Hejmara 18an a Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî (NA) derketiye. Kovara NA neh sal in tê weşandin û kovarê di vê hejmarê de li ser mijara “Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da” dosyayeke taybetî amade kirîye. Serpereştiyarê dosyayê Dr. Esmail Shams e û temaya dosyayê jî beşek ji dîroka Kurdan e.

Di vê jimarê da bi giştî yazdeh nivîsar hene. Ji van nivîsaran şeş heb derheqê babeta dosyayê (Lor û Goran di Çavkanîyên Serdema Navîn da) da ne û pênc heb jî derheqê babetên giştî da ne.

Ji nivîsarên dosyayê pênc heb, gotarên xweser in û yek jî wergêran e. Ji van gotaran sê heb bi Farisî (Ghodrad Allah Garavand, Lor û Loristan û Pêwendîya wan bi Kurdan re di Sedsalên Navîn de; Zohreh Mohammadi, Rexneya hin Lêkolînên Zimannasî yên di Nîvê Sedsala Dawîn de li Ser Zimanê Kurdî bi Taybetî li Ser Goranî/Hewramî; Reza Ghanbari Abdolmaleki, Xwendin û Nirxandina Belge û Çavkanîyên Dîrokî yên Derbarê Ebdulmelikîyên Şaxeke Goran da), hebek bi Kurdîya Hewramî (Modares Saeedi, Goran, Kurd, and Hewramani Relations at the Heart of the Manuscripts) û hebek jî

bi Kurdîya Kurmancî (Shahab Vali, Wateya Peyvên “Kurd” û “Goran” di Metnên Dînî yên Yarsan de) ye. Di dîroka Nûbihar Akademîyê da û reng e di dîroka weşangerîya Kurdên Bakur da Kurdîya Hewramî cara yekem di vê jimarê da bûye zimanê gotarekê.

Wergêrana vê jimarê jî derheqê babeta dosyayê da ye û nivîsara Farisî ya Abolfazl Khatibi ya bi navê “Nêrînek li Ser Hikûmeta Atabegên Loristanê di Sedsalên Navincî de” ji aliyê Cumhur Ölmez & İbrahim Tarduşî ve bo Kurdîya Kurmancî hatîye wergêran. Edîtorê dosyayê Dr. Esmail Shams di pêşekîya xwe da li ser naveroka dosyayê zanyarîyên pêdivî dane û mijara Kurdbûna Lor û Goranan bi awayekî xweş xulase kirîye.

Ji nivîsarên giştî çar heb gotar, yek jî nirxandina pirtûkê ye. Ji van gotaran yek di qada edebîyata Kurdî ya gel (Yaşar Kaplan, Di Navbera Çanda Nivîskî û Devkî da Beyta Feqîyê Teyran), yek di qada tarîx û mîtolojîya Kurdî (Ercan Gümüş, Nirxandinek Li Ser Mîtolojî û Dîrokê di Mînaka Dehaqê Zordar û Kaweyê Hesinkar da), yek di qada tesewif û civaka Kurdî (Mohammad Hajitaghi & Behzad Ehmedî, Rola Terîqeta Neqşebendîye di Geşedana Bizava Barzan da) û yek jî di qada zimanê Kurdî (Omer Abdulrehman Omer & Kawa Taher Dhaher, Rêyên Dirustkirina Termên Zanistî) da hatîye nivîsîn.

Ji van gotaran du heb bi Kurdîya Kurmancî, yek bi Tirkî û yek jî bi Farisî ye. Di vê jimarê da ji alîyê Şükran Coşkunê ve li ser pirtûka Ergin Öpenginî ya bi navê "Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk li Tirkîyeyê” bi Kurdîya Kurmancî nirxandinek hatîye kirin.

Nûbihar Akademîya ku salê du caran diweşe hem bi rêya çapê hem jî bi awayekî dîjîtal digihîje ber destê xwîneran.

Hûn dikarin ji van malperên dîjîtal ên kovarê xwe bigihînin naverokê: 

https://dergipark.org.tr/tr/pub/nubihar/issue/74949

https://nubiharakademi.net/

(AY)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).