Di zencîra hevpeyvînên malpera "Ramîna Niyûz" de ku bi afrîner, torevan, helbestvan û hunermendên ji Sûriyê û seranserî cîhanê re pêk tîne, Lawîn ŞÊXO li dûv şopa jiyan, kar, malbat, xweşî û nexweşî, nivîs û ramanên jina Kurdî helbestvan Mizgîn HESKO çû, û ev hevpeyvîn pêre amade kir, bi hevok û peyvên şêrîn fermo em û we nivîskara xwe ji nêz ve nasbikin..

Tu dikarî xwe bi me bide nasîn ?

Bê guman, dema ku bûyereke herî xweş û mizgîniyeke xêr û bêrê ji malbatê re hat û di heman demê de ez ji dayik bûm. Malbata min bi hev şêwirîn û gotin: rûyê vê hitokê geş û xweş e û bi hatina wê, xêr û geşbînî bi ser me de barîn, de hema bila navê wê Mizgîn be.

Di 20 ê mijdarara 1973 -an de, ango di payîza dawîn de hatim jiyanê. Hîn di salên zaroktiya pêşîn de mijûlî lêgeriyanê bûme . Wiha zerê bênderê, demsalên çinînê, mişarên pembû, zeviyên genim û asîman bala min dikişandin. Tablo û nîgargeha minî dewlemend, tav û awrên berfînî bûn û tavesorkê ji xwe ez ber bi xwe ve dibirim hin gerdûnên nedîtî û herî seyr.

Bandora civaka bavê min, çanda devkî,çîrok û çîvanokên gellêrî û herwiha bandora şoreşa bavê mezin Barzaniyê nemir li min hat kirin.

Heyanî radeyeke balkêş ez bixwe û hîn zaro ketim bin bandora kilam û heyranokên zêrîn ên ku ew beşek ji rûçik û sîmayên mala me bûn wekû Mihemed Arifê Cezirawî, Miradê Kinê, Şakiro, Pîr Miço û tekez pirrên din. Li ber hilma qehweya sibêdeyê û parfûma bavê me ku mirovekî jiyanhez û welatperwer bû, me ji kaniya zelal a Mihemed Şêxo jî piyalên zemzemê vedixwarin.

Bi her halî stranên şînê( zêmar li hin deveran ) ku dayikên me wiha bê amadekirin û ji kezebên xwe ên sohtî ew dihûnandin, bala min dikişandin û di nav pêlên matmayinê de ez dihêlam. Zemîn hebû, behre û arazûya siruştî di rewanê min de hebû û tovê nivîsînê û sîsika helbestê di giyanê aşiq de hino, hino zîl dida!

Tekez û ager niha em van bûyer û guhdanan bi hev re girê bidin weko navê Mizgîn, payîza dawîn dema ku dar xemila xwe diguherînin û êdî dagirtî ber û meywe ( sewse, fêkî) dibin û lêgeriyana seretayî û bandora atmosfêra gund û malbatê û wan komî behreyê bikin, belê û tekez dê incama wan Mizgîn HESKO a helbestvan û nivîskar be û ne kesayetiyeke din.

Niha jî rastî û vekirî hîn wiha me, dema ku mirov li ber beravên deryayan xwe didin ber rojê yan jî avjeniyê dikin, ha ez bixwe li wan beravan li kevirên xweşkok û hûrik digerim, bi pêlên mendehoş re ser çopî digirim û em bi hev re semayê dikin û govendê digerînin.

Bi derbasbûna dem û dewranan mezin bû me, hin şax û bişkojên din ji bedena min hilperikîn rûyê zemînê lê berdewam hîn heman pîrozî di rewanê min de heşîn in û ew dibin sedem û egerên afirandinê, dibin pênaseyeke guncaw da ku hûn û xwînerên helbestê min nas bikin.



Te çawa berê xwe da helbestê û kengî? Çima helbest bi taybetî 

Ne ku min berê xwe da helbestê. Helbest û ji mêj ve di rewan de tevina xwe a zêrîn avakiribû.

Dibe ku ew heval cêwîka jiyanê min be û bi min re di heman demê de ji dayik bûbe , lê tekez ciyê wê ne li kêleka min bû, di kakilkê nîvîn ê dil de bû û di dema dibistana seretayî de bi şêwaza xêzik û wêneyên bê wate derket holê û hat meydanê, dest bi cirîda xwe a rewa û rastteqîn kir.

Tu yê bibêje ma ew hespê rewan bû? Na bi navê Xwedê ew hespê kovî bû?!

Di destpêka dibistanê, bîna min ji zimanê nuh ( Erebî) teng dibû û ji lewra min bi pênûsê pirtûkên waneyan û lênûsên spî dagirtî xêzik dikirin û wiha min xwe ji zorbaziya zimên diparast û piştî ku fêrî Erebî bûm, heman xêzikên reş, êdî bûn hevok û hevok bûn ristên bi wate.

Bi her halî lêgeriyana min î zaroktiyê jî bi min re ma û pênûs û pirtûk lê zêde bûn, ji xwe seyran û lêgerîna herî xweş di mêrgên berfereh ên pirtûkan de bûn.

Hîn jî min xwe baş nas nedikir , hinavê min dagirtî û hişê min bê hedan bû, ta ku hatim dibistana navendî û li wir û bi saya serê mamosteyê waneyên Erebî ku jê re digotin Mihemed Obîd êdî bêhtir ez li arazû û behriyê rewanê xwe haye bûm.

Bi her halî û tevî ku min pirr parçe helbest bi Erebî nivîsîbûn û di heman demê de çîrokeke dirêj jî...lê min xwe zû ji bin wê bandorê derxist, sebetên bi mircan û gencîniyên bi ristên zêrîn û dubare ez ber bi xwe ve birim û ez şewşen kirim. Zimanê dayikê bû û sermiyanê dewlemend û dagirtî ji biwêj, kelepûr, heyran û lawikan û hwd ji çanda devkî ez careke din li himêza xwe vegerandim û yekemîn helbest bi kurdî ji min re hat çapkirin û belavkirin Helbesta/ kes nehiştin/ ew ê di Gelawêjê de sala 1988- an de ronahî dîtibû.


Niha jî hîn nikarim bibêjim ka çawa û çilo û kîjan demê ber bi asoyên helbestê bê basik hilperikîm û ber bi hêza pênûsê ve xindirîm. Berberoj bû ew û li roja ku di nav tiliyên min de xwe veşartî digeriya.

Tu yê ji min re bibêje ma ev çi bersiv e? Tekez ez niha hewil didim ku hinekî ji wê şûşeya kevnar î kirîstal, valayî dilê hevrîşimê rûpelê bikim!

Tu yê ji min re bibêje: ma tu serxweş î? Tekez erê û bi serde...tiliyên min bi evîna wê( helbestê ) sermest û şeyda ne jî!


Newal û mêrgên nîgaşê bi ramanên kihêl û wêneyên rengîn gihiştibûn û diviya bû ku ez wan pîroziyên bejî û kovî ji qada bîrewerî û nîgaşê ( xeyalê) bînim zemînên rûpelên real.

Belê pirraniya mirovên me, helbestê ya hesan dipejirînin, ev rast e..!

Rast e dema ku em ji pirraniya van ristên bê wate re ku rojane têne parvekirin û belavkirin bibêjin helbest, Aya ma bi rastî ew helbest in? Ma helbest hema çend rêzikên lihevhatî ne û hew?

Dêmek û sebaret bi azmûna salên dirêj û li gor dîtina min: nivîsîna helbestê belkû şêweya herî zor û zehmet e. Helbest divê bikaribe bi kêmtirîn vegotin, pirr wêne û wateyan bibêje, divê ew ciwaniya çawaniya derbirînê bibêje û ev ne hesan e. Pêdiviya zeviyên helbestê bi hin alavan heye û bê misogerkirina wan dê dan û berhem kerikî bimîne!

Berhemên te yên çapkirî çendin? Ta çi radeyê tu wekû helbestvan ji keda xwe raziyî ?


Min /9/ Berhemên çapkirî hene û ji wan bi tenê yek ne helbest e.

1. Tîpên Evînê. Avdar 2007- Çapxana Bafet ( helbest).

2. Asoyekî tijî Endeko. Tîrmeh 2008- Weşanên Han ( helbest).

3. Di nav henasên kovanan de. Avdar 2010- Weşanên Han ( helbest).

4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm. Çapa yekem. Avdar 2012- Weşanên Han ( helbest). Çapa duyem. 2020- Weşanên SerSera.

5. Ristek Lale. Êlon 2013- Weşanên Han ( helbsetên seretayî û bi şêweya kilasîk ).

6. Ber bi werzên hezkirinê ve. Mijdar 2015 - Weşanên Soran( helbest ).

7. Rêghên keskîn. Gulan 2019- Weşanên SerSera ( helbest).

8. Ji Bexçika jiyanê. 2020- Weşanên SerSera ( hin nerîn, dîtin û serpêhatiyên jiyanê ).

9. Nexşeya rewanê bêdengiyê. Avdar 2021- Weşanên SerSera ( helbest).


Belê hin helbestên ji bo zarokan jî hene ( Sebeta Şekir) lê min dixwest ku li hemberî her helbestekê wêneyekî ku girêdayî mijarê hebe, da ku ew bêhtir bala zarokan bikişîne, lê rastî hîn ez bixwe li hunermendekî xwedan Talent ne geriya me, tekez ew pirr in, lê dema min hîn jî têra min nake.

Wekî din min çîrokek ji bo zarokan jî Elmanî wergerandiye kurdî ew ya Nivîskarê Holendî / Hans De Beer/ e lê pêdiviya çapê bi erêniya nivîskar bixwe heye û hîn min têkilî pê re nekirî ye.

Niha jî hin caran bi afrandina helbestê ve mijûl dibim, tekez dema ku ew tê û xwîna xwe bi min şêrîn dike û hişê min tevlî hev dike û hin caran ez bi lênûsa nerîn û dîtinên xwe ve jî mijûl dibim ( Ji Ferhenga Lêgeriyanê ) ku ti têkiliya wê bi ferhengê ve nîne, ji xwe ez ne zimanzan im.

Ji mêj ve tevnê romanê di hiş de heye, her ku çend rûpelan dinivîsînim, vedigerim û wan tune dikim, ne ku ew şêwe nivîsîn bi min seyr û zehmet e, lê romana ku birastî hezdikim wê bînim qada kurdîniyê hinekî cuda ye, hinekî terz û berûvajî civakê ye( kêmasî, derz û çewtiyên civakê ) û ez nikarim ji ber birevim û yekê din hilbijêrim, ji lewra min roman û wekû piroje li dawiyê hêla ye.

Belê û piştî evan agahiyên ku min ew anîne zimên û piştî her neh berhemên xurû kurdî û çapkirî, ez hîn jî ji xwe ne razî me. Heyanî niha min dikarîbû şêweyeke taybet di ristina hin tevnan ji xwe re bibînim û min dikarîbû ku di parzemînên wê de, kêlîkekê misoger bikim û berdewam bim, lê rastî û nemaze piştî çapkirina berhemekê, pirsa pêşî ku di hişê min de derbas dibe: Gelo ma helbest tiştekî wiha ye?

Ez bixwe jî nikarim vê yekê bibersivînim.

Nebûna neynikê di malê de zor e. Ew şox û şeng nikare bi hesanî û ji kilçîvê bê neynik çavan kil bike, me rexne nîne, me nirxandina du alî ku helbestê bide ber hin pîvanên hunerî û wê ji du rexan ve( erênî, neyênî , posîtîv, nîgatîv )vekole nîne û ev ziyanê digihîne deq û dibe asteng û rêbend li ber pêşveçûnê û modernîzimê. Ev eger em dozdarê wê terzê bin. Bi her halî min azmûneke hinekî cuda heye û bi hêvî me ku ji layê xwêneran ve bête şopandin û hezkirin. Ez hîn di qunaxa lêgeriyanê de me, ku min ew bezand dibe ku bigihêjim qunaxa jixwe razîbûnê û rezamendiyê, lê tekez dê wê qunaxê nebezînim, ew beşeke sereke û egereke bingihîn e ku giyana min a tî, rewa dike û dihêle ku ber bi dilê helbestê ve hîn jî biherikim û ew jî binuqete rewanê min!



Bi nerîna te Helbesta kurdî roja îro hîn di kolanên teng de dijî ? Yan ber bi başiyê ve diçe...Gelo helbesta îro; li gor dîtina te bêhtir tê xwendin yan tê guhdarîkirin bi riya alavên civakî weke Fêsbûk, înstigram..TBD..? 


- Bê guman,temenê helbesta kurdî û bi dîtina min zêdeyî pênc hezar sal in. Sebeq,lavij û yasna û hwd, her çendîn ku girêdayî olan bûn, lê tekez ew bi şêwaza helbsestîk û wekû bexçikên cuda, cuda jî û bi vegotinên bi rêk û pêk nêzîkî li wê atmosfêrê dikin. Niha vê yekê tînim zimên da ku xaleke pirr girîng destnîşan bikim. Milletê kurd jî xwedanê helbestê ye û zimanê kurdî ê kevnar, bi serwerî û nîşanên xwe dagirtî ye . Bi her halî hez nakim ku bêhtir bi wî aliyê ve axafitinê bibim.

Bi min... ne ku helbest di kolanên tend de dijî, lê rastî hişê me hîn di wê kolanê de maye û ya xirab ew e, ku pirr ji me naxwazin ku wê kolanê bibezînin û hinekî li tevger û bizava pêşveçûna cîhanî binerin û mufayê jê werbigirin.

Ma dê çawa ew rewan ji kolanê derkeve, ku em ne nûxwaz bin û hez nekin ku ji kakilk û sebeta çarniçik derkevin?

Belê sedem hene, lê dem hatî ye ku ew çivîk ji hêlînê derkeve û hinekî fêrî firînê bibe. Dem hatî ye ku ew çivîk hinekî baskên xwe nas bike û li gor hêza heyî ber bi asoyê ve bifirê bikeve!

Di pêvajoya dîrokê de, Helbesta kurdî û tevî her tiştî hebû û berdewamiya xwe misoger kiriye. Ew ê pirr dewlemend û qeşeng, bi wateyan dagirtî destpêkiriye û wekû pêdivî pê hebû zevî ajotiye û incam... niha ji xwe û li gor dîtina min diyar e! Helbesteke bejin bilind û rindok heye...ev ku nîgaşa xwînerên bizanibe çi rist helbest e û çi na...?!!!


Di derbarê pirsa din:

Em li vir li ser du qadên cuda diaxifin / xwendin, guhdarîkirin/. Eger helbest ji aliyê xwedanê ( helbestvan, afrêner ) xwe ve bê xwendin, karekî pirr baş e û ew bêhtir digihêje. Dêmek,, û li vir afrêner zêdeyî nivîsînê û dema vegotinê, bê ku hayê wî bixwe jê hebe, ew bêhtir û bi awayekî balkêştir, bi coş û xiroş rih û giyaneke din jî derbasî deq dike û ji lewra ew bêhtir digihêje.

Her wiha û sebaret bi xwendinê, ne her kes dikare bi zimanê kurdî bixwîne, û ne her kes heyranê helbestê ye, ji lewra li vir deq kêm tête şopandin .

Di derbarê helbestê û alavên civakî...Erê mirov dikare li ser rûpelê civakî helbestê parve bike, lê dê ne her kes wê bixwîne...

Di vê dema deyûz de, ku her tişt dest bi lezê kiriye û me jî nifşekî ciwan û lezok heye, gereke helbestê kurt bi tenê li wir bêne weşandin.

Li gor nerîna te di bersiva bûrî de û rexnekirina hin şêwe û rêzikên bê wate ku tên weşandin!!! Kesên doza nivîsandina Helbesta kurdî dikin tu wek helbestvan çi riyê dide ber wan? Çi ji wan re dibêjî da nivîsîna xwe bi pêşve bibin? Yan çi ji wan tê xwestin ? 


Bê guman, dema destpêka me, ango dema salên 1980 ta bi destpêka salên 2000-an rewş pirr cuda bû, pirraniya me qels destpê kirin. Ev yek girêdayî rewşa milletê kurdî bi giştî bû. Me derfetên hînbûna zimên nebûn, me berhemên bi kurdî nebûn, me û ji bilî çanda devkî ti tiştên din nebû ku em bi riya wan xwe ava bikin, xwe pê berdewam bikin û xwe û nivîsînê ber bi asoyên berfereh bibin.

Bi wateyeke din, îro ev tev hene, derfetên fêrbûna zimên, me hemû cûreyên wêjeya nivîskî û di berheman de çapkirî hene û bi ser de jî me mediya heye û ta bi ya Dîgîtal û îroj ew li ber destên her kesî ye û ta bi deverên bejî û gundan ew heye û misoger e. Dêmek ew kesê xwedan behrî û arazûya siruştî dikare mufadar û sûdmend be, dikare xwe xurt û ava bike û ji nuh were qada wêjeyê!!!

Tekez û ta vê gavê û dema ku ez bixwe dibêjim: helbestvan im!!! Ez bixwe û ji dil dilerizim! Nivîskarî ne pîşesazî ye . huner bi giştî xawenê meydaneke cuda ye.

Eger mebesta me rist bin, naxwe diya min û te baştirîn ristevan in!? Wan demsalên çinînê rist digotin, di şîn û xemê de bi rêk û pêk keziyên stranê dihûnandin , li ber dergûşê dilorandin, li ber destar, tenûrê û li ber kaniyê dinehwirandin.

Lê tekez mebesta min bixwe û li vir tiştekî pirr cudatir e. Ev hemû rengên ku min li jor amaje bi wan kir, hêmanên hebûna îroyîn in, ew çanda heyî û hîn jîndar stûnê konê rewşenbîriya a niha ye, lê dem hatî ye ku em bikaribin êdî herin atmosfêrên edebiyatê ên berferehtir, kûrtir. Niha pêdivî pê heye ku em rewanê gerdûnê bikolin û li zeviyên din, li aşopên din xwedî derkevin, em dikarin, zimanê me dikare, me hunera peyvsazî, ristesazî,hevoksazî û hwd tev hene, tev ji bo bilindkirina zimanê kurdî guncaw û bikêr in.

Ez ne ciwanan rexne dikim û qet helbesta kurdî qels nanirxînim. Berûvajî wilo, ez dixwazim berê ciwanên me bidim kaniyên zelal û hunera real. Dem êdî hatî ye ku ew xwe biguherînin, hiş û rewanê xwe, aşop û mêrgên xwe ber bi pêşve bibin. Bi min nivîsîn û berî her tiştî moral û rewiştên mirovanî ne, belê a niha we baskên zêrîn û baştir ji serdema me hene, hela bifirin, pirr li asîmanên jor bifirin, lê yek xala girîng heye: taybetmendiya zimanê xwe winda nekin, nirxên di zimanê xwe de ji dest nedin. Helbesta ku destpêka xwe li ser kevir wekû derbirîn hatibû nexişandin jibîr nekin.

Herî dawî ez nikarim bixwe şîretan bikim, lê li vir hez dikim ku ezmûnekê li ber çavên we raxînim !!!



Te got li ser malperên civakî baştire helbestên kurt werin weşandin, gelo mebest jê ewên Helbesta HAYKO dinivîsin? nemaze gelek ji gencên me berê xwe dane vî şêweyê helbestê!! Gelo merema we jî eve? Yan hûn li ser şêweyekî din ji helbestê daxiftin ?

Ne ku ez dibêjim, lê diyar e ku pêdiviya demê vê yekê dixwaze, ango li wir min nerînek derdibirî û ne zêdetir! Dibe ku nerînên din jî hebin, ez bixwe bêhtir xwe di helbesta dirêj de dibînim, lê li mediya civakî hewil didim ku yên kurt parve bikim.

Sebaret bi HAYKO, min bixwe nirxandineke din heye, berî niha heman pirs hatibû kirin, ev ji ber ku ez dîmenan dinivîsînim, ji xwe her kes xwedan dîmene û helbest bi giştî ji kîjan hêlê ve be , di heman demê de dîmen e. Dîmenên min dikarin şûna pirr navên din bigirin, ew helbestên kurt in. Yek dîmenê tînin holê û bênav in, her dîmenek, helbesteke biçûk e û bitena serê xwe tabloyekê nîgar dike, ew ji berhema destpêkê û ta niha jî tên û berdewam in. Bi her halî min got helbest her çendîn azad û kurt be jî, divê ew heyîna xwe di ziman de misoger bike û divê ziman û taybetemndiya zimên hebûna xwe di ristê de biparêz e lê wekû volkanê jî divê helbest bifûre, biherike û teqîneke cudatir bînê zemînê.

Hişkere û vekirî hez dikim ev ê yekê ji xwîner û helbestvan bipirsim: baş e, çima HAYKO û ne Tûrik ( durik), yan sêxişte, şeşxişte yan çarîn, dubeytî /duristî/ yan pirr navên din ku di dîroka me de hene?


Ev ku em bizanibin ku Helbesta HAYKO girêdayî wêjeya Yabanê ye û zimanê Yabanê zimanekî pirr cuda ye û bêhtir li wir ew dirist û rast e. HAYKO kevintirîn û kurtirîn şêwazê helbestê ye û xwedan risteke taybet e û mijarên wê wekû xala sereke jê / Kîgo/ ye ango ew para bêhtir girêdayî werzên salê û ji incama çavdêriya xweza û siruştê hatî ye afirandin...mijareke dirêj e û ez bawerim ku dikarim hîn kûrtir herim, lê bila bersiv ta bi vir be. Helbesta min bê şêwaz e, min dibistaneke wêjeyî ji xwe re ne hilbijartî ye. Belkû min bixwe şêweyek taybet hebe?! û eger hinekî serkeftî bim, wa dizanim ku yek ji sedemên serkeftinê ku mirov bi pênûsa xwe re lihevhatî be û ne dijberê hest û nestên xwe be, lasayî / teqlîdê/ neke.

/ dizanim ku bersivên min hinekî cuda ji pirsan tên holê, lê tekez ne pirr dûr im, wiha xwe bêhtir nêzîkî pirsê dibînim, ev da ku sûdwergirtin bêhtir be/.


wek dayikek kurd dinavbera karvedan, zarok û malê ji hêlekê ve û nivîsînê bigiştî ji hêleke dî ve, tu çawa dikare di herdû Milan de serkeftî be ?


Di berhema/ Ji Bexçika jiyanê/ ku di sala 2020-an de ronahî dîtiye û di Bexçika /29/ an de min wiha nivîsîbû: Dayikên kurdan, keviran didoşin û avê ji sînga latan derdixin!!!

Dêmek, jiyan ne wiha hesan e û mirov dayik û jineke kurd be pirr zor e û nemaze ku heman dayik xwedan erkên din be jî û bitaybetî nivîsîn û meydana wêjeyê.

Bi her halî, min nerîneke wiha heye: ku Xwedan jiyan dayê me û divê em heman jiyanê biparêzin û berdewam bikin, ango anîna zarokan xelateke ku Xwedan jin û dayik ji bo wê pîroz û hêja dîtiye. Tekez barê zarok û nivîsînê jî pirr giran in, lê her şanek xwedan ezmûneke bitaybet e, da ku mirov herdû pîroziyan ji dest bernede, pêdivî bi hêminî û aramiyeke bê hempa heye.Çawa bi hest û nestên dayikbûnê tev digerim, wiha jî ji berê xwe didim nivîsînê û çawa ku bi rastî, vekirî û bi zanebûn têkildara nivîs û pênûsa xwe me, wiha jî bi zarokên xwe re ez didim û distînim. A niha û komî hersê zarokên me. Min nih keçên kezî dirêj û xemilîn hene, di incamê de 12 Berhem û niha jî nîgaşa min ducanî ye?!!!

Dibe ku nêzîk hejmara malbata me mezintir bibe. Spas ji Xwedanê pak û dilovan re: Ma ev ne serkeftin bixwe ye?!!!


Xatûn Mizgîn Xewna wê çiyê ?

Xewn....! Min pirr xewn hene, lê xewna herî mezin ku em bibin xewdanên welatê xwe / Kurdistana serbixwe/ û êdî me zimanekî standard hebe ku tîpên latînî bikêrî wî zimanî û ji hemû hêlan ve tên . Herwiha hez dikim ku nevendek ji bo wergerandin, lêkolînên wêjeyî û zanistî hebe ku bikaribim tê de bixebitim, bidim û bistînim û bêhtir xizmeta zimanê xwe bikim.

Gelo te (gotin) ankû helbestên ji bo strangotinê nivîsîne? Hûn çi cudabûnê dinavbera helbestekê û nivîsandina gotinên stranekê de dibînin?

Bi mebest min hewil nedaye, lê di berhema min / Ristek Lal e/ helbest û ristên bikêrî stranê û awazdanê hene. Stran bêhtir Helbesta hêsan û bi kêş dixwaze Û ez hez nakim ku pênûsa xwe bi wî rengî sînordar bikim, bi her halî hin ji helbestên min bûne stran...niha jî û hin caran dema ku dixwazim bi hevokê wekû leystokê bilîzim û ji bo xwe ristên kêşesaz diafirînim. Serê vê sibêdeyê min risteke wiha bi navê ( Cama Evînê ) ji hunermendê deng xweş Sefqan Orkêş re hinart, dê wê ristê bibêje, yan na?! Ev lê vedigere.


Pirsa te dixwest em ji te bikin û ta niha me nekiriye çi pirs e ?


Sebart bi pirsa we a berê, dê ji we re bibêjim, ku pirr ji mûzîkê ji hemû rengan û bi hemû zimanan hez dikim. Li ba min ziman ji mûzîkê re nîne, belkû bimin ew zarê Xwedan e û bi rewanên me re diaxife, doza çanda lêburînê, wekheviyê û dilnizimiyê ji me dike û me beşdarî werzê pêncemîn dike ku navê wê Hezkirin e. Gerûn, zemîn ma bi hezkirineke razber hatî ye avakirin, em tev neviyên hezkirinê ne. Hezkirin Xwedan e û Xwedan hezkirin e.!!!

Pirraniya caran sibêdeyê bi Fayrûz destpêdikim û dema ku birêve diçim li Stranên Yûnanî, yan jî Ispanî guhdarî dikim. Ji bo relax û derûn rehetiyê relaxên herî bedew û pispor hene ku bi wan re dîmenên siruştê têne raberkirin. Bi nivîsînê re ji mûzîkên wekû Kayhan Kalhor, Şahram Nazirî, Hauser û pirr in din.

Lê ji stayla heyranok û lawikên kurdî jî pirr hez dikim, bi wan re vedgerim demsalên zaroktiyê û bexçeyê malbava xwe. Stayla Said Yûsiv hîn dikare min bilerizîne û Mariah Carey ji xwe ez heyrana dengê wê me û Nikos Vertis min dibe hin gulzarên aşopê ta radeya ku pê hest dibim ku tiliyên min bûne bejna gulên Balck baccarayê ên sorê ber bi tarî ve!

Mihemed Şêxo, Adem Tepe , Cemşîd, Xweşnav, Ciwan Haco û herdu Orkêşên me Şeyda û Sefqan û tekez hinên din jî .


Xweştirîn xwarin tu jê hez dike çiyê ?

Herwiha xweştirîn xwarin tu bi xwe çê dike çiye ?


Wey li min, ev pirsa herî zor e. Niha di bersiva /9/ an de min ew xwarin anîn zimên!

Baş e, dê xwe nazik nekim û dê rastiyê bibêjim, em makîneyên Ademîzad in û pêdivî bi xwarin û vexwarinê heye.. Ez bixwe ji Masiyê Laks / Lachs Fisch, Salmon Fisch / û ji hemû cûreyên seletê hez dikim . Ji şîranî Beniyê Gwîzan, ji fêkî( sews, meywe )Leymon. Pirr seyr e...Gelo Leymon fêkî ye, yan jî şînahî ye? Cîrana min î xerbî ji Meymûnan re dibêje Leymon de were û ne teqe, hîn ev xerbî zaravayê xwe ê herî dirist dinirxînin.

Dêmek em gihiştin beşê din ji pirsê: mîvanên temen mezin û kurdên me ji Tirşikê hez dikin û spas ji Xwedan re ku pispor im bi çêkirina hemû cureyên wê, naxwe dê rewş pirr zor bana. Zarokên me hemû rengên xwarinên kurdî ên naskirî naxwin ji lewra min bawernameya Pizzayê jî wergirtî ye.

Dawî: Ji dil û can spasiya we dikim.Ramîna news hinekî cudaye, da ku ew wiha bimîne, berê wê nedin nivîsînên bêkêr û bê wate.

Ciwantirîn rêz û hezkirin ji bo we û her bi hêviya serkeftinê.


13. Rêbendana 2022z/ 2722k . Sersala kurdî.



---------------


* Dîmen...22.


Hîn..

Ji heman rêyan

Pirr hez dikim

Her ku

Rê bi dawî dibin

Şopikên ber bi lalezarên

Ku li ser sînga te heşîn bûyî

Destpê dikin.

############



Dîtin.


De bila

Çavekî min

Ji bo min be

Û yê dinê

Diyarî te be

Da tu jî

Henaseyên Xwedan

Ku di rewanê werzan de

Heşîn bûyî

Ne kêmî min bibîne.

###########



Kulîlkên Gêlazê.


Kulîlkên Gêlazê

Wiha...

Naz û bedew

Bi lêvên xwe ên pembe

Dêmên berbangê biharê

Diramûsin!

Paşê..

Dibin perwaneyên xuro spî

Û ji nuh..

Xwe bi destên me dinûsin!

##########


Yarî.

Çi dema ku tîrêjên rojê

Bi nazî

Yariyan bi axa sor re dikin

Laleyên rengo, rengo

Ji hilma maçên wan e!



Parçeyek ji Baskên girêdayî.



Çendîn...

Bê çare ne

Xêzên ku di paş pencereyên bendemanê de

Newrozeke nuh

Keskîn

Gulgulîn

Û bişirîn

Bi hêviya Kawayê hemdemî

Xwe...

Li bejna şemalokan

Bêrîkirinê vêdixin.


Û henaseyên min..

Hîn li dergehên asê

Diterpilim ez.


Û welatek

Ku ji ber ne lihevkirina rexên xwe

Bi Bären jan

Ducanî dibe?!


Û nûbarê

Di zikê Avdarê de miçiqî

Xwe, bixwe

Ji ber xwe dibe.

Û welatek

Ku hîn...

Di demsalên kulîlkan de

Li ser destê neviyên xwe

Bihar...

Gorî dibe.


Û welatek

Ku hîn...

Di dema çîçîva aliyan de

Xweştirîn hêlîn

Di hisret û şewatan de

Ax...

Bi dawî dibe?!


Û welatek

Ax...

Welatê min

Ey sijwartirîn birîn

Li ser devê birînê.

Û welatek....

..........


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).