakî yên herêmî xurttir kirin. Lê ez bawer im ku ev kêşe heta niha heye û a girîng ku em nas bikin û bihizirin ku em ê çawa bingeha civakbûnê li dijî hiyerarşiyê bihêztir bikin.

Cîhad: Ev tê wateya ku em bibin Hegelî û nakokiyan pîroz bikin…

Holloway: Bê guman.

Cîhad: Piştî şerê li dijî DAIŞ`ê, gelek bajar wêran bûn. Di encamê de gelek rêxistinên ne girêdayî hikumetan (NGO) derbasî herêmê bûn da ku alîkariyên mirovî pêşkêş bikin. Tu bawer dikî ku ev rêxistinên ne girêdayî hikumetan, li pêşiya derfetên Rêveberiya Xweser a Demokratîk bisekinin?

Holloway: Bawer dikim ku rêxistinên ne girêdayî hikumetan pirsgirêkeke mezin e. Em careke din vegerin ser tevgera Zapatîsta; beriya 10-15 salan gihîştin astekê ku hemû rêxistinên ne girêdayî hikumetan derxin û gotin "Em rêxistinên ne girêdayî hikumetan li vir naxwazin. Ji ber ku hevsengî û hêzên civakên herêmê xerab dike". Her wiha şagirtên doktorayê (bi ken vê hevokê dibêje) derxistin û gotin em naxwazin xelk werin û li ser me projeyên xwe yên derçûnê binivîsin, ji ber ku wê agahiyan bidin ku em girîngî nadin ku belav bibin.

Rêxistinên ne girêdayî hikumetan pirsgirêkeke pir mezin e. Bê guman, gelek cudahî di navberan wan rêxistinan bi xwe de hene. Hin ji wan bi awayekî eşkere bi sîstema kapîtalîzmê re tev digerin. Hin rêxistinên din jî ji çepgiran pêk tên û hewl didin rêbazên jiyanê peyda bikin û guhartinan pêk bînin û dibe ku ew gelekî rast bin. Lê pirgirêka navendî ku wê her tim bimîne jî, xistina van rêxistinên ne girêdayî hikumetan di bin rêveberiya civakê de ye.

Cîhad: Zehmet e ku ev yek pêk werê.

HollowayRast e, gelekî zehmet e

Cîhad: Ez ê niha behsa Ocalan bikim. Te pêşgotina parêznameya Ocalan "Sosyolojiya Azadiyê" nivîsand. Hestên te li hemberî ramanên di wê pirtûkê de çi bûn. Nêrînên te li ser pirtûkên din ên Ocalan çi ne?

Holloway: Dema ez ji bo nivîsandina pêşgotinê hatim vexwendin, ji bo min rûmeteke pir mezin bû. Heta niha jî bi vê yekê bandor im. Hestê min ê din ew bû; rast e, dixwazim vê yekê bikim û pêşgotina pirtûka wî binivîsim, lê tenê bi gotinê têrê nake ku xweş bû. Bi rastî pir xweş bû. Lê di heman demê de, ez bi rêbazeke din difikirim; ez bi ramanên wî re ketibûm nava diyalogê. Ji aliyekî din ve jî, di xwendina pirtûkê de min tiştekî nû fam kir. Famkirin ew bû ku rêbazên hizirandinê bi temamî cuda bû û cîhaneke din a zanînê bû. Bo nimûne, Ocalan pir balê dikişînê ser şaristaniya Sûmeran, min nezaniya xwe di vê mijarê de dît. Mijareke balkêş bû ku berê min ber bi cîhaneke zanînê ya cuda ve were kişandin. Cîhana zanînê ya cuda jî beşek ji hebûna wî ya cografî û rêbazê hizirandina wî ye. Hêdî hêdî, bi berdewamiya xwendina pirtûkê re, rêzdayîna min jê re zêdetir bû. Ocalan dizane çawa yekî îqna bike, her wiha hevgirtî ye û di aliyê zanînê de gelekî dewlemend e, bi awayekî balkêş.

Lê di heman demê de, min hin cudahî dîtin. Ez dixwazim li vir bi şêweyê diyalogê bibêjim. Min dît ku du nuqte hene ku ez bi Ocalan re lihev nakim. A yekê girêdayî sîstema baviksalar e; ev pirsgirêkeke mezin bû di salên dawî de ku kapîtalîzm rengek ji rengê sîstema baviksalar e. Texmîn bike ku ez ê bêjim erê, divê em ji sîstema baviksalar xelas bibin. Lê eger em dixwazin dînamîzma wêraniyê ya em tê de fêm bikin, divê em li şûna baviksalariyê, zêdetir balê bikişînin ser sermayeyê. Sîstema baviksalar ji me re behsa rengê hegemoniyê dike, lê ji bo min behsa dînamîzma hegomaniyê û lawazbûna wê nake. Ji ber vê yekê jî ez dibêjim, kapîtalîzm heta niha baviksalarî parastiye, lê eger em bixwazin civakê biguherînin, divê em balê bikişînin ser sermaye, dînamîzm û lawazbûna wê.

Mijareke din ku ez bi Ocalan re li hev nakim, mijara sûkê ye. Yek ji hincetên Marx ku çavkaniya têkbirina kapîtalîzmê, pevguhartina metayan e ango bi rêya pevguhartinên di bazarê de, em bi hev re bidin û bistînin. Lê wekî min ji Ocalan fêm kiriye, Ocalan jî piştgiriyê dide bazarê, lê bazareke herêmî ango bazareke biçûk, ne ku bazar civakê bi rêxistin bike. Bi nêrîna min divê em bazarê derbas bikin. Heke bazara te hebe, tê wateya ku pereyên te jî hebin, eger pereyên te hebin, wê sermayeya te jî hebe, eger sermayeya te jî hebe, tê wateya ku karaseta te jî heye.

Cîhad: Texmîn dikim ku girêdayî mijara bazarê, Ocalan ji dîroknasê fransî Fernand Braudel bandor bûye. Ocalan di analîzên xwe de, li dijî yekdestdariya li bazarê ye. Bawer im ku wî hizira bazara bê monopolî ji Braudel girtiye.

Holloway: Bawer im ev yek bi ser nakeve. Dema ku bazara te hebe, dê pereyên te jî çêbin û wê pereyên te komî ser hev bibin. Di dawiyê de dê sermayeya te jî çêbe.

Cîhad: Di demekê de ku sîstemên faşîst û dîkator û îslamperest li Rojhilata Navîn hene, hûn bawer dikin ku ramanên Ocalan wê bi gelên Rojhilata Navîn re bibin alîkar da ku pirsgirêkên xwe yên siyasî û civakî çareser bikin?

Holloway: Bê guman erê. Texmîn dikim ku gelek xelkê li dewletên rojavayî, dema ku behsa Rojhilata Navîn dikin, naxwazin di vê mijarê de bihizirin. Li gorî min, Rojhilata Navîn di rewşeke tund û wêrankar re derbas dibe. Eger tu bi çavên siyaseta dewletê bihizirî, ne gengaz e tu çareyekê bibinî. Bi rastî Ocalan û tevgera kurdî ev yek şikandin. Çare ew e, jinûve bi civakê û sîstema civakbûnê, were hizirandin. Ev ji bo min nameyeke hêviyê ya mezin e ku Ocalan û tevgera kurdî ji cîhanê û taybet ji Rojhilata Navîn re pêşkêş dike.

Cîhad: Te di pirtûka xwe ya bi nave "We are The Crisis of Capital" (Em Krîza Sermayeyê ne) de beşek bi sernavê "Zapîsta û zanista civakî" nivîsand. Di wir de, te behsa tecrûbeya tevgera Zapîsta ya derbaskirina dewlet û di lêkolîna zanistî de dualîteya subjektîv û objektîv û ji nû ve naskirina şoreşê, ji bo dewlemendkirina zanistên civakî kir. Hûn texmîn dikin ku zanistên civakî wê ji tecrûbeya Rojava û nirxandinên Ocalan fêr bibin?

Holloway: Bê guman erê. Divê zanistên civakî wekî zanistekê yan jî hizirekê li dijî civaka niha be. Bi gotineke din, ji bo şikandina dînamîzma wêraniyê, divê bi civak û rêbazên der barê pêkanîna vê yekê de, were hizrandin. Lewma, ji bo min Ocalan xwedî cihekî pir girîng e, her wiha karên tevgera kurdî jî pir girîng e.

Cîhad: Eger te Ocalan bidîta û te yê kîjan pirs jê bikira?

Holloway: (Dikene) ev yek dê pir seyr be. Bi vê boneyê dixwazim bêjim ku min pêşgotina pirtûka "Sosyolojiya Azadiyê" bi heman pirsê û bi xeyala vexwarina çayekê bi Ocalan re bû, bi dawî kir. Lê eger min dît, ez ê bi kelecaneke mezin hîs bikim û bitirs pirsan jê bikim. Lê bi baweriya min, yek ji pirsên ku ez ê jê bikim, dê ev be; gelo ew ji bo tevgerê çi hîs dike. Diyar e, ev mijareke bi girêk e. Sala 2015`an dema ku ez li Hamburg bûm, di roja yekê de em çûn maleke Kurdan. Tiştekî xweş bû. Lê wêneyê Ocalan ê li ser dîwarê malê, wekî rêberê sembolîk ku ev yek bi zelalî li dijî nêrînên wî ye. Dema ku hûn behsa sîstemeke ku civakbûnê bingeh digire bikin, hûn pîrozkirinên sembolîk naxwazin. Pirsa min dê ev be: Gelo ew çawa vê yekê dibîne? Di têkiliya xwe ya bi tevgerê re, vê yekê çawa dibîne? An jî hûn, tu pîrozkirinên sembolîk naxwazin. Mebesta min, ne paşguhkirina girîngiya wî û ramanên wî yên dewlemend e. Lewra, nakokî di navbera rêberekî li zindanê girtî û dûrî çavan û tevgera ku li ser bingehê rêxistinbûna civakê mezin.





>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).