Li gor ragihandina rêvebirên karnevala Corc Înisko li Boxarêst jenîngerê piyano yê Romanî Rado Lopo bi temenê 76 salî koça dawî kir, wan ew wek efsaneya muzîka kilasîk binav kirin. 

Heman rêvebiran di daxuyanekê de roja duşembê li ser rûpela karnevalê ya Fêsbûkê ragihandin: "bi dilekî kul û xemgîn me bihîst ku mayistro Rado Polo muzîkjenê payebilind û hevalê karnevala Înisko yê hêja koça dawî kir.

Herweha alavên ragihandinê amaje bi vê yekê kirin û anîn ziman ku hunermendê di 30 Mijdara sala 1945an de li Xalatî - Romanya jidayik bûye, li bajarê Lûzanê li Siwêsra piştî demeke dirêj bi arîşeya nexweşiyeke giran re jiyana xwe ji dest da.

Rêvebirên karnevala Înisko di pesnê gorbuhişt de gotin: em ta ebed bi wî kesê muzîk di kir sihirbaziyek serbilindin, herweha ragihandin ku wî xelata herî mezin ya karnevalê di sala 1967an bi dest xistiye.

Despêka Lopo li Emerîka di sala 1971ê de bû, ew li gel orkêstraya Kilîfland bû, paşê li gel ya Şîkago bû.

Di sala 1996an de Lopo xelata "Gramî" wek baştirîn sazvan di muzîka tekane de wergirt.

Di sala 2018-2019 de û jiber nexweşiyê Lopo dev ji karê muzîkê geriya, û li Siwêsrayê niştecî bû.


Jêder: AFP

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).