XEWN Û HÊVÎ


Dema çûk difirin

Sema min û te li bîra min tînin

Giyan ber bijor ve dibin

Rûyê min di be gula berojê

Çirûskên bîrhatinên te çavê min disojin

Û wisa çavgirtî bihna nêrgizên te min bi ba re di revîne

Li ber axa ji nav destên te di weşiya

Min hêvî kom dikirin

Û ew yek bi yek li ber nigê te diraxistin 

Çinar li ber bejna te di çemandin

Xweziyên xwe bi keziyên te re dihûnandin

Û li benda şîreta kalemêrekî ku ji min re na axive !!

Dîsa ez winda bûm..

Li beyaniya sibeheke nû

Li ber dengê çûkan ji xeweke şêrîn şiyar bûm

Da ji nûve li te bigerim.


20/10/2021 - Ejman - Beyanî

---- 

Evîn û jiyan

Min her tu diviya û dax li dûv daxê 

Canê min dibirijtin ..

Raste ez tu carî ji evîna te têr nebûm..

Ji girnijîna lêvên te tim bê parbûm..

Lê ez tucarî ji xewna evîna te hişyar nebûm..

Ew yariyên dema zarokiyê te çend caran şikandin ..

û min ew hercar parve di kirin !!

Ta li dawiyê te dilê minjî şikand..

û hêviyên min ji ser dara omîdan pel bi pel weşandin..

Eve deh salin ez striyê evîna te ji gewda xwe di çinim..

Dewsa her stiriyekî çîrokek tê ristin..

 û bîrhatin wek lehiyê min li ber xwe dibin..

min serav û binav dikin..

yek caran ez mirî me..

û yek caran di nav lehiyê de tî me....!!

Nalîna can... 

ji ber kovanên kul dîwarê keliha Mêrdînê quldike ........

Ma çend temen ji evîndarekî re pêwîstin ?

da xwe ji dildariya te dûr bêxe..

û baskên çengokirî yek carê li ber ba xe..

Da jiyaneke nû hilbijêre û şûşeya te dil têde dîl girtî bişkîne..

Û careke din bifir e..

Û careke din bifir e.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).