Serê sedsala me ya nû, di bin çengên min de "şeş tembînameyên Italo Calvino" û baran ji erd û ezmanan dibare. Şevder bi dostekî xwe re li kuçe û cadeyan me qala şevbest û taswasan dikir. Piştî ku em şil û pilî hev bûn û em bûn av û delav; lêhatina westanan berê me da sikakeke tarî, li wir em derbasî odeyeke sar bûn, ku bi hilma kufnika hêwî mişt.

Xortekî keçel di nav livînê xwe de li ser text paldayî bû, û li ber roniya çirayeke zer î qels kitêbek dixwend; min dikir nedikir ku sernavê wê bixwînim, min nikarîbû; lê navê xwediyê wê wek diranên qereçiyan ên zêr dibiriqand "Pier Paolo Pasolini".

Piştî nêzî du salan û li şama paytexta sûryayê, min heman kitêb li kenarê kolanekê avêtî dît û bi qeleneke pirr erzan min ew kirî; Qiyametek kitêb li keviya rê wek berxên rebtan di zik hev de riqufandî bûn, kitêbên ku firoşkarên kolanan navê wan dikin "kitêbên bikarhênayî" yan wek xwedevan ji wan re dibêjin " Kitêbên kevin". Nizanim, ma kitêb jî kevin dibin?

Li bayê vegerê, min helbestek bi meşê jê xwend, sernavê wê "Marilyn Monroe" bû; Monroeya ku pirîsk bi pirîsk ji şoşeyên Coco Chanel difûre, Monroeya ku ji pêvî zarokên beravêtî û mirî ji Arthur Miller re neanî û wexta ji dev hev berdan, Frank Sinatra devera hêvîşikestinê di dilê wê de bi kûçikekî xweş kir.

Roja 2ê cotmeha Sala 1975 ê li peravê Ositayê nivîskar, helbestkar, şêwekar, derhêner û Sînaristê îtalî yê navdar Pier Paolo Pasolini di halekî xirab de, kuştî hate dîtin. Jiyaneke derasayî ku ne bi mirineke derasayî be kela wê hênik nabe.

Kuştina wî ya razber kete histûyê "Pino Pelosi" xortê hivdesalî, yê ku xwedêgiravî ew li peravê deryaya Ositayê kuştibû û bi tirmêla wî jî bi awayekî hovane di ser re çûbû û hatibû. Pasolini bi meyla xwe ya homosekseuel navdar bû, û bi saya vê meylê Pelosi dixwest avê ser xwe zelal bike.

Lê vê dawiyê li xwe mikur hat û heşkere kir, ku komeke faşist li dû meseleya kuştina wî bûn, ku Pasolini bi "çepgirê bêhawe û pîs" didan naskirin û wî bi bêexlaqiyê tometbar dikirn.

Gelek dibêjin ku ew ji ber filmê xwe "Salò" yê ji ber Romana Marquis du Sade "120 roj li Sidomê" wergirtî, hate kuştin; ji ber ku di wir de hovîtî, bêhawetî û gemara desthilata Vatikanê û faşistan hetikandiye.

Herwiha sînarist û derhênerê îtalî Sergio Citti, ku bi hevkariya Pasolini di Filmê "Osita" de li heman peravê dîmena kuştina bira bi destê bira kişandibûn, heman peravê ku dê piştî pênc salan lê bê kuştin; bi vî hawê ecêb kuştina Pasolini derdibirre: Osita devereke nimûneyî û îdeal e bo xwegorîkirin û qurbandana mirovan, di dîroka Romaya kevin de Osita antica simbola xwegorîkirina mirovan e. Rastiya kuştina Pasolini li perê behra Ositayê ji pêjna sernivişt û qedera qurbanên dewrên kevin û dêrîn e, yên li heman peravî dihatin gorîkirin.

Nizanim, aya li wir Pasolini pirovaya kuştina xwe disêwirand û hazir dikir?

Citti gotina xwe bi vê yekê berdewam dike: Diramaya Oedipus bi awayekî ji awayan çîroka wî bû jî, ew ji nêzîkatiya jinan û ji razana bi wan re ditirsiya, ji ber ku riwê dêya xwe di her jinê de didît, dihisiya ku ew ê bi dêya xwe re razê; lema kesayetiya Oedipus pizana derûnê wî bû û bi kesayetiya wî ve şîrêzkirî bû; ji lewere ku çêkirina filmê "Edipo RE" jî û nexasim kesayetiya Oedipus ji bo wî reng û awayekî rizgarî û felatê bû, sîska mukirhatinê bû.

Filmçêkerê Îtalî û heval û hevçerxê Pasolini Bernardo Bertolucci dibêje ku, pirraniya leheng û akterên wî teres, pûşt, diz û kirîmînelên biçûk bûn. Ji ber ku di baweriya wî de, yek di heyîn û rastiyê de çi be, wilo jî dê di dema filmçêkirinê de bertek û tevgerên wî yên jixweber û xwerû, înîstîkt û xerîzeya birra û binhiş ya kesayetiya wî hilgerîne.

Li hêla din, Pasolini çepgir û radîkalekî jidil û nermik bû, ku bi awayekî romantîk sermayedarî red dikir û nedixwest pê re têkeve bergiriyeke dîrekt û bê encam.


Pasolini van helwestan di gelek filman de diyar dike, nexasim di filmê "Teorema" û di filmê "Medea" de, ku akter û stranbêja îtalî ya bi esil grekî "Maria Callas" bi rola wê rabûbû. Di „Medea“ de Pasolini hovîtiya rîtûel û serdema Berberan dide ber civakeka nûjen ku ji pêbaweriyan azad e, lê derdê wê desthilatdarî û talana mal û milk e; mînak û projeksyoneke zîrek derbarê sermayedariya nûjen de ya rewan û hişxur, ku di romana xwe ya dawîn û netemakirî de "Petrolio" de amaje pê kiriye.

Dacia Maraini nivîskara îtalî vê yekî bi kurtî derdibire: Pasolini li pakiyê digeriya, pakiya dîrokî, dûrî şaristaniya nû û civaka pîşesaz û xerîdar; ev bertek û nerîna siyasî ya wêrek ku Pasolini wê bi van gotinên ku ji reha rûrêsê hatine vebijartin, derdibirre: îro sîstemeke faşist li Îtalya tune ye, sîstema me xwedêgiravî demoqrat e lê ev dekadens û bêsinciya fikrî û çandî ku li me peyda bûye, heya bi fişistan nekarîbûn wê peyda bikin. Desthilata me ya îro desthilata civaka xerîdar e ku cihêrengiya bedew û dîrokî li Îtalyayê têkbirye.

Ez dikarim niha bêşik bibêjim, ku faşîzma birra, desthilata ev ê civaka xerîdar û xercker e, û ev yek jî eyn wek şevbestekê bi giranî di ber çavên me re dibihure û ji pêvî ku em dibin dermaleyên wê, tu tiştekî dî ji dest me dernakeve.


Pier Paolo Pasolini, helbestkar, nivîskar, şêwekar, sînarîst û derhênerekî Îtalî ye, di sala 1922 ê li Santo Stefano ji dayik bûye û sal 1975 li Peravê deryaya Osityê hatiye kuştin. Bi dehan film û kitêb çêkirine û afirandine.

Ji Filmên wê yên navdar:

* 1961 Accattone

* 1964 Vangelo secondo Matteo

* 1967 Edipo RE

* 1968 Teorema

*1969 Medea

* 1975 Salò

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).