Pirtûka Metîn Aktaş ya bi navê “Nîşanci” ku rojnivîsa milîsekê serhildana 1925'an e bi wergêra Mordem Zel bi navê Sekvan ji weşanxaneya Ar'ê derket.

Sekvan serpêhatîyekî rast e ku serhildana Şêx Seîd bi çavdêrî û bîranînên milîsekê Kurd hatiye honandin.

Ev serpêhatî, ji destpêka serhildanê hetanî darvekirina Şêx Seîd û 47 pêşengên serhildanê didome.


Bi xwendina pirtûka “Nîşanci” lêkolîner û nivîskar Mordem Zel dibêje ku serhildanên Kurdan yên ku di nav civakê de dihatin axaftin bû sedema wergerandina vê pirtûkê.

“Mezinên me gelek caran ji me re behsa vê serhildanê dikirin. Hatina Şêx Seîd ya gundê me û kesên piştgirî dane serhildanê, bihîstibû. Em bi çîrokên wan mezin bûn. Piştî ku derfeta xwendina pirtûkan jî çêbû min yek ji wan pirtûkan ya Metîn Aktaş xwend. Ew bandora serhildanan ku bi vegotinên mezinan li ser min kiribûn min di vê pirtûkê de jî dît.”

Zel di berdewamîya axaftina xwe de behsa naverok, mijar û serhildana Şêx Seîd, plana dewletê ya dijî Kurdan û çîroka milîsê Kurd yê bi navê Cem wisa dike.

“Qehremanê vê pirtûkê ciwanekê Alevî û Kurd ê ji Dersîm’ê yê bi navê Cem e. Xwişkeka wî heye û bavê wan Cemal jî di Alayên Hemîdîyê de cîh girtîye û piştre jî ji ber xirabûna derûnîyê, xwe kuştîye. Jiber ku bavê wan xwe dikuje, bazirganekê hevalê bavê wan li wan xwedî derdikeve. Bi taybet jî li xort xwedî derdikeve. Wî bi xwe re dibe xirba Çewlig’ê ya sewalan. Ev bazirganê bi navê Silêman di alîyê Kurdewarîyê de mirovekê têgihiştîye û Cem jî perwerde dike. Di heman demê de wî hînî bikaranîna çekê jî dike ku Cem xortekî 16-17 salî ye.”

Zel jibo rûpelên pêşdetir jî diyar dike ku dewlet wê demê jibo kuştina Şêx Seîd di nava hewildanan de ye û dixwaze vê serhildanê bitepisîne.

“Jibo kuştina Şêx Seîd derfetekî wan ê bi hêsanî bikin tuneye. Jiber vê yekê xwestine bi kurê Cemal, Cem vê yekê bikin ku Cemal di nav Alayên Hemîdîyê de cîh girtibû. Jiber ku Cem hem sekvanekî xurt û hem jî zarok e, ew ê kes şike ji wî neke. Di heman demê de Cem xortekî Alevî ye û Şêx Seîd jî Sunî ye. Lewra jî dewletê xwestiye neyartîyeke mayînde di nava Kurdên Alevî û Sunî de çêbike.”

Lê nivîskar Zel dibêje ku Cem plan û armanca dewletê vala derxist û pêşî li dijminatîya navbera Kurdên Alevî û Sunî girt.

“Dema destpêkê erka kuştina Şex Seîd didin Cem, bi kuştina dê û xwîşka wî gefan lê dixwin. Jiber vê yekê jî Cem bi roj û şevan li dû Şex Seîd digere û agahîyan digire. Dewlet wisa belgeyekê dide Cem ku li kuderê hêzên dewletê wî bibînin jê re pirsgirêk dernekeve.”

Ev serpêhatî bi wî awayî xilas nabe û haya Şêx Seîd ji Cem çêdibe. Şêx, bi vî xortî re planekê çêdike û heta roja dawî li gel şêx dimîne.

“Gava Cem diçe jibo kuştina Şêx, balkêş e Şêx wî ferq dike û xwe ji pêşiya lûleya çeka wî nade alî. Li ber şibaka qonaxê disekine û li Cem dinêre. Piştre, Cem tîne hundir û ji milîsan re dibêje; ‘Çeka wî bidinê, emê derbazî odeyê bibin û derîyê odeyê jî bigirin.’ Şêx bi Cem re plansazîyekê çêdike û ji Cem re dibêje; ‘Here bêje em ketin şer û Şêx bi min hesîya û min xwe bi zorê xilas kir.’ Gava Cem tê, Hesen Axa yê ku alê dewletê ye û erkê kuştina Şêx daye Cem ji milîsekê xwe re dibêje; ‘Ka ji min re çeka Cem bîne' Lûleya çekê bêhn dike ku çek nehatiye xebitandin. Li ser ser vê yekê dê û xwîşka Cem li ber çavên wî di xanî de dişewitînin û Cem ji destên wan direve xwe digihîne Şêx Seîd.”

Hêjayî gotinê ye ku serpêhatîya Cem ji alîyê Metîn Aktaş ve di sala 1974’an de dema diçe Xarpêt’ê û Cem nas dike destpê dike. Aktaş jî xortekî ji Dersîm’ê ye û xwedî seknekî kurdewar e.

Jiber vê seknê jî Cem bawerîya xwe bi Aktaş tîne û lênûska xwe dide wî.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).