Peykersazekî Kurdê Rojhilatê Kurdistanê yê bi navê Elî Mutî li bajarê Wanê ya Bakurê Kurdistanê bi sedan peyker çêkirine, herî dawî jî bi paşmayên parçeyên hesin peykereke du metreyan ya pişîka Wanê çêkiriye. Ew dibêje armanca wî ji van peykeran parastina jîngeh û xwezayê ye, nemaze pişîk sembola Wanê ye.

Peykertraşê Kurd Elî Mutî yê li Wanê dijî, ji alavên xurde peykerê Pişîka Wanê ya 2 metre dirêj çêkir û peyker li serê Kuçeya Hunerê ya ciyê herî qelebalix ê bajêr hat bicihkirin.

Elî Mutî bi berhemên xwe yên ku ji xurdeyan çêdike, bal kişand û mehek berê jî bi alavên xurde yên wekî hesinên înşeatê, vîde, zincîr, bizmar, dîsk, perçeyên motorê, alavên tesîsata avê dest bi çêkirina peykerê pişîka Wanê ki.

Peykersazê Kurd diyar kir, wî şekil da hesin û bi wî awayî peykerê pişîka Wanê çêkir û wiha dewam kir, "Me hemû perçeyên hesin ji xurdevanan kom kir. Min alavên hesin veguherandin û kirin peyker. Berhemeke pir bedew û xweşik derket holê. Ez ê di demên pêş me de jî di çêkirina fîgurên cuda de berdewam bim."

Wî hunermendê Kurd di çêkirina vî peykerî de 6 hezar û 200 vîde û birxo, 63 parçeyên motora, 500 parçeyên hesinên ku di avahîsaziyê de tên bikaranîn, 20 parçe hesinên di karên avkîşanê de tên bikaranîn û 25 bizmar, bi giştî 6 hezar û 800 parçe hesin  bikar aniye.  Bejna vê pisîkê du metreye û giraniya xwe 650 kîlo ye. Bi alîkariya şaredariya navçeya Îpekyolê li qerebalixtirîn kulana bajarê Wanê Koça Hunerê hatiye danîn.

Geştyar Melihe Encişna  jî dibêje: "Me gelek eciband, pir xweşik e, diyar e karê dest û birastî bê hempa çêbûye. Em her ku tên vir em li bazara wê digerin û bi rastî wan xweşe."

Qaymeqamê Îpekyoluyê Îhsan Emre Aydin jî da zanîn ku, bi peykerê pişîkê yê bi alavên jikarketî hat çêkirin, wan xwest ew balê bikişînin ser hişmendiya jîngehê.

Îhsan Emre Aydin got: “Peykerê pişîkê yê ji alavên jikarketî hat çêkirin dê di heman demê de estetîka bajêr jî derxe pêş. Me peyker li serê Kuçeya Hunerê bi cih kir. Bala geştyarên navxwe û biyanî dikişîne di heman demê de. Wêneyan li ber dikişînin. Bi vî awayî dê bi kêrî turîzmê jî were."

Hunermend Elî Mutî ku wek Şêx Elî jî tê naskirin di sala 2007ê de ji Rojhilatê Kurdistanê derketiye û 9 salan li Herêma Kurdistanê maye û piştre çûye bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê û li wir karê xwe yê Peykersaziyê berdewam dike.

Wî vê carê ji parçe hesinan û lihêma ku lê kirî ev pisîka Wanê ya çavê wê du rengî çêkiriye. Xelkê bajarê Wanê ev peyker gelek ecibandine û her wiha bala geştyarên ku hatine vî bajarî jî dikişîne ser xwe û her kes li ber wêneyan dikişîne. Ew berhema hunerî dibe parçeyek ji bîranînên wan kesên diçin vir.

Jêder: Rudaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).