Stranbêj Nûdema Dûrak di sala 2015an de ji ber ku bi kurdî stran gotin, hat girtin û bi tohmeta ku "endama rêxistinê ye" 19 sal ceza lê hat birîn. Piştî ku hate girtin û ceza lê hate birîn, li Fransayê kampanyaya bi navê ‘Free Nûdem Durak’ hat pêşxistin û di demeke kurt de ji hunermendên wek Roger Waters yê endamê koma Pînk Floydê heta kesên feylezofê emerîkî Noam Chomsky tev li vê kampanyayê bûn û azadiya Nûdem û yên wek wê ji Tirkiyeyê xwestin û ev kampanya hê jî didome. Yek ji van kesên di nav vê kampanyayê de bi awayekî aktîf cih digre jî nivîskarê fransî Joseph Andras e.

Andrasî ji bo Nûdem Dûrakê pirtûkek amade kiriye. Navê pirtûkê ‘Li Ser Axa Kurdistanê-Nûdem Dûrak’ (Nûdem Durak-Sur la terre du Kurdistan) e. Pirtûka ku Weşanxaneya Ici Basê çap kiriye bi fransizî ye û di 5ê Gulanê de derketiye. 

Joseph Andrasî derbarê pirtûkê, kampanyaya ji bo Nûdem Dûrakê û rewşa kurdan a li Tirkiyeyê û karvedanên rewşa kurdan a li cîhanê de bersiva pirsên me da.

“Çîroka Nûdemê hew ji hişê min derket”

Di 5ê Gulanê de pirtûka te ya bi navê ‘Li Ser Axa Kurdistanê-Nûdem Dûrak’ (Nûdem Durak-Sur la terre du Kurdistan) derket. Te kengî navê Nûdem Dûrak bihîst? Çima te pêdivî pê dît ku tu ji xwînerên xwe re behsa Nûdemê bike û li serê binivîse?

Min navê Nûdem Dûrakê cara yekem di sala 2018 an jî 2019an de bihîst. Rojekê di qenala Al Jazeerayê de ez rastî nûçe-dîmenê Nûdemê hatim. Çîroka wê ya beriya sala 2015an di nava 9 deqeyan de bi dîmen dibuhî û ji xwe hew çîroka vê stranbêjê ji hişê min derket. Hema hema bi tesadûfî min ew di vê nûçeyê de nas kir. Weke gelek fransiyên li dijî kapîtalîzm û emperyalîzmê disekinin, ‘meseleya kurd’ demek bû di hişê min de jî diçû û dihat û min jî dixwest hê zêdetir bi vê meseleyê ve eleqedar bibim. Vêce di kêliyê de min hewl da ku ez Nûdem û doza wê nas bikim. Ji xwe wek gelek kesan, min jî dizanîbû ku demokrat û şoreşgerên kurd û tirk ji aliyê rejîma AKPyê ve rastî çewisandinê tên. Lê ligel van zanebûnên min ên heyî jî, tenê ji ber stranên siyasî 19 sal ceza tişteke dûrî aqila dihat! Lê mixabin rewş ev bû.

*Nûdem Dûrak

Nûdem Dûrak tenê stranên gelê xwe, çanda xwe û bi zimanê xwe gotibûn. Wek din tu sûcê wê tunebû. Ji ber fikrên wê, jiyana wê parçe parçe dibe. Ji ber ku ez fransiz im û têkiliyên dewleta Fransayê yên aborî û leşkerî bi dewleta tirk re hene, tiştên ku li Tirkiyeyê diqewimin bi rastî min û hemû fransiyan eleqedar dike. Li nîvê Parîsê di sala 2013an de 3 jinên aktivîst ên kurd hatin qetilkirin û ez xwe ji van tevan berpirsyar dibînim. Ji ber ku ez sosyalîs im. Li her deverê cîhanê sosyalist, ji bo   wekhevî û azadiya gelan li ber xwe didin û li kû deverên cîhanê bin jî hemû rêhevalên hev in. Yanî hebûna neteweyan ji bo biratiyê ne astengiyek e. Ji ber vê yekê jî min jiyana Nûdemê kir pirtûk. Ji bo min vebijarkek aşkere bû ku jiyana Nûdem Durak bi pirtûkekê vebêjim.

“Pirtûk di nava pirtûkê de ye”

Ez dikarim vê pirtûka xwe wek lêpirsîneke wêjeyî pênase bikim. Ya rastî ez ji peyva ‘lêpirsîn’ê hez nakim, ji ber ku di zimanê fransizî de wek lêpirsîna polîsan tê guhê mirovan, lê peyveke din jî cihê wê tije nake ji bilî lêpirsînê. Beriya her tiştî ew pirtûkek e ku tê de pirtûkeke din heye. Ew jî pirtûka Nûdem Dûrakê ya ku li girtîgehê nivîsiye û cara yekem di vê pirtûka min de hatiye weşandin. Yanî pirtûk di nava pirtûkê de ye. Nûdem hêvî dike ku rojekê bi zimanê wê yê resen çap bibe. Hêviya min jî ew e. Vê gavê hem pirtûka wê hem jî ya min hûn dikarin bi zimanê min bixwînin.

“Ji bo Nûdemê ez hatim Kurdistanê”

Ji bo tu Nûdemê nas bikî, te berê xwe da welatê wê. Pêvajoya amadekirina pirtûkê çawa borî?

Di serî de min li ser Nûdem Dûrakê di rojnameya L'Humanitéyê  de nivîs nivîsîn. Tê zanîn ku ev rojname di sala 1914an de ji aliyê Jean Jaurèsê muxalîf ve cara yekem hatiye derxistin. Piştre ez ketim nav hewldanê ku malbata wê nas bikim û min xwe gihande malbatê. Dawiya dawî min dît ku wiha ji dûrî nabe. Ez hatim Kurdistana Bakûr. Min serdana malbatê kir û ji bo rewşa Nûdemê ez çûm gel parêzerên wê. Lê mixabin ligel hewldanên min jî min nikarîbû bi Nûdemê re hevdîtinê bikim. Ji ber ku serdena bi rehîneyên rejîma AKP-MHPyê re pir zahmet e. Tenê bi awayekî bi rêkûpêk me name ji hevdû re şandin. Min çend hevalên wê yên ku hatî sirgûnkirî jî nas kirin. Hin ji van hunermend Zehra Dogan û rojnameger Meltem Oktay bûn. Xebatên min ên ji bo pirtûkê 4 salan berdewam kirin û di 5ê Gulanê de jî hat weşandin.

“Bi vê pirtûkê min hewld da dengê girtiyên azadiyê belav bikim”

Wek min fêmkirî ev pirtûk bi kampanyaya bi navê ‘Free Nûdem Durak-Ji Nûdem Dûrak re Azadî’ ve jî girêdayî ye. Heman kampanya ji bo azadiya Nûdemê ev demeke ku gelek xebatên di asta navneteweyî de dimeşînin û gelek navên popûler ên wek Noam Chomsky, Pînk Floyd û hwd tev li vê kampanyayê bûn.  Gelo dê ev pirtûka te bandoreke çawa li vê kampanyayê bike?

Ya rastî ev pirtûk parçeyek ji vê hevgirtina enternasyonalist a kampanyayê ye. Ji bo kampanyaya Nûdemê û ji bo girtiyên siyasî amûrek e da ku hemû girtiyên siyasî bên famkirin. Di çîroka Nûdemê de çîroka her kurdekî heye. Çîroka kurdên ku her roj bi hêncetên cuda tên girtin, zimanê wan tune tê hesibandin û mafê wan tê binpêkirin. Pirtûk hê nû li Fransayê hat weşandin. Ji ber wê jî ez ê niha nikarîbim qala bandora wê bikim. Ji xwe pirtûkek bi serê xwe dê tê rê neke lê va ev kampanya heye. Wek pirtûkên min î din ez di wê hêviyê de me ku ev jî bi çend zimanên din bê wergerandin. Bi vê pirtûkê min hewl da ku dengê girtiyên azadiyê li cîhanê belav bikim û tişta rê li ber min ronî kirî jî ev fikir bû.

“Hêzên navneteweyî li hember binpêkirina mafên kurdan bêdeng in”

Ji siyasetmedar, hunermend, rojnameger, hûqûqnas, aktivistan heta şanoger û nivîskaran bi hezaran kurd di girtîgehên Tirkiyeyê de ne. Li hemberî van kiryaran yên li ser kurdan gelo civaka navneteweyî çiqasî dengê xwe derdixe?

Çapemeniya Fransayê têkildarî rewşa di navbera kurd û tirkan de nûçeyan diweşînin. Gelek rojnameyên heyî, bi awayekî bi rêk û pêk bal kişandin ser rastiya serokomariya Erdoganî. Lê ez ne di wê baweriyê de me ku haya raya giştî ya Fransayê ji van binpêkirinên li welatê we hebe. Rewşenbîrên fransizî jî hinekî qels balê dikşînin ser rewşa heyî. Ji roja ku li Suriyeyê kurd li dijî DAIŞê li ber xwe dane ve, hin lîberalên fransî balê dikşînin ser berxwedana kurdan. Yanî kurdan tenê wek ‘hevalbend’, ‘şervanên ji bo azadiya cîhanê’ û alîgirên ‘nirxên rojavayî’ dibînin. Lê haya wan ji fikr û felsefeya kurdan a demokratik, ekolojik, femînist û ji xebatên wan ên şoreşgerî zêde nîne. Pir kêm caran ev bîrdozî û berxwedana kurdan li ser medyaya Fransayê tên axaftin. Ji bo raya giştî jî heman tişt derbasdar e. Dibe ku ew piştgirî bidin hin daxwazên demokratîk, lê gava ku kurd bi piştgirîkirina "terorîzmê" tê tawanbar kirin, dev ji ramanê berdidin an jî ji axaftinê dûr dikevin û xwe kerr dikin. Wek hun jî dizanin, gelek dewletên rojavayî bi çavê Enqereyê li berxwedana kurdan meyze dikin û bi bi gelemperî bi Fîlîstînê re didin ber hev. Lê ew piştgiriya ku ji Filistînê re heyî, ji Kurdistanê re nîne. Yanî armanca min ne ew e ku ez herduyan bidim ber hev, lê hevdûnegirtineke dewletên rojavayî heye li holê. Herdû welat jî tayînkirina mafên xwe dixwazin û diparêzin. Hewceye em wan bi hevdû re bigrin dest. Bi kinasî, ez bi rihetî dikarim bêjim ku di meseleya kurdan de hêzên navneteweyî gelek kêmasiyên wan hene û bêdeng in.

*Joseph Andras

Joseph Andras bi van gotinan xwe dide naskirin:

"Ez li Fransayê dijîm. Nivîskar im û heta niha min 7 pirtûk nivîsîne. Ya rastî ez tenê ji pirtûkên xwe pêk têm, ji ber wê jî ez ji we re tenê qala pirtûkên xwe bikim. Pirtûka yekem romana têkildarî Şerê li Cezayirê ye. Romana qala jiyan û têkoşîna komunîstê bi navê Fernand Ivetonê ku ji malbateke Ewropayê ye lê li Cezayîrê hatiye dine, dike. Fernand Cezayîrê wek welatê xwe dibîne û ji bo serxwebûna Cezayîrê ew jî şer dike. Ji ber vê jî ji aliyê hikûmeta Fransayê ve bi çend ciwanê ereb re tê cezakirin û dişînin giyotînê. Kesên ku fermana wî ya ji bo giyotînê dayî jî 'Komarperez' û 'demokrat' bûn; Serokkomar Rene Coty û serokkomarê çepgirê pêşerojê François Mitterrand bûn. Jixwe ev romana min î yekem û ya dawiyê bû, piştî vê jî êdî min nexwest romanên sazkirî binivîsim. Ya duduyan berhemeke helbestî ya li ser lîmaneke fransî bû.

Ya sêyemîn lêpirsînek li ser muzîkjenek amator bû ku dixwest bibe kahîn. Navê wî Alphonse Dianou bû û ew Kanak bû - niştecîhekî Kanakyê ku bi navê Kaledonyaya Nû tê zanîn. Kanakya mêtingeha Fransayê ye. Ew jî ji bo serxwebûna welatê xwe li ber xwe dide. Di sala 1988an de ji aliyê artêşa Fransayê ve tê kuştin. Li hemberî tundiyê disekinî û alîgirekî Gandhi bû. Lê belê piştî zextên hikûmetê yên li ser aştîxwazan dest bi têkoşîna çekdarî kir. Pirtûka çar û pêncemîn li ser rewşa ajalên li Îngilîstan, Dewletên Yekbûyî û Fransayê û li ser salên siyasî li Parîsê û pêşeroja serxwebûna Vîetnamê û rêberê wê yê şoreşger Ho Chî Minh bûn. Ev pirtûk ez dikarim bêjim ku wek monologeke hundirîn bû. Ji ber ku di wê pêvajoyê de li kolanên Fransayê karkerên 'êlek zer' li hemberî bûhabûnê û kêmasiya demokrasiyê li ser lingan bûn, di nav xwepêşandanan de bûn. Hikûmeta Macron bi awayekî dijmirovî çewisandin. Di van xwepêşandanan de ji aliyê polîsan ve gelek kesî çav û destên xwe hunda kirin. Pirtûka 6emîn qala rojnameyeke ku di dema Şoreşa Fransayê de hatiye çapkirin dike. rojnameyeke ku qala komareke rasteqîn dike. Axirî em gihaştin pirtûka dawiyê ya Nûdem Dûrak ê."

Jêder: bianet Kurdî

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).