Di dawiya sala 2021ê de, nivîskarê kurd Şêrzad El-Qadî ferhengeke leşkerî taybet; îngilîzî - kurdî bi sernavê “Ferhenga Leşkerî Kurdî” bi awayekî serbixwe bi rêya kompanya Emazon ya Emerîkî, di nav 273 rûpelan de derxist.


Di ferhengê de gelek peyvên leşkerî yên ku ji aliyê nivîskar ve bi bizanyarî hatine hilbijartin, wergerandin û pênasandin hene.


Herweha rêbernameyek bilêvkirinê ya tîp û peyvên kurdî yên kurmancî têde peyda dibe, hevdem lîsteyên kurtebirên pileyên leşkerî, û yekîneyên ku di paşgirkan de hatine bilêvkirin heye.

Nivîskar ji bo ku bigihêje asteke bilindtir ji têgihiştinê, gelek peyvan bikar tîne da wateyên wan pevên leşkerî zelaltir bike û bi zimanekî hesan şîrove bike. 


Hêjayî gotinê ye ku Şêrzad El-Qadî çend pirtûk li ser ziman û çanda kurdî çap kirine, ji wan “Efsaneya Kawa.”

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).