Ji demek nêzîk ve weşanxaneya "Pluto Press" ya Berîtanî pirtûkek nû ji 288 rûpelî bi navê "Cîhanê em jibîr kirin: Şingal û komkujiya qirkirina Da'iş ji Êzîdiyan re" weşand.


Pirtûk behsa komkujiyên ku li dijî Êzîdiyan di 3ê Tebaxa 2014an de li Şingalê li Kurdistana Îraqê bi destê terora Da'işê bikar hatin dike, dema ew bi hezaran di komkujiyê de kuştin û derbeder kirin.

Nivîskar Tomas ŞİMÎDÎNCER ji Êzîdyan re di axive, ew kesên ku dîroka xwe dibînin, û bê çima ev komkujî dermafê wan de bikar tên, û rola vê yekê li ser jiyana wan ya îro.

Ev kar wek tê zanîn yekemîn nivîs e bi zimanê İngilîzî ku bi giştî li ser xelkên Êzîdî û bi zimanê Wayî taybet daxive, herweha bê çawa pêşmergeyên kurdistan yên girêdayî PDK di alîkariya xelkêde têkçûn hevdem basa alîkariya ku Yekîneyên Parastina Gel yên Sûriyê arasteyî xelkê kirin dike.

Ev pirtûka girîng dîroka Êzîdiyan û serpehatiyen wan careke din vedgerîne bercavan û daxwazê ji cîhanê dike da berxwedana wan neye jibîr kirin.

Hêjayî gotinê ye ku Tomas ŞİMÎDÎNCER zanyar û siyasetmedar û Însiropolociyê çandê li zankoya Viyenayê, hevdem ew bixwe serokê giştî yê komeleya Nimsayê ya xwendinên Kurdî ye, herweha ew nivîserê pirtûka "Rojava" ye.
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).