Li bajarê Ruhayê yê Bakurê Kurdistanê helbestvanê navdar ê ji Kobaniyê Melê Kurd li koçberiyê yekemîn dîwana xwe ya helbestan çap kir. Ew li ser rêça Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Cegerxwîn diçe û helbestên xwe bi awayeke klasîkî dinivisîne.

Melê Kurd ku di helbesta xwe de cih dide neteweperweriyê, di heman demê de birayê nivîskarê navdar Jan Dost e.

Dema ku bîna wî teng dibe ji malê derdikeve, berê xwe dide ser banê xanê û kesereke kûr dikişîne. Her cara ku derdikeve ser xanî, risteke nû ya helbestê di dil û mêjiyê wî de dikewe.

Ew ji Kobaniyê ye û nêzî 10 sal in li Ruhayê weke koçber dijî. Ew birayê nivîskarê navdar Jan Dost, Melê Kurd e. Li ser şopa Melayê Cizîrî diçe û helbestên xwe bi şêweyeke klasîkî dinivisîne.

Melê Kurd  heta niha bi qasî 200 helbest nivîsandine û yekemîn dîwana xwe bi navê Dengê Dil çap kir.

Helbestvan Melê Kurd dibêje “Melayê Cizirî, Seydayê Xanî, Şêx Nuredîn ev hersê ez êsîr kirim. Pençê xwe di dilê min re kirin. Dereceya duyemîn jî Seydayê Cegerxwîn bû. Cegerxwîn di nava feqî û melayan navdar bû.”

Melê Kurd di aliyê şîrovekirina bîr û hizra îslamê de jî kesekî naskirî ye. Wî jî weke Cegerxwîn ristên helbesta xwe di navbera ol û neteweperweriya Kurdî de weke pirek daniye.

Helbestvan Melê Kurd diyar kir “Evîn û welat jî tiştekî kevneşop e. Seydayê Cegerxwîn beriya me Hejar û xeynî wan heta Cizîrî ev herdu alî bi hev re xistine nava mutedayê de. Helandine. Ez jî li ser wê şopê çûme. Fikir a neteweyê ye, ya evînê ye, ya civakê ye, fikra mirovperweriyê ye. Di ber de tayê zêrîn ji xwedanasiyê tê de heye.”

Melê Kurd di van demên dawiyê de xwe fêrî lêxistina defê jî kiriye. Ew evîn, derd û kul û hezkirina ax û welat bi helbestên Ehmedê Xanî û Meleyê Cizîrî weke derwêşek dide der.

Melê Kurd got “Di îslamiyetê de, di Zerdeştiyê de, di Krîstiyaniyê de, di hemû diyanetan de xizmeta perçeyekî û xilasa perçeyekî, xizmetek e ji mirovatiyê re, xizmetek e ji xweda re jî. Yanî ji hev cuda nabe. Xweda, însan û hiqûq. Ev hersê bi hev re ne.”

Di her xwendina ristek û lêxistina destek de bi awayeke menewî ji ser xwe ve diçe.

Jêder: Rudaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).