Çi dixwazî?
#Mehmûd Derwîş:
Tiştekî na(ecibînim)
Dixwazim bigirîm!
#Lorka:
Dixwazim hinkî razêm
Hinekî
Kêliyekê..an jî sedsalekê
#El-Maxût:
Tiştekî naxwazim, ji xwe jiyana min hemû bazdan e û negihaştim tu tiştî, derveyî xityariyê!
Ey teşîrêsno: Ji xewnên xwe re kefenekî berfireh dixwazim!
#Bukowski:
Tişta ku dixwazim bikim, çûna nav livîna ye, çavên xwe bigirim û heta hetayî razêm!
#Kafka:
Westiya me, nikarim bi tiştekî bihizirim. Tenê dixwazim rûyê xwe bixim hembêza te, bi destên te ser serê xwe bihesim û heta hetayî wilo bimînim!
#Dostoyevskî:
Dixwazim herî kêm mirovek hebe, ku ez bikaribim wekî bi xwe re diaxivim pê re jî biaxivim!
Tu çi dixwazî?!
-------------------
0 Komênt