Rêveberiya Festîvala Cannesê di daxuyaniyê de ragihand, ji ber ku cîhan di nav krîzek dijwar de ye û beşek ji Ewropayê xwe di nav şer de dibîne, Festîvala Cannes dixwaze piştgiriya xwe ji gelê Ukraynayê re nîşan bide.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Em dengê xwe tevlî wan kesên ku li dijî vê rewşa ku nayê qebûlkirin in û helwesta Rûsyayê û lîderên wê şermezar kirine, dikin.”

Rêveberiya Festîvala Fîlman a Cannesê piştevaniya xwe ji bo hunermend û karsazên sînemayê yên Ukraynî nîşan da û got ku ew û malbatên wan di metirsiyeke rasteqîne de ne.

Herwiha got jî: “Heta şer li gor şert û mercên ku gelê Ukraynayê jê raz be bi dawî nebe, em pêşwaziya şandeyên fermî yên Rûsyayê nakin û hebûna her kesê pêwendiya wî bi hikûmeta Rûsyayê re heye qebûl nakin.”

Festîvala Fîlman a Cannesê, yek ji girîngtirîn festîvalên fîlman li cîhanê ye û her sal, bi gelemperî di meha Gulanê de, li Cannesê li başûrê Fransa tê lidarxistin.

Jêder: (K24)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).