Piştî 7 rojan ji nîşandana bi dehan fîlmên Kurdî û navdewletî, 9emîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê bi xelatkirina fîlmên serkeftî bi dawî bû. Herî zêde du filmên Kurdî, Bûka Baranê ku derhênerê wê Husên Hesen e û fîlma Cîran ku derhênerê wê Mano Xelîl e xelat bi dest xistin. Beşdarên 9emîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê jî dibêjin ku festîval bi awayekî serkeftî bi rêve çû.

Lîstikvan û derhêner li ser xalîçeya sor a merasîma xelatdayînê di dawiya 9emîn Festîvala Filman a Navdewletî ya Duhokê de derbas dibin. Di destpêkê de xelatên projeya Nuhatê hatin dayîn ku bi 8 kurte-fîlman beşdar bibû.

Derhêner Ehmed Raîd li ser festîvalê got, “Di van heft rojan de em gelekî xebitîn. Ez û tîma xwe gelekî westiyan Ev hest nayêne pênasekirin û destkefteke gelekî mezin bû.”

Du fîlmên Kurdî herî zêde xelat wergirtin. Bûka Baranê ya bi derhêneriya Husên Hesen pênc xelat wergirtin ku ew jî Derhênerê Herî Baş, Lîstikvana (Jin û Mêr) Herî Baş, Sînematografî û Xelata Parêzgehê. Fîlma Cîran a bi derhêneriya Mano Xelîl xelata Fîlma Herî Baş, Senaryo û Lîstikvanê Zarok wergirt.

Derhêner Husên Hesen got, “Min îro her tişt ji bîr kir û ez li ser navê xwe van xelatan pêşkêşî hemû xebatkarên fîlman dikim, bi taybetî Mihemed Mohsen û Mehmet Aktaş ku di çêkirina vî filmî de alîkariya min kirin.”

Derhêner Mano Xelîl jî hestên xwe anîn ziman, “Du saet û çar deqeyan salon bêdeng bû û her kes bi fîlmê re dikeniya û digiriya, ev ji bo me xelata herî mezin bû.”

Xelatên Juriyê yên Belgefîlman ji bo Zimanê Dayikê ya Serkêw Misgerî û A Marble Travelogue a Sin Wang hatin dayîn.

Derhêner Sin Wang anî ziman, “Ji ber ku piştî şewba Coronayê ev cara yekem bû ku min derfet dît ku ez derkevim ser dikê û xelat werbigirim û ev xelat ji min re hat pêşkêş kirin li Kurdistanê ku cihekî pir xweş e û yekem car ez hatim vir, wateya wê gelek bû.”

Çend xelatên din jî ev bûn. Xelata Fipresci ji bo Pîrebok. Kurtefîlma Herî Baş a Kurdî ji bo The Banishmet a Yilmaz Ozdil û Kurtefîlma Biyanî ji bo Split Ends a Alireza Kazemipour hat dayîn.

Jêder: Rûdaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).