Weşanxaneya Nûbiharê ku navenda wê li Stenbolê ye tevî şertên giran yên krîza aborî, di du mehên dawî de 27 pirtûk çapkirine.

Ji van pirtûkan, 12 pirtûk bo cara yekê têne çapkirin ku 11 ji van pirtûkan bi zimanê Kurdî hatine nivîsîn û 15 pirtûkên din jî wek dubare hatin çapkirin.

Ji van pirtûkên nû pirtûka Mela Ahmedê Palo ya bi navê “Civîna Nemiran”, pirtûka Mihyedînê Mihemedê Remo ya bi navê “Gotinen Peşîyên Kurdan Bi Zimanê Gundan” û hin pirtûkên klasîkên cîhanê jî, di nav de gelek berhemên giranbuha hatine çapkirin.

Di vê demê de hejmara 160 ya Nûbîhar’ê ku kovara çandî, hunerî û edebî ye jî ji heman weşanxaneyê derket.

Di heman demê de 12 heb pirtûkên din ku ji van jî 9 pirtûkên nû yên Kurdî û 3 pirtûk jî wek dubare niha têne çapkirin.

Berpirsê Kovar û Weşanên Nûbiharê Suleyman Çevîk hem li ser çapkirina van pirtûkan hem jî ser qeyrana aborîya li Tirkîyê axifî.

“Mijara qeyranê di weşangerîya Kurdî de tiştekî normal e. Ango dema weşanxaneyên Kurdan ava dibin di bin qeyranan de jîyana xwe diborînin. Jiber ku statûya zimanê Kurdî tuneye û li xwendingehan de Kurdî nayê bikaranîn û ji alîyê sîyasî rewş wiha ye. Rewş û pirsgirêkên Kurdan li Tirkîyê çi be rewşa weşanxaneyên Kurdan jî ev e,” wî ji Dengê Amerîka re got.

Çevîk di berdewamî axaftina xwe de jî destnîşan kir ku tevî van zehmetî û astengîyan jî ew jibo mîsyon û armancên xwe çapkirina pirtûkan didomînin.

“Hemî weşanxane jibo zimanê xwe ser pîyan bihêle û pêş ve bibe û bi zimanê xwe literatûrek çêbike fedakarîyan dike. Di salên dawî de rewşa aborîya Tirkîyê hinek xirabtir e. Jiber bilindbûna nirxên diravên bîyanî tu kes pêşîya xwe nabîne û ditirse. Jiber vê yekê jî em bi qeyranê re şer dikin. Çapkirin jî û çapnekirina pirtûkan jî niha zerar e. Lê çapkirin ji çapnekirinê çêtir e. Hem bi pirtûkên nû tevgerek biçûk çêdibe hem jî tu pirtûkekê li xweşanxaneya xwe zêde dikî,” Çevîk da zanîn.

Hêjayî gotinê ye ku Weşanxaneya Nûbîhar ji sala 1992’an ta heta îro xebatên xwe yên jibo pêşketina çand, hûner, dîrok û wêjeya Kurdî didomîne. Herwiha Nûbihar ji alîyekê ve pirtûkan ji alîyê din ve jî bi navê Nûbihar û Nûbihar Akademî du heb kovaran diweşîne.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).