Hunermendekî Kurd ê ji Başûrê Kurdistanê ku niha li Brîtanyayê dijî, ji bo bidestxistina Xelata Artes Mundi ya Hunerî di kêberiyê de ye. Xelat jî xelata herî baş a hunerî ya li Brîtanyayê ye.

Pêşangeha hunerî ya Artes Mundi, roja Pêncşembê 9ê Hezîrana 2022an lîsteya kurt a beşdarên xelatê ragihand û Dr. Ruşdî Enwer ku hunermendekî Kurd e yek ji hunemendên di nava lîsteyê de ye.

Kêberî di navbera heft nîgarkêşan de ye; Ruşdî Enwer ji Herêma Kurdistanê, Karolîna Kaysîdo (Carolina Caycedo) ji Brîtanya, Aliye Ferîd (Alia Farid) ji (Kuwêyt/Puerto Rico), Naomi Rincon Gallardo ji Brîtanya, Taloi Havini (Bougainville), Nguyen Trinh Thi ji Viyetnamê û Mounira Al Solh ji (Lebanon/Holanda)

Nguyen Trinh Thi (Vietnam) and Mounira Al Solh (Lebanon/Netherlands) are all in with a chance to win the Artes Mundi prize.

Wan kesan şansê bidesxistina dehemîn Xelata Artes Mundi heye ku du salan carekê tê dayîn û mezintirîn xelata hunerî li Brîtanyayê ye, ku 40,000 pond e.

Berhemên hunerî yên nîgarkêşan dê ji Cotmeha 2023 ve heya Adara 2024 li çendîn muzexane û bajarên Wêlzê (Wales) bên nimayişkirin. Paşê dê wêneyak ji nav wan wêneyan xelatê werbigre.

Dr Ruşdî Enwer, nîgarkêş, lêkolînvan û çalakvanekî Kurd û ji Başûrê Kurdistanê ye. Ew di sala 1971an de li Helebceyê ji dayik bûye, sala 1992 li zanîngeha Kerkûkê endazyariya şaristanî qedandiye, paşê li zanîngeha Sydney a Awustralyayê bawernameya grafîk dîzaynê wergirtiye.

Di sala 2010an de jî mastera xwe di warê hunerên bedewa de li zanîngeha Melborn a Awustralyayê de bidestxistiye û paşê jî di sala 2016 de li heman zanîngehê di warê Felsefeya Hunerê de doktora wergirtiye.

Ruşdî Enwer dibêje, wêneyên wî ezmûnên kesî yên wî û bîreweriyên wî ne û ew hewl dide di rêya wêneyên xwe re tawanên rejîma berê ya Iraqê, ji sirgûnkirinê heta hewldana helandin û nehêlana nasnameya Kurdan nîşan bide.

Ew hunermendê Kurd 29 xelatên cîhanî bidestxistine, herwiha beşdarî di zêdetir ji 100 pêşangehên hunerî yên navdewletî de kiriye.


Jêder: Rûdaw

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).