Bi giyanekî kurdî ku pê hestyar dibe muzîkê çê dike. Şahnaz dibe dema guhdar, wî dibînin wek berdewamiyê ji dibistana bavê wî re yê ku êşa kurdî jiya, û buhayê wê bi girtin, êşkence kirin, û peyketinê da. Ji ber ew ji Kurdan re axivî, û di nava wan de hezkirina welat nûjen kir û doz kir da sitemkariyê ji ser wan rake. 

Danerê muzîkê Brahîm Şêxo li bajarê Kenbed Kawûs li Îranê di sala 1981ê de ji dayik bûye. 

Li bajarê Qamişlo li Sûriyê xwedî bûye û xwendiye, herweha behwernama bekelorya li wir bi dest xistiye. Di dawiya sala 2003an de diçe Elmaniya. Û di sala 2015an de bawernameya bakeloryos ya danerê muzîkê ji peymangeha muzîkî li zanîngeha Osnabruk werdigre (Institut für Musik der Hochschule Osnabrück) paşê di sala 2018an de pileya masterê di muzîkê de ji peymangeha bilind ya muzîkê li Münster bi pileya şanaziyê bidest xist.  

 Di nava zencîra hevpeyvînên malpera (Ramina News) de, çi bi afirandêrên Sûriyê re yan jî bi yên seranserî cîhanê re têne kirin. Derbarê felsefeya sazkirina muzîkê û rewşa muzîka wî bi giştî, herweha karên ku wî pêşkêş kirine û projeyên ku dixwaze pêk bîne, Ebdella  MÎZER hevpeyvîn pêre kir. Ka em derbasî naveroka wê hevpeyvînê bibin:  

Li Elmaniya, despêka xwendina te ya ji muzîkê re, çawa bû? 

 Di destpêka koçberiya min ber bi Elmaniya ve û berya ku ez dest bi xwendinê bikim, li bajarê Kîlê yê ku ez lê dimam, min waneyên muzîkê didan gelek kesan (ji gelek nijadan). Di pey re min komeke muzîkê ji kesên biçûk û nûhatî ava kir. Wê komê gelek şevbêrk û aheng li dar dixistin. Di pey re min navê xwe li zanîngeha Derûnnasiyê tomar kir; lê min di pey re nêrîna xwe guherî ber bi xwendina zanistên muzîkê ve. Paşê min (teyoriyên muzîkê) xwend. Lê di ezmûna despêkê de, komîteya ku hevdîtin bi min re pêk anî, pêşniyar kir ku ez daneriya muzîkê bixwînim. Ev pêşniyara wan li ser bingeh û lênerîna wan ji noteyên muzîkê yên ku min e w sazkiribûn hat. Wan got, danerî bêhtir guncawe bi ramanê te re. Bi rastî ev biryar rast bû; û ez spasiya wan dikim. Beriya wê demê min pêşbînî ne dikir ku ez, beşê daneriya muz îkê bixwînim; ev yek bi rengek ê lêhatinê pêk hat. Min keçek li bajarê Kîlê nas k ir. Wê li amûreke muzîkî ya bi navê Obowa dida (ew alaveke pifkirinê ye). Wê li firoşgehe ke girêdayî amûr û noteyên muz îkê, kar dikir. Di pey re ez û wê bi hev re, di ahengeke muzîkê de beşdar b ûn. Min jê pirsî çawa mirov dikare fêrî beşê muzîkê bibe. Wê hev alê agahiyên seretayî di derba rê mijarê de, dan min. Herweha li bajarê Kîlê, h evalekî min hebû, wî beşê fels efê (pîtolî) û mafnasiyê dixwend. Min daxwaz jê kir ku ez pê re biçim zanîngehê weke xwendekar ekî guhdarvanê waneyan ta ku e z dema xwe ji bo pêşxistina zi man jî qezinc bikim. Min ji xwe re got, çimkî ez diçim zanîngehê, herwisa çima ez, muzîkê jî di ber re naxwînim?


Çi ne ew amûrên mûzîkî yên ku tu wan bikartîne? Tu çawa parçên (letên) xwe yên muzîkî di afirîne ?  

Bi giştî ez piyano bikar tînim, û bihtir ez hestê nava xwe dibhîzim û dikim bingeh ji afirandinê re, lê belê wek mînak gava ez ji bo çêlo yan ji bo Gîtarê muzîkê di afirînim, ez teybetmendiya her amûrê berçav digrim û hewl didim ku ez di delîvek din de pêkbînim. Ji ber ku muzîk di nava min de dijî û ez dikarim ji ber xwe ve bi afirînim heta ku bê saz be jî. Pirtûkek ji danerê Brîtanî Olîver SAKS, bi serenavê " (Musicophilia: Tales of Music and the Brain) heye, û têde hin mijar hene ji wan mijaran jî jiyana Bîthovin e, dibe ku gelek xwendevan wê nas dikin dema wî nema bi guhê xwe bihîst, wî şehrezaya xwe ya afirandinê winda nekir. Wî di hundurê xwe de dengê piyano û orkestrayê bi giştî dibihîst. Ez bawerim ku gelek sazbendên pispor, piştpêbestiyê li ser jenîna amûrekê nakin, lê li ser dengê muzîka xwe ya .hundurîn dikin  

 Li gorî min, tevî wilo jî  ez guhdarkirina berhemên xwe çêtir dibînim çi di rêya softwêr re yan ji amûrê bi awayekî yekser. Ez serastkirinê jî bi vê rêbazê bikar tînim. Gelek daner hene ku xwe li rêbazên cûda yên dananê digirin, bi rengê ku ew li ser hejmaran palpiştiyê dikin, bo nimûne, û pêdiviya wan bi amûrê ve tuneye. Ez dikarim vî şêwazî bi hesanî aferînim lê ez palpiştiya tiştê ku ez dixwazim dikim. 

Berhemên te yên hunerî ta nuha çine? 

  Di sala 2014an de min berhema xwe ya yekem bi navê "Dilopên Sîyekê" bi Ingilîzî "Drops Of A Shadow" derxist, ew ji neh parçên musîkê pêk tê; piştre di sala 2017an de min strandankek (Elbomek stranan) bi serenavê "Çîrok" (Novelle) ku ji 14 parçan pêk dihat derxist, ev herdû berhem jî dezgeha (Time Zone) wek berpirsyara belavkirinê li wan xwedî derket, lê elboma min a sêyem bi serenavê "Bijarin ji Muzîka Kurdî ji Piyano re" di sala 2019an de, ji berhemên dezgeha " Sersera " û bi alîkariya "Rûdaw" bû. Min 18 stranên kurdî wergerand muzîkek guncaw bi Piyanoyê re, ew jî hatin jenandin ji aliyê Piyanojen ; hunermenda Kûrî (Bongju Lee ). Û min pirtûkek ku noteyên muzîkê têde cî digrin dîse bi rêya ( Sersera ) derxist. Dema nuha ez di strandanka(elboma) xwe ya çaremîn de dixebitim, lê min tu peyman ta nuha bi tu dezgehên berhemdayinê re navîş ne kirye. 

  

:Lînka elboma yekem 

https://www.amazon.de/Dilop%C3%AAn-S%C3%AEyek%C3%AA-Drops-Shadow-Brahim/dp/B01IE3KSG0/ref=mp_s_a_1_2?dchild=1&keywords=brahim+shexo&qid=1621504845&sr=8-2 

:Lînka elboma duyem 

https://timezone-records.shop/products/brahim-shexo-novelle     

:Lînka elboma sêyem 

https://www.sersera.com/p/1003-a-selection-of-kurdish-songs-for-piano-brahim-shexo 

: Lînka pirtûkê 

https://www.sersera.com/p/b6024-a-selection-of-kurdish-songs-for-piano-brahim-shexo-noten 

  

Tu ji malbateke kevnar e û tu kurê hunermendê mezin Mihemed Şêxo ye. Gelo tu rasterast ji bavê xwe fêr bûye yan te ji zikmakî de, xwe muzîkvan dîtiye? 

Bi rastî, muzîk bi min re çêbûye û min xwe dî ku ez di zikmakiya xwe de hezkerê muzîkê me. Derfeta ku ez têkiliyek muzîkî bi bavê xwe re çêkim tune bû, ji ber dema ku çû ser dilovaniya Xwedê, ez heşt salî bûm. Herweha di dema jiyana wî de, her dem yan girtî yan revyayî yan jî mijûl bû. Ji ber wan sedemên derbasbûyî, min gelekî ew nedît.  

Belkî xwendevan van hûrbîniyan dizanin, ji aliyê agahiyan min ji rûniştin û şevbuhêrkên ku bi piştgirtiya apê min Beha ŞÊXO, çêdibûn sûd girt û ji hin hevalên wî yên hunermend, ez di vê rewşê de, mezin bûm. Lê ne gelek amûrên muzîkê yên alîkar û ne waneyên taybet jî hebûn. Hemî amûr tunebûn. me bizq û `ûd bi kar tanîn û me stranên belavbûyî digotin. Lê bi giştî apê min Beha çi amûr ku min jê bixwesta, dabîn dikir heta ku piyano ba jî. Lê piyano di wê demê de, ne beşek ji çanda me ya muzîkê bû û wek amûrên din yên naskirî ne gelekî belavbûyî bû.  

Hevalekî min hebû navê wî, Ciwan bû, bawer dikim ku paşenavê wî jî Şêxo bû. Piyano li mala wî hebû. Min serdana wî dikir û carnan min pê re lê dida. Di wê demê de, wî kara xwe dikir da berê xwe bida Ewropayê û muzîk bixwendaya. Lê piştî çûna wî ji bajarê Qamişlo bi çend salan rastî buyerek tirafîkê hat û jiyana xwe ji dest da. Ev rewş, heta nêzîka destpêka sala 2000an wiha ma. Di wê demê de, Dr. Mihemed Ezîz ZAZA peymangehek fêrbûna muzîkê li Qamişloyê saz kir. Çawa min bi vê amojgeha muzîkê bihîst, min yekser wekî kesekî tiyê muzîkê û tiştên nû di cîhana muzîkê de, navê xwe lê tomar kir. Ev qonax, di jiyan min de, beşekî gelekî girîng e. Herweha ez spasiya keça wî Boran dikim, ku hin caran wê karê min ên muzîkê di ahengên xwe de pêşkêş dikir. Min di biçûkaniya xwe de, guhdarî li muzîkjenê hêja Dilşad, dikir. Bi taybet min guhdarî li elboma wî ya bi navê Awazên Çiya dikir. Herweha ji ber ku min di" Tomargeha Felek" de kar dikir (Ew ya me bû) min guhdar hunermendên biyanî yên mîna Demis ROSOS, Xoliyo, û hinî din jî dikir. Lê kasêtên Bax, Bîthovin û hinin din jî bi dest me nediketin. Tevî wilo jî ev yek bû weke piştgirtinekê ji min re, û asoyên min yên muzîkê firehtir kirin. Ji ber ku li cem me muzîk xwe dispêre dengekî yekta; bi navê "Mono" navdar e, lê li cem Rojavayê cîhanê (Ewropayê) xwe dispêre gelek dengan ( tê de gelek harmonî "hevrêje" heye).  

Di biçkaniya xwe de, bi hêsanî ez fêrî lêdana Bizqê bûm. Min li Mîrê Bizqê Mihemed Ebdulkerîm guhdar dikir. Herweha ez bi ser pirograma Zimanê Cîhanê ve bûm. Ew program VahêTemizj iyan pêşkêş dikir. Min xelekek ji xelekên wê li x we nedibir. Bêtirî wilo min he mû hejmarên, Kovara Jîna muzîk ê dixwendin. Di sîpetiya xwe de, li ser destê M. Ehmedê MÛSÊ, ez f êrî meqamên (kelikên) muzîkê b ûm; wî li gor derfetên xwe, em fêr dikirin. Ez ji bîr nakim ku min di şahî û zemawendan de, li orgê dida; ew ji bo min bi awayê guhdarkirinê bû serbo riyek rêheval. Tevî ku gelek d ûbarekirin di awazan de hebû, lê ew bi awayekî pevbendî û ro jane, ji bo min bûn wek agahiyên bih îstwerî.

Gelo tu hewl didî ku bi rêbazeke xwe ji nû ve pêşkêşkirina sazûmaneke muzîkî nû ji bo stranên hunermend Mihemed ŞÊXO çêbike ? 

Dema ku ez dest bi karê belavkirina stranên bavê xwe bi rêbazekê bikim, divê stranbêjek hebe ku pêk bîne. Bi giştî, dema ku kesek stranek bavê min dibêje bi sazûmaneke kurdî bi awayê ku taybetmendiya stranê biparêze ez pir kêfxweş dibim. pirsgirêk li ba min tuneye ji bo gotûbêja di derbarê belevkirina muzîkê de û ezê pê kêfxweşbim.  

Lê beşê duyem ji pirsê: cûreya ku ez datînim ew cûre ya minî taybet e ku tê rêzgirtin li ser dibistana klasîk (kevneşop). 

 

Çi dihêle ku hestên te yên muzîkê bihtir tev bigerin û dike tu parçeke (leteke) muzîkê bi afirîne? 

 Ez bawer dikim ku rewşa xwezayî bandorê li min dike.Bi piranî payiz û buhar, yek caran havîn jî, bi taybetî kêlîka roj hiltê, dema xelk kêfxweş dibin û xwe didin ber rokê wê çaxê bi awayekî ne yekser ez di malê de berê xwe didim çêkirina parçeke muzîkê yan jenînê. Di virde rewş nabe wek bertekekê li hember kiryarekê, ez jî wek her kesî bi xweşbûna guhertina rewşên xwezayî hest dibim, lê ez dixwazim vê kêfxweşiyê bi amûrê re parvekim. Ez ne ji wan kesên ku piraniya dema xwe li dervî malê diqedîne. Ez ji bêdengiyê hez dikim. Karzanî jî rola xwe dilîze, ev ji min re ne nûye û ez dikarim parçeke mûzîkê bi afirînim bêyî ku ez li rewşa xemgînî yan birçîbûnê bipirsim. Lê bi giştî rewşa derve bandorê li ya minî hundir dike û hêzekê dide min. 

 
Gelo dema afirandina leteke muzîkî yan jî piştî afirandina wê letê,tu bi astengiyan re,rû bi rû dibe...Ew jî çi ne? 

Astengiya herî mezin li cem min hilbijartina serenavên letên muzîkê ne. Ez dudilî dimînim û ji kesên nêzî xwe dipirsim, bi taybet birayê min Revend..Bi rastî serenav li cem min pirsgirêkin! 

Çawa cih bandora xwe li hestê te yên muzîkê dike ? û çawa serboriya jiyana Elmaniya bandora xwe li te kir?  

Ez bawer dikim ku ez ji hêla hestê muzîkê ve li her cihî wek xwe me. Jixwe wek me got min ji jiyana Elmaniya sûd girt. Ji ber ku ewê peywendiya min bi muzîkvan û fêrmandarên herî jêhatî re hêsan kir. Bêtir ji wilo hebûna amûrên muzîkê bi her cûreyên xwe ve 

Xweştirîn parçê muzîkê li ber dilê te ku te çêkiriye, kîjan e ? û çima?  

    Xweştirîn parçe li bamin, serenavê wê bi kurdî "Ne Ew Bû", bi Ingilîzî " It was not that". Lê bi rastî ez nizanim çima ez wê di ser parçeyên din ên ku min danîne dibînim.  

lînka "Ne Ew Bû": 


Gava hunermendek bi taybet ji hevalên te ku awazkirina helbestekê ji te bixwaze..Gelo bi vê mijarê re tê dan û standinê bike?  

Ligor…!!!  

Strana yekem a ku te ezber kiriye kîjan e? û Kîjan stran ji stranên hunermendê ku çûye ser dilovaniya Xwedê Mihemed ŞÊXO, gelekî bandor li te kiriye? 

Bi giştî strana yekem nayê bîra min, lê di zaroktiya xwe de, min mewala (yarek min heye) digot. 

Min ev stran an jî ev mewal gelek caran dubare dikir. Carekê bavê min rûniştî bû û li min guhdar dikir, wî ji min xwest ez berdewam bikim, lê min erê nedikir. Belkî min fedî dikir! Lê ji bo beşê duyem, ê pirsa te, elboma çarem herî zêde bandor li min kir. Her weha elobma ku di sala 1986`an de, derket. 

Lînka mewalê: 


Ger berpirsyarekî kurd ji te re bêje em ê piştgiriya te bikin ji bo pêkanîna pirojeke muzîkê, û (budceyeke mezin hatibe terxankirin) gelo kîjan pirojeyê tê pêk bîne? 

Bi giştî çi pirojeya ku alîkariya hunera muzîkê bike; çi peymangeh be, yan jî weşanxane be... 

Pirseke din; bi her awayî tu dibîne ku, Ibrahîm ŞÊXO berdewamiye ji dibistana Mihemed ŞÊXO re? lê bi awayekî akadimîk, gelo tu dikarî paşmayê hunermendê çûye ser dilovaniya Xwedê, bi awayekî nû û nûjen pêşkêş bikî. Gelo hizreke wisa di bîra te de heye? 

Heger ez bêm destnîşankirin weke berdewamî ji dibistana Mihemed ŞÊXO re, ev bi tena serê xwe Ji min re bawernameyeke ekadimîk e. Ev tişt cihê serbilndahiyê ye. Lê ji bo paşmayên wî min hemû stranên wî kirine noteyên muzîkê û ez kar dikim ku hemû stranên wî, di pirtûkekê de, kom bikim. Min li ser daxwaza mamosteyê xwe yê zanîngehê li ser hunera wî bi giştî weke balanameya bekeloryos nivîsî. 

Di nerîna te de, çi hêmanên muzîka serkeftî ne; yan jî çi hêman pêwîstin da hunermendekî serkeftî ava bike? 

 Ez bawer dikim ku dilsozî bi nîşana muzîkê re û rêzgirtina ji wê re, vê yekê pêk tîne, ne kar li gorî daxwaza bazarê. Tenê rastî û rêzdarî bi nîşanê re, ew pîvaneke girîng e. Ez tu caran napejirînim ku ez karekî bihûnim ji ber ku bazar wisa dixwaze. 

Herî zêde tu li kê  guhdar dikî? 

Ez li her kesî guhdar dikim û her kesî dipejirînim, lê niha ez li xwe guhdar dikim û stranên xwe dubare û bijare dikim ji ber di demeke nêzîk de, ezê albomekê (strandankekê) derînim. Bi giştî ez li muzîka kilasîk ya radyoyê guhdar dikim. ger yekê ji wan bala min kişand, ez noteyên wê yên muzîkê peyda dikim. 

Di hamoşga noşdariyê de,(dema korona) te dema xwe çawa derbas dikir? 

Bi giştî demeke bisûd bû. Min piraniya dema xwe bi hûnandina muzîkê û xwendina pirtûkan derbas kir. Herweha min li rêzefilmên dîrokî yên li ser Ewrupayê temaşe dikir; yan bi malbata xwe re min li hin filman temaşe dikir.  

Di jiyanê de, tiştê ku te bihêrs dikî çi ye? 

Ez nikarim tişekî destnîşan bikim, lê bi kurtî hin tiştên hêsan hene min bi hêrs dikin. Mînak dema ez bi hemû hêza xwe lezê dikim ji bo ku ez bighêjim tirênê û ew tirên berî çirkeyan çû be, yan jî dema otobîs deh xulekan dereng dimîne. Bi giştî ez mirovekî aramim û ji jiyanê hez dikim.  


Gelo tu kêlîk di ser te re derbas bûne, te xwe diye ku tê ji kêfan bifire; ew kêlîk çi ne? 

Dema referendum li Başûrê Kurdistanê çêbû, ez bi kêfxweşiyekê pir mezin hestiyam. Min hest kir ku kurdan ji bo avakirina dewleteke kurdî dest bi gava yekem kirine. Herçend hezkirin jî bi giştî kêfxweşiyekê di hundirê min de, çêdike. 

Dema tu xemgîn bî, tu çi dikî? 

Dema ez xemgîn bim, li ser rûyê min xuya dike. Belkî mirovin ji min bipirsin , gelo tu çima xemgîn î? Lê ez tu bersivan nadim, lê belê ez berê xwe didim amûreke muzîkê û lê didim û bêhna xwe derdixim û li ser xemgîniya xwe pê re diaxivim. 

Têkiliya te ya hestyar bi xwarinê re çawa ye; gelo xwarineke ku tu herî zêde jê hez dikî heye? 

Bi giştî têkiliya min bi xwarinên xweş re xurt e, lê miloxiyê li cem min sereka xwarinaye.  Her dem ev xwarin li cem min xwedî nirxeke giran e. Tevî ku demeke dirêj derbas bûbe ku min ew nexwaribe jî. 

Di dema valabûna te de, gelo tu arazûyên te hene ji bilî beşê muzîkê?

Xwendina pirtûkan. 


Wergêr: Haşim EGÎD  


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).