Keça Kurd Rodî Elî ji sala 2015an ve koçberî Almanyayê bûye û li bajarê Munster dimîne, duhî xelata cîhanî ya Prenses Diana ji bo sala 2021 wergirt.

Rodî Elî ji dema gihîştina wî welatî fêrî zimanê Almanî dibe û derbasî zanînagehê dibe û beşa civaknasiyê dixwîne. Piştre wek wergervan ji bo xizmeta penaberan kar dike.

Çalakvana Kurd Rodî Elî demek e dest bi kar û çalakiyên di warê mirovî, civakî û xêrxwazî de kiriye di sala 2020an de jî ji bo pêşkêşkirina xizmetên întegerasyonê xwe ji bo hilbijartinên şaredariyê kandîd kir.

Rodî Elî di vê derbarê de ji K24ê re ragihand, xelat Princess Diana, Prensesa Wales, ji bo piştevaniya ciwanan li seranserî cîhanê tê belav kirin û ciwanên di warê karên mirovî, civakî û xwebexş dikin, dikarin vê xelatê werbigirin.” 

Herwiha got: “Ev xelat ji bo kesên di navbera 9 heta 25 salî tê pêşkêşkirin, yên kar û çalakiyên wan di ên warê xêrxwazî û civakê de hene û ciwanên ku dikarin cîhanê biguhêrin tê pêşkêşkirin.”

Destnîşan kir jî, “Ez endameke Komelaya AFAQ e.V. ya navdewletî me. Ev komela xizmetan pêşkêşî penaberan dike û wê komelê ji ber kar û çalakiyên min, navê min ji bo vê xelatê pêşniyaz kir û Desteya Xelatê jî bi dilxweşî navê min pejirand.”

Çalakvana Kurd Rodî Elî got jî: “Ez pir dilxweş im ku min ev xelat wergirt, lê ez ê hîn de kar û çalakiyên xwe de berdewam bin û hez dikim ku xizmetên xwe pêşkêşî civakê û penaberan bikim.”

Jêder: www.kurdistan24.net



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).