Dema çêkirina fîlmê. Fotograf: Murat Bayram

Kurtefîlma bi navê “Muzîka li pişt sînoran” di weşanê de ye. Fîlm behsa qedexeya li ser muzîka kurdî dike ku ji salên 1980yî heta sala 2022yan di vî warî de ti guhertin nebûye.

Botan Internationalê kurtefîlm bi piştgirîya Koma Mafên Kêmneteweyan a Navneteweyî (MRIG) çêkiriye. Fîlm ji bo demeke kurt di weşanê de ye.

Heta 1991ê li Tirkiyeyê li cihên civakî kurdî qedexe bû. Keçek û kurekî bûne evîndar, xwestine bi mûzîka kurdî daweta xwe bikin, ji bo vê yekê jî çareserîyek dîtine…

Derhênerê kurtefîlmê Ekrem Yildiz e û senaryonivîs Murat Bayram e. Mûzîsyen, Serdar Cananî taybet ji bo vê fîlmê mûzîkek amade kiriye.

Fîlm li Amed û Mêrdînê hatiye çêkirin. Hûn dikarin ji hesabê YouTubeyê yê MRIG lê temaşe bikin. (FD)

Jêder: bianet kurdi

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).