Weşanxaneya Nûbiharê sê pirtûkên nû çap kirine. Ji van du jê çîrok in û yek jî romanek e.

Yek ji van pirtûkan çîroka “Zarokên li ber tev mehfûrê” ye ku Hûşengê Moradiyê Kirmanî ew bi farisî nivîsandiye. Kenan Sûbaşiyî pirtûk ji farisiyê wergerandiye kurdiyê. Pirtûka navborî pirtûkeke zarokan e. Di pirtûkê de behsa çîrokên karkerên zarok hatiye kirin, ew zarokên ku ji ber xizaniyê neçar dimînin di temenên xwe yên biçûk de kar bikin.

Pirtûka duyem jî ya bi navê “Rizgarkirina Jaydenê” ye. Nivîskarê ê Vladimîr Tûmanov e û Şehmûs Kurtî ew ji bo kurdiyê wergerandiye. Ev pirtûk ji di kategoriya pirtûkên zarokan de ye. Nivîskar di “Rizgarkirina Jaydenê” de tevî Aleks û hevalên wî derdikeve nêçîra pirsên matematîkê. Matematîka ku ji bo gelek zarokan kabûs e dê bi saya vê macereya fantastîk a Aleks bibe kelecaneke bêdawî. Tumanov bi vê şêwazê, matematîk û edebiyat kirine mêvanên mala zarokan.

Pirtûka dawî ya ku Nûbiharê çap kiriye, bi navê “Spêle” ye. Rûbar Elî nivîskarê pirtûkê ye. (FD)

Jêder: Bianet

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).