Helbestvan û weşangerê navdar Lal Laleş ku berhemên xwe yên kurdî û xebata xwe ya li ser zimanê kurdî tê naskirin, dîwana xwe ya vê dawiyê bi tirkî nivîsand. "Nora Stenbol ne tu tişt e".

Piştî pirtûk hate weşandin, bertek li ser bertekê hatin. Çi bi erênî û çi jî bi neyênî her kesî ji aliyê xwe ve tiştekî got. Baş e ew Noraya ku pirtûkeke helbestan bi zimanê tirkî bi Lal Laleş da nivîsandin kî ye? Her tişt e yan ne tu tişt e? Kurd e yan tirk e? Zeman e yan mekan e? Hebûn e yan xeyal e? Werin em bersiva wan ji Lal Laleş bi xwe guhdarî bikin...

Cara yekemîn e ku te dîwaneke helbestan bi tirkî derxist. Kes ne li bendê bû tu dîwaneke bi tirkî binivisînî. Te çawa biryara nivîsandina bi tirkî da?

Beriya her tiştî dixwazim spasiya te bikim. Mala te ava. Di esasa xwe de ziman navgîn e ji bo derbirînê. Ji bo mirov xwe îfade bike, ji bo mirov derd û kul û bîr û baweriyên xwe vebêje ziman navgînek e. Kesên ku kar û barên min ên edebî şopandibin dê bizanibin ku jixwe weşanxaneya me Lîs, Wêjegeh Amed jî karê xwe bi du zimanî dike. Jixwe ez weke kes pirzimaniyê diparêzim. Her çiqas bîr û baweriyên min ev e jî, ew kurmanciya li ber dilê me ezîz, ew zimanê nîjada min, zimanê dayika min kurdî her bûye karê min ê esasî. Ez ji vê helwesta xwe gelek kêfxweş û xweşhal im.

Ev dîwan çima bi tirkî ye?

Dema ku min dest bi edebiyatê kir, jixwe min bi du zimanan dinivîsand. Xwezî min karibûya bi zimanê ku kurd bi wan re dijîn, binivîsanda. Bi erebî û farisî jî. Di hin cihan de belkî jî mirov karibe ji hêlekê de danûstandinê bi wan re deyne, zimanên cîranên me ger em bikaribin bi kar bînin, derd û kulên xwe bi wan zimanan bikaribin vebêjin ev tiştekî baş e. Ev demeke kin e pirtûka min derketiye. Nivîskarên ku bi nîjada xwe tirk, jixwe min weke nivîskarekî kurd dihesibînin û wisa qebûl dikin. Ew dizanin ku ez bizanibim çend zimanan bi kar bînim, ez ê bi wan zimanan derdê xwe vebêjim. Ew jî meraq dikin ka kurd çi dinivisînin, hêmanên wan nivîskarên kurd çawa ye û qala çi dikin. Bê guman ez herdu zimanan jî di hin waran de di heman radeyê de dikarim bixebitînim û dikarim binivisînim.

Çima berhemên te yên ewil bi kurdî bûn û piştre te bi tirkî nivîsand?

Jixwe min xwest ewilî bi kurdî binivisînim. Ji ber ku pêdiviya kurdî wê demê bi parastinê hebû, bi berzkirinê hebû û bi xurtkirinê hebû. Lê niha zimanê kurdî di qada edebiyat, medya û xwendinê de gihiştiye radeyeke gelek baş. Niha li Başûr gelek zanîngeh hene ku kurdên me di wan zanîngehan de bi zimanê xwe dibin profesor. Ji ber vê yekê min bawerî pê anî ku ger ez bi tirkî jî binivisînim dê ev yek zirarê nede kurdî. Belkî jî bala nivîskarên tirk bikaribim bikişînim ser wêjeya kurdî.

Gelek kesan di nivîs, stran û helbestên xwe de bajarê Stenbolê weke sembolek bi kar anîne. Lê te di pirtûka xwe de gotiye 'Nora Stenbol ne tu tişt e'. Ji bo te Amed çi ye?

Amed dilê welatê min e. Dilê zimanê min e. Dilê min e. Bûneweriya min e, hebûna min e. Amed her tişt e. Lê ger weke meteforîk em li meseleyê binêrin, divê azadiya nivîskarekî kurd hebe bibêje Amed ne tiştek e jî. Dema tu dibêjî Amed ne tiştek e jî. Wextê te got ne tiştek e, tu çi wateyê lê bar dikî ew muhîm e. Ne ku min xwestiye Stenbolê reş bikim û min gotiye Stenbol ne tu tiştek e. Psîkolojiya xwîner û mirovan cuda ye. Carna tiştekî pir mezin dibe tiştekî pir biçûk û ne tu tiştek jî. Carna tiştekî biçûk di hin şert û mercan de dikare bibe tiştekî pir mezin jî.

Helbestên di vê pirtûkê de piranî ji çûn û hatina Stenbolê pêk tê.

Ev rêwîtiyeke hundirîn ya  ber bi derve ve ye. Mirov çawa dikare ji hundir û ji derve li xwe binêre. Mirov bê mekanî û bê zemaniyê çawa dikare bi dest bixe. Mirov di ser wê re çawa dikare xwe ji nû ve ava bike. Hinek meseleyên derûnî, felsefî û bêhtir evînî ye. Di berhemê de ev tişt weke hêma û rist derdikeve pêşberî xwîneran.

Baş e. Nora kî ye?

Nora wê gava ku te pirs kir kî hate bîra te ew e. Di baweriya min de sembolên edebê, navên edebê ne ew tişt e ku mirov li kolanan li wan bigere. Jixwe li kolanan Nora tune ye. Ne tu tiştek e. Lê gava di hişê te de firtoneyek çêbibe, gelek bîranînên te bêne bîra te, gelek xeyal ji te re çêbibin Nora ew xeyala te ye. Bîranînên te ne. Ew diltepîna te ya herî bi şîdet e.

Lê li vir bi qasî ku ez dibînim Nora her tişt e û Stenbol ne tu tiştek e.

(Dikene...) Carna leheng ji Stenbolê, ji bajarekî mezintir dibin. (Dîsa dikene...) Ez çi bêjim?..

Norayê çawa pênase dikî?

Jixwe pir hindik min pênase kir.

Nora çi kes e ku bi te bi tirkî da nivîsandin?

Esas ya ku bi min bi tirkî da nivîsandin hin sûret û kêliyên jiyanê bi xwe ye. Çi li Stenbol, çi li Amedê, çi li Mêrdînê, çi li Mezrabotana qemer. Ew kêlî û ew dilînên ku hinek hestan bi min re çêdike, ew tişt bi min da nivîsandin. Ez weke kes lê nanêrim. Ev tiştekî sembolîk e. Ne tiştekî şênber e. Nora tune ye. Kengê şênber dibe? Heta wê demê jî weke kesayet Nora tune ye. Dema ku xwîner dest bi xwendinê dikin şênber dibe.

Nora şênber e ku te ewqas tişt li ser nivîsandiye.

Nexêr... Bi min ger tiştekî ewqas şênber bûya min ê nikaribûya evqas tişt li ser binivîsanda. Çimkî xeyal e, ya ku tiştekî bi însanan dide nivîsandin. Ne tiştên heyî ye. Tiştên heyî belkî dibin jêder ji bo avakirina tiştên mezintir. Ji bo wê jî baş e ku tune ye. Tiştekî gelekî heyî ji min re nivîsandina wê gelek zehmet tê. Lê tiştekî tune ye, afirandina wê, xulqekî xwedayî bi mirov re çêdike. Ev jî tiştekî gelek xweş e. Ji hêla hest û derûniyê ve ruhê min xurtir dike.

Gelek bertek li ser vê pirtûkê hatin. Her çiqas dibêjî Nora ne şênber e jî di van hêmayan de pir diyar e ku Nora jinek e û te li ser wê nivîsandiye. Nora tirk e?

Hinekî gerdûnî ye. Nora di heman katê de dilê her însanekî de ye. Noraya ku ez teheyûl dikim. Her çiqas weke hest, weke mekan, weke bîr û bawerî hin dîmenên Kurdistanê, hin dîmenên cihêreng ên weke Stenbolê hebe jî dîsa jî kî dikare bêje Stenbol ne gerdûnek e? Ji bo hemû însanan Stenbolek tenê tune ye. Stenbola her însanî heye. Stenbola ku te jê hez kiriye û ya ku kesekî din jê hez kiriye tiştên ji hev cuda ne.

Divê ez pirsa xwe bi aşkerayî bipirsim. Hêvî dikim tu jî bi aşkera bersiv bidî. Nora jineke tirk e û te jî vê pirtûkê bi zimanê wê nivîsandiye...

Hin pirtûk hene, ji mekanê xwe, ji sûretên xwe ji xwe re zimanek diafirîne. Ew kendava Stenbolê wê demê xwe bi tirkî bi min da hîskirin. Ne tirkiyeke ji rêzê jî. Tirkiyeke beriya komarê xwe bi min da hîskirin. Stenbola ku ez qal dikim ne ew Stenbola berdest e. Stenboleke din e. Stenbola min e ew. Wê xwe bi tirkî da nivîsandin.

Gelo hewleke xwe îspatkirina 'ez jî dikarim bi tirkî baş binivisînim' bi te re çêbû?

Bêguman hinekî li gorî tekstê, li gorî îhtiyaciya metnê, di bikaranîna metafor û hêmayan de tiştên cihêreng tercîh dikim. Ez dixwazim derzimanî binivisînim. Her çiqas mekanek ku wê hestê wê bîr û baweriyê weke jêderk bi min re çêkiribe hebe jî ravekirin an jî tesîrkirina wê mekanê aydê min bi xwe ye.

Xwediyê weşanxaneyeke bi kurdî, helbestvanek ku hemû dema xwe daye kurdî, îro radibe û bi tirkî berhemek dinivisîne. Gelo ev niheqiyek li zimanê kurdî nîn e?

Ne mimkun e xwînerên min ên kurdî, yên ku kar û barên min ên weşangeriyê dişopînin, ne mimkun e dildarekî zimanê min ji ber berhemeke ku min bi tirkî nivîsandiye meyla xwe bavêje ser wî zimanî. Xwînerên kurdî yên ku danûstandinê bi peyva kurdî re datînin gelekî jîr û taybet in. Gelek bi aqil in. Yên ku pirtûkên min ên din xwendibin û têgihiştibin dê bi kêfxweşî vê berhema min pêşwazî bikin. Edeb li ser bîr û baweriya şexsan nayê avakirin.  Parastina zimanekî jî li ser wê nayê avakirin. Çawa ku panzdeh salan min hewl da û min pêncsed berhemên kurdî di weşanxaneya xwe de çap kirin, dema ku ji dilê min hat, min xwest çîrokeke Stenbolê bi zimanê tirkî binivisînim jî yek derkeve  rexne bike divê mirov vê yekê jî çarçoveya azadîya ramanê de binirxîne. Edeb li ser van tiştan nayê sazkirin. Edeb li ser têgeh û prensîban tê avakirin. Min di hişê xwe de, di jiyana xwe de her tiştê xwe li ser zimanê xwe saz kiriye. Bêguman hinek kes jî dê bibêjin xwezî ev jî bi kurdî bûya. Jixwe edeba min ji sedî not û nehê wê jî bi kurdî ye. Tu min bikujî jî ez nikarim dev ji kurdî berdim.

Tercîhkirina hin berheman bi zimanê tirkî xizmeta çerxa bişaftina zimanê kurdî nake?

Di demeke ku sînor ji holê rabûne bişaftina ziman ne li ser nivîsandina berhemek re pêk tê. Ev tiştekî sosyolojîk û siyasî ye. Divê mirov sedsalek ji hêla dîrokî, ji hêla siyasî, jeopolîtîk û çandî ve binirxîne û sedemên wê destnîşan bike. Baş e di mala hemû kurdan de berhemên Orhan Pamuk, Adonis û Sadiq Hîdayet  tune ye gelo? Ger ew asîmîlasyonê nakin, berhemeke ku min bi tirkî nivîsandiye dê asîmîlasyonê bike? Ev tiştekî gelek eletewş e. Hewldana me ya li hemberî asîmîlasyonê, siyaseta wê meseleyeke din e.

(Rûdaw) 


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).