Derûnnasê siwîsrî Carl Gustav Jung dibêje, gava mirov diwelide hişê wî berevajî gelek hizir û texmînan, ne wek kaxezeke spî ye, belam hin binemayên bîyolojî di binîka mejî de asê dimînin; ev binema bixwe dibe binhişê komî (kolektîf) li ba mirovan, ku ew bixwe jî dibe alav û jêdera şêweyên kesayetiyê li ba wî. Yek ji navdartirîn şêweyên kesayetiyê li ba Jung jî "Persona" ye; ev peyv bi koka xwe ji grekî hatiye wergirtin û ji wê maska ku berê ekterên grekî li ser dika şanoyê didan ber riwê xwe re dihat gotin. Bi vî hawî ev têgih di derûnnasiyê de bi wateya wê maska ku mirov di danûstendinên civakî de bi amanca parastina "ez"ê (ego)yê ji kartêkirinên negatîf xwe li dûv vedişêre; Herwiha Bergman jî ev têgih di dest xwe re û bi awayekî hostane derbasî cîhana sînemayê kiriye.

Derbarê vê yekê de bergman di kitêba xwe "Images" de dibêje, ku ew wê çaxê ji ber êşa sîngê di nexweşxaneyê de bû, dema ku sawêrên personayê di serê wî re çûn û hatin. Ewî pûxteya hizir û gumanên serê xwe bi çend peyvan ji hevkarê xwe re derdibire, çîroka film ya du jinan e, yek ji wan bê deng e û ya din diaxive, her du jî gelekî dişibin hev li wê rêjeya ku kesayetiyên wan tevlihev dibin û dibin yek.

Film bi gelek şêweyan hatiye şîrovekirin û li gorî rexnevanan jî heya niha tu analîzeke hevgirtî û zelal jê re nehatiye danîn. Yek dikare bibêje, ku ew weke gereke li bin çermê saw û bêhêvîtiyê ye, anatomya tenahiyê û norandina mikurhatinê ye.


Gelek dibêjin ku jêder û handera çêkirina vî filmî kesayetiyên her du akterên navdar Bibi Andersson û Liv Ullmann bi xwe ne; ji ber ku her du jî xoşewît û hevalên bergman yên herî nêzîk bûn, ewî nêzîkatiyeke mezin ya derûnî û leşî di nava wan her duyan de didît, ku êdî di serê wî de riwên wan di hev de dihilyan û dibişivîn.

Film bi çend dîmenên lezok yên bi hev ve ne girêdayî dest pê dike. Destên zarokekî, organê cinsî yê zilaman, film karton, skeletek di şanoyekê de, tevnepîrek, çavê berxekî tê serjêkirin û dûra gurandin û derxistina navdilê wî; dawî jî destek tê çarmîxkirin. Ev rêzedîmen tu girêdana wan bi çîroka film re tune ne û konteksta wan li ba gelek nirxîneran ne zelal e, lê bergman vê yekê di kitêba xwe "Images" bi vî aweyî zelal dike, "dema ez zarok bûm, min ji dikanan nîgatîfên Filman dikirî û min ew dixistin nav şilemeniyeke sodyûmê ya xurt de heyanî ku wêne ji ser diçûn û spî dibûn, dûra bi hibra çînî min xeyal û sawêrên xwe li ser dirisimandin, ev wêne bi salan di hundirê min de asê man, heyanî ku bi vî hawî rizgar bûn.

Dûra kamîre tê ser dev, bêvil û çena pîrejineke ramedandî ku eyn wek newaleke rût dixweye, di pey re kalemêrek li ser text paldayî, kes nizane razayî yan mirî ye; ev dever nexweşxane ye lawikek xwe li ser text bi vî alî û wî alî de dibe û tîne, radibe destê xwe dide kamîrê, li ser ekranê destê xwe bi ser riwên liv Ullmann û bibi Andersson re dibe û tîne, belkî ev bergmanê zarok bixwe be, ji ber taya nexweşiyê, cinkên wî, wî wek maryonetekê dilivînin.

Elisabeth Vogler a akter di dema ku rola elktra kesayetiya navdar ya destanên grekî,dilîze; ji nişka ve li ser dika şanoyê berê xwe diguhere û nema diaxive. Wek a ku bêkêriya axaftinê peland û rabihîst, bê deng ma û nema axivî, ew yekcar nema dixwaze dengê xwe bibihîze, nema dixwaze derwan bike, êdî ji hemî maskeyan qurifî; û ji ber vê lalbûna jixweber ya bi ken nixumandî, kete nexweşxaneyê de. Li wir derûnsaza wê lê pêşniyaz dike, ku ew bi hemşîreyekê re navê wê Alma bi tena xwe li mala wê ya li ber perê avê demekê bimînin heya bi ser xwe ve bê.

li nexweşxaneyê dîmenek heye, gelek kesan guh lê nekirine, Liv Ullmann "Elisabeth Vogler" li ber televisyonê ye û li dîmena şewata rêvanekî bûdîst dinêre, ev rêvan "Thich Quang Duc"e. Elisabeth bi tirs û saw lê temaşe dike, rêvan bê deng dişewite, her tişt tê de dişewite, tenê dilê wî saxlem dimîne, ew dilê Ikone, ku heya niha jî li dijî zordarî û binpêkirina bûdîstan li Vitnamê dijene. Şewitî bê go xwe bavêje bextê kesekî bê ku bikeve û biqîre, bê deng û his şewitî; tekez tu amanc û mebesteke siyasî di vê dîmenê de tune ye, lê belkî bergman xwestiye refleksa hundir û derûnê Elisabeth bixwe, ew wêrana sade û kûr bi rêya şewata evî rêvanî raber bike.


Li havîngehê û ji dêvla Elisabetha bê deng û nereht, tenê hemşîre Alma diaxive û dest pê dike li gelek veşartî û çîrokên xwe mikur tê.

Ev rolguherîna di navbera nexweş û derûnas de, bergman di filmekî dî de jî bi navê "Winter Light" bi kar aniye; di wir de mirovekî dilşkestî tê ba keşe bo dilê xwe jê re veke lê li şûna wî keşe jê re li xwe mikur tê.

Film di hewaya xewnan de diherike, êdî nema ji hev derdikeve kîjan ji wan maska ya din e, riwên wan di hev de dibişivin û dibin yek.

Bergman dibêje, ku her mirov aliyekî nexweşik di riwê wî de heye, ewî eyn ev alî ji riwên her du akteran veqetandiye û di riwekî de li hev aniye.

Bi vî şêweyî Elisabeth nûnertiya wî aliyê tarî û sert yê kesayetiya mirov dike, ew xweheziya veşartî û kone li himber wê jixweberiya sade û asan ku di mikurhatinên Almayê de diçurise û raber dibe.

Bi her hawî bergman dixwaze bibêje, ku heya bi wê dilpakiyê jî di hundirê sîska xwe de ziyan û egoperstiyê jî dihewîne.

Dibe jî çîrok tev seyranek be di sawêr û xeyalên serê Elisabethê de; Elisabetha ku xwedêgiravî helwestek bi bêdengiya xwe standiye, nameyekê ji mêrê xwe re dinivîse, tê de henekê xwe bi alma dike û raz û veşartiyên wê jê re heşkere dike. dema ku Alma nameyê dixwîne û pê dihise ku ew raserî pêkenînê hatiye, bi awayekî agresîf bi Elisabethê re dide û distîne geh dihêle pê li perçeya qizêzê bike geh jî dixwaze ava germ bi ser dake lê li vir Elisabeth diaxive û hêrsa Alma sar dibe û vediterise.


Bergman tu peyameke etîkî di nava nezelalî û nepeniya çîroka xwe de venaşêre, ew tu bersivê jî nade temaşevan, di personayê de bersiv bixwe jî pirs in, pirs bi pirsê nixumandî ne, û her pirsek jî maskek bi serê xwe ye, heger hat û mask herifîn, dê aliyên tarî di kûrahiya derûn de bibriqin û xuya bibin û êdî giş dibin wek hev, çê û xerab jî di hev de werdibin.


*Ingmar Bergman, derhênerê şano û sînemayê, sînarîst, filmçêker û sînemakarekî swêdî yê di cîhanê de bi nav û deng e. Sala 1918 an li Uppsala ji dayik bûye û sala 2007 an li girava Faroyê koça dawî kirîye. Ew î di jiyana xwe ya hunerî de 54 filmên sînemayayê, 126 şano, 39 şanoyên Radio û televisionê di navbera derhênerî û danîn û nivîsînê de çêkiriye. Bergman dibêje ku Persona jiyana wî xilas kir û rih dîsa pê ve anî.


Ji filmên wî : 

* Wild Strawberries 1957

* The seventh seal 1957

* The Silence 1963

* Winter Light 1963

* Hour auf the Wolf 1968

* The Passion of Anna 1969

* Cries and Whispers 1972

* Scenes from a Marriage 1973

* Autumn Sonata 1978

* Fanny and Alexander 1982


Ji şanoyên wî:

* The Tinder Box 1941

* The Ghost Sonata 1941

* Death of Punch 1942

* The Hotel Room 1944

* Light in the Shack 1951

* Wood Painting 1955

* The Magic Flute 1975

* Ghosts 2002


Ji karên wî yên televisionê:

* Rabies 1958

* The Rite 1969

* Scenes from a Marriage 1973

* Saraband 2003

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).