"Dualîzma Billucci û Tûnelê"

Li jora çiyayekî li ezmanê heftan, li xanîyekî li terefê şamê, cara pêşî min navê Gaspar Noé bihîst. Xortan xistibû serê xwe, em li "Plup Fiction" a Quentin Tarantino binêrin, lê xwedîyê malê bi yek gotinê nerîna me tevan guhert: Monika Billucci, Filmekî Monika Billucci li ba min heye. Li ba me jî heger navê Billucci bihata gotin, girêza xortan di ba kûçikê Pavlov re derdiket, û yekser "Malèna" ya ecêb ya Giuseppe Tornatore di şikefta serî de rûdinişt.

Xwedê!!! Ev "irreversible" a Gaspar Noé ye, divê em lê binêrin, filmekî yeman e, hevalekî me yê nîvhênijî wilo got û bi kefçîyê tevdanê qedeha xwe tevda û dest bi firfirandina çayê kir.

Di "Irreversible"ê de jî Gaspar Noé dîmena destdirêjîya cinsî ya herî dirêj di dîroka sînemayê de bi awayekî dirrinde û provokatîv bi gewde kirîye.

Billucci "Alex" di tûnelekê de nêzî 10 xulekan li ser hev bi awayekî hovane tecawiz dibe, tecawizkarê wê him kêr danîye ser histuyê wê, him jî di ber re kokainê dikşîne. Piştî ku şixulê xwe diqedîne wek hovekî lêdxîne heya wê dighîne halê mirinê. Film bi derhênerîyeke pispor û cihêwaz û li gorî herrikîna kronîkî, paşûpêr pê de tê, çîrok ji dawî dest pê dike û di destpêkê de bi dawî dibe. Anku dîmena pêşî bixwe, ya dawî ye jî.

Ji wê rojê de çi tûnela ber bi min ve tê Billucci ya reben û jihevketî tîne bîra min, û Billucciya Gaspar Noé jî tûnelên bi bêhna amonyakê, pîsîya sêwlekan û tecawizên ku di derzîyên hîrohînê de peşk bi peşk meyane.


"Camêrê me +18"

Noé gelek Filmên kin jî nivîsandine û çêkirine. Filmê herî balkêş ji wan "Sodomites" e, sidûma qewmê lût,simbola nêrbazîtîyê "homoseksualîtî" ya ku di Torat, Incîl û Quraanê de amaje bi çîroka wê bûye. Ev Film wekû Pornografîyeke xwerû tê jimartin, lê tekez tiştê cihêwaz û balkêş tê de ne ev yek e, bi qasî ku ew weke her carê bi kamîreya xwe ya reqas û bêhedan wê nerhetîya dîtbar û derûnî dighîne bînerên xwe. Ahengeke cinsî ya bêhawe ye di xewnekê de, ku dibe cihê her kesî tê de hebe, ji xeynî yên çavdêr û tabûyan.

Dîmen bi awayekî lezok tevlihev dibin, hêlehêl û handana cemawerên bêdirûv û bêrê û reyandina kûçik li bin guhê hev dikevin û jixwe riwê Philippe Nahon, kondoma reş û Kiloxê serî bi ser gerîneka dîmenên reqas û lezok dikevin.

Li ba Noé " û dibe di vê yekê de dabe ser devera derhênerê Îtalî yê navdar Pier Paolo Pasolini jî, nexasim di filmê wî "Salò" de, ku ji romana Marquis du Sade 120 roj ji Sidomê wergirtîye", pêjna xwestekên cinsî yên ekstrêmist û tunderêyetîya dilbijînê di hûrgulîyên gelek filmên wî de wek "I stand alone û Climax û Irreversible" de eşkere dibin. Noé dixwaze bîneran bajo wê tûnela hêwî a binhişê mirov a mişt xwestekên gemkirî, ew yên bi ser hev de di tarîya bêbinî de dewisandî û wek çavên heywanine kovî, birçî û todvedayî dibriqînin, ew devera ku yek dikare lê her tiştê bêhawe bike, bê ku a dinê rojê kesek bi çeplê wî bigre û wî bavêje hebsê, wek go Noé bixwe dibêje û derdibirre.

Di Filmê xwe "Love" de, bê izin û bê destûr bi dîmeneke pornograf a xwerû dest pê dike û hîn bîner cî ji fedîya xwe ya pêşî re nedîtine, dîmena sêkseke sêalî bi şiklekî rasterast û heşkere raserî wan tê, film zincîreke bîranînên cinsî ye. Bi rêya van xwenerojk û bîranînan, çîrok diherike û bi hev tê girêdan.

Rexnegir û nirxîneran ev yek wek "wêrektîyeke derîhed" nirxandin, ku cihê wê di Sînemexaneyên ji ber xwe fedî dikin de, tune ye. Nexasim, ku ev cara pêşî bû jî, tê de perîka „Cannes“ê li ber bayê fedîya xelkê di ezmanê heftan re derket.

Xelkê bi çavekî biçûk li vî camêrî han +18 dinêrîn, tu carî li serê wan nedixist ku ev camêr +18 nefsa wînê han e, ew ê ku xwe bi dizî li ber çavfirehîya wî diqurnisînin û pan dikin, "Love"ê xelk birra çavşikenandî kirin. Di nîveka Film de Noé bi rêya kesayetîya sereke "Murphy"re, ku ekterê emerîkî Karl Gusman bi rola wî rabûye, peyama xwe û ya film her duyan zelal û eşkere dike, dema ji hevala xwe û jineke din re di orta dîskobarekê de dibêje: win zanin xewna herî mezin di jiyana min de çi ye?

Xewna min a herî mezin ew e, ez filmekî çê bikim, tê de bikaribim birra û ji dil sêkseke sentîmental û hestyar diyar bikim û bighînim xelkê. Murphy bi xwe wek wî wek qesabê di "I stand alone"ê de ye, ku ekterê fransiz yê par ji nav me barkirî "Philippe Nahon" bi rola wî rabûbû û pirranîya lehengên filmên wî yên dî. Kesekî ji her tiştî bi nefret û bi hêrs e û tim û dayim di hundirê xwe de diaxive û dike pitepit, eyn yek pê dihise, ku ew di hundirê wî de diaxive. Murphy di deverekê de wilo di hundirê "xwe-me" de dinorîne:

- Te her tişt wêran kir, êdî tu bi kêrî tiştekî nema tê.

- Belê.. belê, tu hîn bi kêrî tiştekî tenê tê:

Xerakirina tiştan,

tu bi kêrî vê yekê tenê tê.

"Halusînasyona dîtbarî"

Noé dibêje, ku ewî rokê ji rojan kavkulîlka efsûnî xwaribû (magic Mushrooms) û li filmê Robert Montgomery "Lady in the Lake" dinêrî, gava di ber re jî hizra filmekî li serê wî dixe, ew film jî "Enter the Void" e. Di wir de, ew î ji Montgomery teknîka "Egoperspektive" ya serlehngê wî dedektîv Marlowe wergirtîye, ku kamîre bi rola wî radibe û ji bilî ku çend caran di mirêkê de xuya dibe, wekî din ji xeynî dengê wî tu pêjin jê re li ber kamîreyê namîne. Bi vî hawî dihêle ku bîner bi çavê serlehengê film, anku bi çavê kamîrê bibîne û temaşa bike, ew li vir jî êdî temaşevan bixwe jî dike kamîre. Di "Enter the Void" de Oscarê firoşkarê kereseyên narkotîkê, piştî ku hevalekî wî, wî dixe xefkê de, dixwaze di destavxaneya Barê de hebên hişbir biavêje nava tiwalêtê û xwe ji wan xelas bike, lê polîs bi lez digrin ser. Li vir tenê ew dixwaze wan bitrsîne ku dimançe pê re heye, lê hîn wilo ji hêla polîsên japonî ve tê kuştin, dîsa bi dîmenên hejok û nearam û bi halusînasyona çavê mirovekî di bin hêz û hêrsa narkotîkê de dihêle bîner giş tecrûbeya kuştinê bijîn û pê bihisin eyn wek ew tê kuştin. Yek dihise eyn gulle di laşî wî re derbas dibe. Oscar di hundirê bînerên ku di şûna kamîreyê de ne niha, bi van pirs û gumanan bi ser birîna xwe de dinale:

Ma birra derb li min xistin?

Ev a sor li ser destê min xwîn e ?

Diniya xerab e û min tiştek bi kesekî nekirîye.

Ez bi destên xwe nahisim, lê ev ne rast e, ez tenê serxweş im.

Ez dimrim, gelo birra ye?

Ez naxwazim bi vî hawî bimrim, min bibin malê xuhek min heye.

Noê dibêje: ku ne ji "space Odyssee" ya Stanley Kubrick bana, ew tu caran nedibû derhêner "ez ji vî filimî têr nabim belkî min bi dehê caran lê nêrîye".

Wekî din jî, du filmên din jî hene gelekî tesîr li min kirine:

* Angst ya "Gerald kargl"

* Eraserhead a "David Lynch", a ku ji bo min eyn xwenbest bixwe ye.

Û li gorî pispor û rexnegirê sînemayê yê emerîkî Tim Palmer, filmên wî dikevin rêza sînemaya leşî ku bi kêmvegotineke sivik û bi teswîreke êrşkar û nezelal, herwiha îlackirina bi sêksê, reftarên tund û ne nazik, nefreta ji civakê û bêhêvîtîya beloq, xwe derdibirrin.


Gaspar Noé

Gaspar Noé sînarist û kamîraman û filmçêkerekî fransiz yê biesil arjantînî ye, sala 1963 an li Buenos Airesa paytexta Arjantînê ji dayik bûye, û ew kurê şêwekar û nivîskarê arjantînî Luis Felipe Noê ye

Heya niha 6 Filmên dirêj hilbirandîye:

* I stand alone (1998)

* Irreversible (2002)

* Enter the Void (2009)

* Love (2019)

* Climax (2018)

* Vortex (2021)

Herwiha birreke filmên kin jî, ji wan:

* Tintarella di Luna (1985)

* Carne (1991)

* Sodomites (1998)

* Intoxication (1998)


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).