Feydeyên kuncî pir zêde ne. Kuncî bi du cureyan tê bikar anîn 1- Rûnê masajê. 2- Xwarin.

1. Masaja rûnê kuncîyan: Hûn dikarin sererast rûnê kuncîyan li tevahiya bedena xwe xin, 30 deqîqan bisekinin û paşê xwe bişon. Heke hûn karê giran dikin û diwestin (dibetilin –mandû dibin) hinek rûnê kuncîyan bi tiliya xwe li nav herdu birû, pişta guh û binê piyê xwe bixin. Wê betilîna we derbas be û hunê xewek xweş bikin. Heke hûn pêre guhdariya mûzîkek sivik jî bikin, wê hê jî  xweştir be.

2-    Rûnê kuncîyan, ji bo xweparastina li hember tahrê (sotina tavê) gelek bikêrhatî ye . Heke hûn hinek rûnê kakao jî tev bikin û xwe bidin ber tavê yan jî ava gêzeran vexwin, wê bedena we zûtir pê qemer (bronz) bibe .

3. Ji bo kesên pîr û yên di movikên wan de kişil (kils) heye û êşên giran dikêşînin: Heke hinek rûnê bîberiye, ji bo varîs, bawîbûn û tevgêra xwînê hinek rûnê tirincok (melîsa) tev bikin wê fayda wê zêdetir be.

4-    Rûnê kunciyan jî wek yê zeytê tev li hemi xwarinan û seletan dibe.

5-    Hûn dikarin kuncîyan li ser hemi xwarinên ku ji hevîr çêdibin bireşînin.

Jêder: Sahar TV


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).