Huner û wêje gellekî nêzîk hevdû ne û car carna sînorên hev derbas dikin û dibin beşek ji afrandinê. Wisa hunermend û Nivîskar Laleşa Ûsiv vê yekê di berhmên xwe de pêktîne.

Bi bûkên xwe yên bi cil û bergên rengîn çîrokekê ya nivîskarekî kurd tîne ziman û dibêje ku "her berhmek çîrokek wê heye."

Laleşa Ûsiv di sala 1974’an de li gundê Kêrsê yê bi ser Xelata Bilîsê ve girêdayê ji dayîk bûye.

Dibistana seretayî li Bilîsê, ya navîn û liseyê jî li Tetwanê xwendiye.

Di sala1995-an de, wê li perwerdehiya giştî ya Bedlîs / Norşînê mamostetiya huner û karên destan kiriye

Lê ji ber neçariyê di sala 1995-an de, tevî malbata xwe koçî Stenblê kirin.. Heya sala 2002-an, di karê cilûbergan de wekî Stylist / Modelist xebitiye.

Di 2007-2009 de li Akademiya Stenbolê perwerdehiya hunera modeyê xwend.

Heya sala 2012-an, ji bilî mamostetiya hunerê li navenda perwerdehiya giştî ya Beşiktaşê, Laleş dest bi danheva û çêkirina şêwaz û modayên cilên jinan kiriye.

Di sala 2013an de li Zanîngeha MSGSÜ bêşê Dîroka Hunerê dest bi perwerdehiyay zanîgehê kir, ku bi rêka vê xwendinê pirr bandor li jiyana wê

Laleş ji bilê hunera dest û ya moda, çîrokan bi zimanê kurdî dinivîsîne , û ew yek ji ber bandora malbata wê tê ya ku piştgiriyê ziman û wêjeya kurdî bûn.

Nuha Laleş li ser piroja xwe kar dike, ku her çîrokekê kesayet taybet bi şêwaza bûkan çêdike û dixwaze ku di rêka wan de çîrokan şîrove bike, ji aliyekî rêzgirtinê dide zimanê kurdî û nivîskarên wê û ya din jî bi nazkiya van bûkan çav û dilê civatê geş dike.

(dengeamerika.com)
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).