1.Şevbêdengî
tîrêja stêran
dengê şemalkan zîz
heyva çarde şevî nizim digirnije
xweşbextî

2.Asîman
dêmekî rengîn
li nav hizran
fireke dawî bask diheje
bêdengî

3.Li
ser ban
bêdeng û bêpeyv
wê bigirî xatir xwestibû
sinor

4.Tenê
rojên baranê
ez,dikarim xwe
ji sîbera xwe vedizim
Ez

5.Lem
lema deryayê
dûrî bêdawî ye
pêlên nizim lev dikevin

6.Êş
ew diçe
Bîranîn gerim dimînin
di guldankên şevên tarî
de

7.Razan
giran e
şevê amede bike
ji bo demeke dirêj
geşt

8.Buhurî
pencere hebû 
çivîk kete hundur
ba nema ,dîlan nema.
Azadî?

9.Spêde
avî hebû
xewn dane hev
şevê zor zirar kiribû
Hişiyar!

10.Spêde
fantaziyek çirûskdar
rondikên çavê gulê
sorahiya te sotandin lo
Erdhej .

(Yazdehok)
------------++++--------

Bêdawî were

Wêneyek im,
di mista xewnên te de..
Mîna balindeyekî,
destgirtî, 
li ser ba melevan bûm
Min çend gunehên te
di xefkê de razandin?

Ev helbestek e, 
li dora te û min digere
ez hilbijarteyeke vekirî me
dihejim..

Bêrîkirin, kirasê rojê ye,
li min,...
Destên min bêriya te dikin
çend nehêniyan diteptipînin
Her roj,
dixwazim çavên te
bi bendewariyê serxweș bikin
Asîman himbêz dikim

Çi ye? 
Ev keser,
girî
dûrbûn,
dûrahiya dûr
li ser vê zemînê,
teng û bi êș
..
Ez..
li azadiyê digerim
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).