Ji kûrahiya ezmûna dijwar, dahênanî dize. Nivîskara me dijiya ji bo stûyê bajarê xwe yê rengîn bi gul û nêrgizan bixemilîne. Pênûsa xwe dixiste destê xwe û zarokên bajarê xwe fêrî ziman, bedewî û hezkirina welat dikir. Dixwast damarên nifşên bajarê xwe kûr di axê de biçîne û wek çiyayên Hawar û Lêlûnê enî hilmiştî bin. Lê nizanibû ku dem dê ewrekî reş û bahozeke dîn bi ser de bîne û dê tarî û tozê li ser vê rûyê wê cadûyî bireşîne, vêca bi nalîna dêyên cegerşewitî, bi hêsrên jin û zarokên sêwîmayî ji bajarê xwe hilbû, ta li bajarekî din ê xemgîn bi cih bibe.

Vejîna Kurd, nivîskarek ji bajarê Efrînê ye, helbest, çîrok û romanê dinivîsîne. Vejîna Kurd xwendina xwe li Efrîn û li bajarê Helebê bi dawî kir, pê re jî karê mamostetiyê li Efrînê dikir. Li sala 2012an li Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê fêrî rêzimana Kurdî bû. Dûvre bû endama wê saziyê û gelek korsên zimên fêrî şagirtan kirin. Ji wê salê ve jî dest bi nivîsandina helbest û gotaran kir. Li heman salê, Vejîna Kurd û çend jinên Efrînê komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd li Efrînê damezirandin û xebateke hêja di vî warî de kirin. Herweha ew bû berpisyara rojnama Rewşen ku bi zimanê Kurdî û Erebî dihate weşandin. Taybetmendiya rojnamê jî ew bû ku piraniya pênûsên wê yên jinan bûn. Bîst û şeş hejmar jê hatin weşandin, lê mixabin bi dagîrkirina Efrînê re ew rawestî.

Gotar û helbestên Vejîna Kurd di gelek malper, kovar, rojnameyên Kurdî, li hundir û li derveyî welêt tên weşandin û heta niha 2 xelat di warê warê wêjeyê de wergitine, wek Xelata Kemal Henan li sala 2014, Xelata Cegerxwîn, li sala 2018an, li Roja Helbesta Kurdî li Almanya ji aliyê Yekîtiya giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê.

Behemên wê yên çapkirî: Xewnên Elendê, komehelbest, li Efrînê sala 2016. Hawarine Efrînî, roman, li Qamişlo û li Almaniya sala 2018. Pencereyên Êşê, kurteçîrok, li Almaniya sala 2019. Gulistan Pîr Nabin, komehelbest, li Almaniya sala 2019. Rûmet, roman, sala 2020 li Kobanî ji weşanxaneya Ava derketiye.

Vejîna Kurd kengî bi behreya xwe ya nivîsandina helbestî hesiya? Bandorê kê lê bû û kê piştevaniya wê kir?

Nikarim wek piraniya helbestvanan bibêjim ku hestên helbestvaniyê ji biçûkaniyê de bi min re mezin bûne. Ez kanim bibêjim ku çîroka min bi nivîsandinê re bi eşqa zimanê kurdî dest pê kir.

Li sala 2012an, li saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî li Efrînê ez fêrî rêzimanên Kurdî bûm. Bi fêrkirin û hînkirina wan tîpên latînî re, eşqa zimên di dilê min de peyda bû.

Di heman salê de jî, min û çend jinên Efrînê komela Rewşen Bedirxan a Jinên Kurd damezirandibû û me karê xwe bi coş dikir. Di kongira komelê ya yekemîn de me biryar stand ku belavokeke komelê hebe û divê ew bi zimanê kurdî be. Ez wek berpirsyara rojnamê hatim hilbijirandin. Karê min di rojnama Rewşen de hîşt ku ez bêtir xwe di nivîsandinê biwestînim. Min helbest û gotar dinivîsandin. Hevalên min jî ez pesend dikirim.  Helbestên min di gelek rojname, kovar û malperên kurdî de hatin weşandin. Li sala 2016an komehelbesta min a yekem ronî dît û li Efrînê hate çapkirin.

Pirs û babetên bala nivîskar Vejîna Kurd dikişîne û di berhemên xwe de pêşkêş dike çi ne?

Mirov perçak ji civakê ye. Lewre normal e ku êşa gelê min cihekî fireh di berhemên min de bigre.  Dagirkirina Efrînê birîna min a sereke ye. Gelek tiştên din jî pênûsa min berve xwe dikişînin. Evîn, xak, rewşa jinê û pirsgirêkên wê…

Helbest îlyam, behre, yan pîşe ye? Tu helbesta kurdî ya nûjen çawa dibînî?

Helbest tucarî nabe pîşe. Helbest berî hertiştî hest e. Dema ku hestên helbestvan çîk didin peyv, gotin, xeyal, delx û meraq mîna kaniyeke zelal diherikin û di helbestê de dimeyin. Helbest behre bi xwe ye. Dema ku helbestvan derbasî perestgeha xeyalê dibe her tiştî ji bîr dike û tenê bi peyv û wêneyan re semaya derbirînan dike.

Helbesta kurdî ya nûjen cihekî berz di nav wêjeya kurdî de standiye.

Tu girêdayî saziyek wêjeyî yî? Eger erê, saziyên wêjeyî dikarin çi li helbestvan zêde bikin? ji me re behsa ezmûna xwe bike.

Na, min xwe bi ti saziyan ve girê nedaye. Li kolanên jiyanê digerim, her tiştê ku bala min dikşîne li ser dinivîsim. Girêdana bi saziyan ve girêdana pênûsê ye.

Vejîna Kurd ta niha helbest, çîrok û roman nivîsandine, ew di nava van warên cuda de bêhtir xwe li kû dibîne?

Min bi helbestê dest pê kir, lê li vê dawiyê roman bêtir min berve xwe dikişîne.

Em di serdema romanê de ne, hûn vê gotinê dipejirînin? Ma hûn dibînin ku helbestê ronaka xwe winda kiriye, yan hîn li hember celebên wêjeyê yên din xurt e?

Edebiyata kurdî gulistaneke ku gulên rengereng tê de hene, her gulek reng û bihneke xwe ya cuda heye. Ew hemî hevdu tamam dikin û gulistana wêjeyê dixemilînin.

Li gor şopandina me em dibîbin ku piraniya nivîskarên kurd helbestê dinivîsin. Lê ev nayê wateya ku helbest ji roman û çîrokê xurtir e. Helbestvan pir in lê helbest kêm in.

Te ji helbestê berê xwe daye romanê, ma niha bandora romanê zêdetir e? Di nivîsandina romanê de jî te kariye xwe ji bandor û zimanê helbestê rizgar bike?

Çîroka min bi romanê re cuda ye. Dema dewleta Tirk û hevalbendên wê êrîşî Çiyayê Kurmênc dikirin, ez li Efrînê bûm. Me her tişt bi çavê xwe didît. Êş, xwîn, kuştin, koçberî, balefirên şer û bombebaran bûbûn navnîşanên demê. Di wê rewşa dijwar de min xwest êşa gelê xwe wergerînim. Min romana Hawarine Efrînî di wê demê de dinivîsand, mebesta min ne ku bibim romannivîs ya çîroknivîs. Pênûsê ez li pey xwe dimeşandim.

Pê re min ji romanê hez kir û min xwest di wî warî de berdewam bikim.

Di baweriya min de pênûsa ku helbest herikandiye wê nikaribe xwe tam ji zimanê helbestê bişo, lê ew dikare hevsengiyekê peyda bike. Bi zimanekî xweşik û lihevhatî hevokan birêse.

Romana kurdî (zaraveyê kurmancî) niha li kû ye, çi astengî li pêş wê hene ta bêhtir bê belavkirin û xwendin? Rola romannivîsan jî di vî warî de çi ye?

Geşedaneke berçav di warê romana kurdî de heye. Romannivîs hene, xwênerên romanê jî pir in. Lê mixabin rexnegerî kêm e.

Di romana “Rûmet” de, ji bilî rewşa jinê bi giştî, te behsa pirsgirêk û astengiyên li pêş jina xwenda kirine. Nêrîna we bi pêgeha jina kurd a xwenda çi ye? Pêwîstiya wê bi çi heye ta ku rola xwe ya bi bandor bibîne?

Civaka kurdî civakeke bindest e, welatê me peçekirî ye, zimanê me qedexe ye, dibistan û zanîngehên me tune ne, û hîn bi ser de adet û kevneşopên civakê jî li pêş jinê kelemên herî mezin in. Jin nîvê civakê ye. Eger jin bi rola xwe ranebe civaka me li pêş nakeve.

Di roman Rûmet de min ev pirs hinekî ji hev şeland, pirsgirêkên jina nivîskar anîn ziman. Lehenga romanê dibêje: Bi ya min be li paş her jineke serkeftî ew jina bi xwe ye!

Pêwîstiya jinê bi zanîn, xwendin û vînê heye.

Rola nivîskarên kurd ên jin di qada wêjeyê de gihîştiye asta daxwazan, yan hîn beşdariya wan di destpêkê de ye? Çareserî çi ne?

Li gor şopandina me, em dibînin navên hin nivîskarên jin li asîmanê wêjeya kurdî vedibrûsin. Lê mixabin hejmara wan li ser tiliyên destan tê jimartin. Hêviya me ew e ku jina kurd weke ku xwe di gelek warên jiyanê de çespandiye karibe li meydana wêjeyê jî rola xwe baş bilîze.

Di rewşa nebûna pîvan, nirxanin û kontrolkirina weşandinê, romannivîş çawa dikare navê xwe di hizra xwendevanan de bikole?

Birastî tiştên te anîne ziman pirsgirêkên herî mezin in li pêş nivîskar.

Bo min ez dibêjim em ê binivîsin û ji demê re bihêlin. 


www.kurdistan24.net

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).