Tevî wê xwendina rojnemevaniyê bi dawî kir lê bayê evîna hunerê gur bû, lewra wê berê xwe da Niyûdelhî da semayê bixwîne. li wir wê hewl da ku çîrok û çîvanokên li paş nigên semavanan veşartî bixwîne. Ji hêla bav ve malbata keça Kurdî-Çîkî Selwa (Sêlfî VOTKOVA), ji Efrîna dagîr bûyî ye. 


Di dema Korona de ku hevdîtin qedexe bû wê tê anî der ku semayê alîkariya wê kir, da xweşî û dilgeşiyê peyda bike. 

Di vê hevpeyvîna ku Ebdela MîZER dinav zencîra hevpeyvênên (Ramina News) de pêre kiriye, emê ji nêz ve selwa naskin û ka çawa wê guhdan li semayê kiriye, nemaz e sema Hindî ya bi navê (Biharatanatiyam) bê ka delîvên vê semayê çine û bo çi bala Selwa kişand, da bi fermî xwe fêrê vê dîlanê bike,from em hevpeyvînê bişopînin.


Despêke xwe bi me bide nasîn?

Navê min Sêlvî (Selwa) VOYTKOVA ... (Sylvie VOJTKOVA) ye. Temenê min 29 salin, Ez li Piragê, paytexta ÇîK û mezintirîn bajarê wê dijîm.. Ez li Piragê ji dayik bûme, bavê min ji parêzgeha Helebê ya Sûrî ye, dayka min jî Slovakî ye. Karê minî sereke rojnemavaniye, lê ez ji zikmakî ve hozanvan û semavanim. Ez semaya (Biharatanatiyam) ya kilasîk li Hindê di xwînim û xwesteka min jî ewe ku ez bibim semavaneke Pispor. Herweha ez (KATAK) dixwînim ev jî cureke sema ye li Hindê. Ez tenê keçek Kurdim ku hin zingilên semayê di giyanê xwede hildigre, û çîroka xwe ya kesayetî dişopîn e. Birastî ez hizir dikim ku hestyariya mirov bi çarenûsa wî ve giringtirîn derbestkirin e bo wî,, wek di pirtûka “El Xîmya’î ” ya Pawlo KIWîLO de hatî gotin. 

Çîroka dîlana (Biharatanatiyam) çiye? Ji mere hinekî behsa wê bike. 

Biharatanatiyam yek ji kevintirîn semayên cîhanê ye, bi tekezî ew sema ke kilasîke li başûrê Hindê. Di dema berê de kesên oldar yên bi navê Dîvadasî li olgehan bi kar tanîn, (ewên ku xwe terxanî Yezdan kirî). Wan xizmeta Yezdan dikir û sema ke canî dikirin, tê gotin ku kesek nikare wan bibîne, lê bê guman ew di dema berê de hebûn. Li Hindê hin deverên oldariyê hene ku tu dikare peykerê van semavanên pîroz li gele cihên dîlanê bibîne. 

Di destpêka vê dîlanê de em dikarin çîrokan li ser Yezdanan bêjin, hevdem li ser evîna kûr jî, û ne tenê bo Yezdan. Ev dîlan bi tevahiya gewdê mirov ve têkildar e, lê semavan hemî hêza xwe neda bo laş bi tenê, pêwîste ew heydar be, ji ber ew bi gelek hestên başqe sema dike, ew ekteriya gelek kesan di heman demê de dike. Semavan bi telî û destên xwe alîkariya xwe dike, ya jêre tê gotin”Modêra” li dawiyê jî ew bi çavên xwe sema dike. 

Semavana Biharatanatiyam weku çîrokvaneke ku bi laşê xwe çîrokên kevin li ser Yezdanan tîne ziman, u eger ne ji wê ba ewê hatiba jibîr kirin.

Te çawa guhdan li vê semayê kir?

Ez û xwîşka xwe Evîn ji zarokiya xwe ve semayê dikin, ji çarsaliya xwe ve me dest bi Balê kir. Paşê gelek rengên semayê derketin wek, Sema cadeyan, û Danshol, û sema Bolyûd, ev tişt bi giştî dema xwîşka min Evîn guhdan li dîlanên Hindî kir hatin holê. Hingî wê KATAK ew sema kilasîk ya bakurî Hndê dixwend, min berdewam li gel wê ew muzîka şêrîn guhdar dikir. Carekê vîdyok Bolyûdê kilasîk nîşa min da, min jê pirsî ev çiya? Gote min: Biharatanatiyam e, wek ez guman dikim; tişta xweş ku ew ne wisa bû, lê ta wê demê jî min digot pêwîste ez wê bikar bînim, û divê ez mamostekî bibînim û dest bi xwendina vê semayê bikim. Ev sema pir bi hêz bû, ji cara yekê ve ez dilketimê. Vê semayê Balê tanî bîra min, lê bi rengê xwey Hindî. Paşê min mamosteya xwey hêja ku bû sedema pêşveçûna min, Rasabîharî Dîvî DASî dît. Ew yekemîn semavana Çîkî ye ku ezmûna (Arancîtram) derbaskiriye. Ez bi hebûna wê li vir pir bextewerim. Mamosteya min gelek hêz da min da ez biçim Hindê û mamosteya wê ya hindî Camona KIRÎŞNAN bibînim, û li Niyûdelhî bixwînim, ji wê demê ve ez li wir dixwînim. Hevdem ez li Akadîmîka semayê li Kalanc Trast bi serperiştiya Camona KIRÎŞNAN û kça wê li gel mamosteya minî hêja Racînî TŞANDERŞIKAR dimînim.


Çiqas dem gerek bû da tu vê semayê bi hostayî pêk bîne? 

Nikarim vê yekê tekez bikim û bi baweriya  min ku Biharatanatiyam rengek ji rengên semaya kilasîk e ew wisa bê dawiye, tu nikare bêje ez nuha wê baş pêk tînim. Mijar ne girêdayî pêkanîna livandinê ye lê ew girêdayî xwendina tevahiya çîrokên yezdanên Hindos e, wek Fîda û hinin ji zimanin din. Lê eger mamosteyê te bêje tu amadeyî ji ezmûnê re wê hingê tê hemî zanyariyên xwe yên serete di rêya bikaranîna Arancîtram re bi dawî bike, ewjî şahiya ku ezê têde bibim semavan hevdem ezê bawernameya tekezkirina vê gotinê jî bidest bixim. Di baweriya min de piştî 10 salan tu dikare bêje ez hinekî hîn bûme, ez di wê baweriyê de me ku derbasbûna naveroka vê semaya bi coş pêwîstiya wê bi rahênandina rojane heye, ez behwer nakim yek temen têra mirov bike da fêrî  Biharatanatiyam bibe.  

Tu wek pîşedar yan hesker semayê dike? Tu van semayan li komara Çîk yan li hin welatên din bi kar tîne?

Ta nuha ez wek hesker semayê dikim lê ez rojane rahînandinê li ser semayê dikim, ez li ser laşê xwe jî kar dikim da karibe liber xwe bide, ev karekî rojaneye, di înê de du ta sê waneyên semayê li gel mamosteya xwe dibim, û paşê rahînandina xwe li mal berdewam dikim. Herweha ez li benda ezmûna xwe ya dawî me (Arancîtram). Ez bi tena xwe û yek caran li gel mamosteya xwe ya Çîk Natya ENCALÎ û koma wê ya semayê dîlan dikim. Ez bihêvî me ku di dema nêzîk de ew derfet ji min re hebe da ku ez vê hunera kevnar li hin welatên din jî pêşkêş bikim. 

Tu ji hêla bavê xwe ve keçek kurd ji Efrîn î. Kê ji malbatê piştgiriya te kir da tu berdewamiyê di semayê de bike..ti pirsgirêk li ba kesekî ji malbatê hebûn?  

Bavê min ji Kurdên Êzîdiye, devabe ez bêjim ku dê û bavê min dixwestin ku rojekê ez û xwîşka xwe Bijîjk yan jî weku wan endezyarên aborî bin yan jî em parêzer bin. Tenha yek mercê wan hebû, ku em xwendina xwe ya zanko bi dawî bikin, paşê em dikarin tişta em dixwazin bikin. Di destpêkê de wan ne dizanî ku me biryar daye em bibin hunermend. Lê paşê dema ez çûm Hindê hertişt berçav bû, min jî ji dil ev kar dikir, êdî ewjî têgihiştin ku ez ji dil doza afrandina semayê dikim. Wan ji destpêkê ve piştgiriyek zor dan me, ez spasiya Xweda dikim ku dê bavên wisa piştgir û dilvîn dane me. Ez ticarî gotina bav ê xwe jibîr nakim hîn ez zarok bûm dema ji min re got: ticarî radest nebe! Dayik a min jî herdem bi hêza min ba wer bû. 

Tu hin semayên Kurdî yan jî Erebî pêk tîne? 

Ez ne sema Kurdî nejî ya Erebî pêktînim yan jî dizanim lê ez pir hej dîtina sema rojhilatî dikim. Ez dikarim bêjim ku muzîka kurdî bo min xweştirîn muzîk li cîhanê ye. Ez hej miletê xwey Kurd dikim, hej sema û cilûbergên wî dikim. Ez hej wê hêza ku ji wir tê dikim, wek dilşadî, xweşî, û hej wê hêza wir ya pak dikim. Raste ez sema Hindî ya kilasîk bikar tînim, lê ez serbilindim ku ez Kurdim, hêviya min jî ewe ku rojekê ez li girêdana xwe ya bi wî parçî ve vegerim.


Tu bi hin zimanên Hindî diaxive? 

Bi sedema vê sema ku ez fêrî dibim, ez zimanê Sensîkrîtî dixwînim ji ber ew parçekî wêyî girîng e. Ez biçek Hindî jî dax ivim. Lê wek min berê got, bi sedema vê semayê pêwîst e ez hinek Tîlgo, yan zimanê Tamî l zanibim. 

Bi giştî tu çi daxwazê ji dûv semayê dike? 

Di dema Korona de min zanî bê ez çiqasî dikarim xweşiyê têxim dilên xelkê, birêya belavkirina hin parçeyên vîdyo yên dîmenên semayên xwe ku min dadixistin. Bawer dikim ku doza min belavk irina xweşî, dilsoziyê û hêza (enêrciya) ektîv di nav xelkê de daku wan dilgeş bikim, herweha çîro kên xweş li ser Yezdanên Hindosan bi wan re parve bikim. Di bêjin eger dîdar wateya çîr oka ku semavan bikar tîne nas bikin, ev yek wek dermanekî canî ji temeşevanan re tê nîşank irin, û ev yek pir kêfa min tîne.   

Gotina te y dawî li ser samayê? 

Sema  ji bo min bayê ku ez pê dijîm, di rêya semayê de ez hest bi girêdana bi Xweda û gerdûnê ve dikim, ev ji bo min pir girîng e. 

Wergêr: Lawîn ŞÊXO. 


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).