Payîz e
Û dotmîra kubar
Her çendekê
Bi xemleke nuh
Yarî û tenaziyan
Bi bayî re dike
Û Ba
Fîlebazekî xapînok
Û derewîn e
Welat bi welat
Digere
Cî û war
Jêre nîne.
Payîz e
Û ji bedena dargwîzan
Simorên qehwerengî
Xwe çemdikin
Himêza zemînên
Ku bi veşartokên zayinê
Mamtmayî.
Payîz e
Û jibermayên
Pelên ...
Ku hîn...
Bi guhkên daran ve
Helawistî mane
Yeko, yeko
Xwe werdikin
Qeraxên rêyan
Çîçekên...
Rengo, rengo ne
Û şopikên
Şeydayên bê mey û bade
Bi bîstikên serxweşiyê
Direngizînin.
Payîz e
Û payîz
Mîna bawermendekî
Bodêst
Mijûlî razên afrandinê
Û bêdengiya
Nimêjan bûye.
Payîz e
Ji rista mehan
Sê morîkên cuda
Berê rezan
Mîna guhanên siruştê
Ji doşava weşiyan
Xum..
Bi viyanê
Tên dagirtin.
Payîz e
Û refê qulingên
Ku ji koçê westiyayî
Tên çêrînê
Û vedhewin zeviyên
Ji nuh cotkirî.
Payîz e
Û ji pişta Gelawêjê
Hîna jî...
Henaseyên germ
Û ji memikên asîmên
Xunaveke hûrik
Dêmên
Hinarên ji işqê
Dirihayî
Bi hêminî
Digernijînin.
Payîz e
Û xirênî
Bi biskên xelxelok
Ên van darên
Por gijlok
Şilfî,tazî
Û nîv ser vekirî
Dikeve.
Sir û serma
Êdî...
Sebet û gencîniyên
Payîza dawîn
Dinixumînin.
Payîz e
Û Simorên can sivik
Bi hez û livên
Bê hempa
Û çivîkên..
Ji germiyanan re
Her amade
Û çîrok û çîvanokan
Ber bi oxira
Werzan ve
Dikim, nakim
Giyanê min
Na teviz e
Her gavek
Û qirçînî
Ji dilkên ...
Pelên çilmisî
Tête der
Kemaneke
Hêmin û dilzîze
Payîz
Sinfoniyeke
Bê hedan e
Her bi sewedan dilîze
Payîz.
Dubare, sêbare
Parçeyên hestên melûl
Û ji ber hev çûyî
Berhev dike
Û bi harmonî
Pêlên rewan
Dijenîne
Ey payîz.
Payîz e
Û sibê
Dê simor
Li kakilkên zivistanê
Vegerin
Û dê pelên riziyayî
Û şaxên pel weşîn
Tevlî govenda
Axê bibin.
Sibê...
Ne çivîk dimînin
Û ne jî...
Şopa pêkên min.
Bi tenê
Dê ...
Mista destekî
Ku bi xameya Payîzê
Hinekirî
Bi tenê
Dê...
Terîşên miradan
Û niviştên...
Ku bi pendên demsalan
Û bi razên ciwaniyê
Avis
Li vir ...
Bimînin.
20/ Kewçêra 2020.
0 Komênt