Pandemiya Koronayê ya cîhanî bandorek mezin li ser sîstema weşangeriyê kir, ji ber wê hişt ku zû teknolociyên dîjîtal werin pejirandin, da hebûna pirtûkan di destê xwendevanan de biparêze, û çareseriyên dîjîtal beşdarî bilezkirina ancam û cihên weşangeriya cîhanî bibin, tevî ew berî Koronayê pir bi qelsî pêşve diçûn. Nêzîkî pazdeh sal berê, teknolocya û hostayên alavên dîjîtal ên pêşeng, weku -xwendina iliktironî, pirtûkên dengî û firotana biriya İnternêtê dest bi bandora xwe li celebên jêhatî ji karmendên weşanger kirin, da ku serkeftinê di vî warî de bidest bixe. Dema ku gotûbêj û diyalogên paşîn ên liser peyda bûna cuda bûna ku di navbera karmendên mirovî, ewên ku li qada weşanê dixebitin û pîşesaziyên dijîtal de, bi gelemperî bal dikişandin ser pêwîstiya bikaranîna hostayî ya dîjîtal da bipêşxistina firotanên intirnêtê misoger bibe. Pandemiya cîhanî eşkere kir ku Kêmasiya jêhatîbûnê pir kûrtir e.

Pandemiya cîhanî xaleke guhertinê ya girîng di pîşesaziya weşangeriyê de peyda kir, ev yek di be ku tiştin ne libîra kesî di bazarê de peyda bike. Ev bixwe jî dê liser asteke berfereh valahiyekê di şareza bûnê de çêke, û dê ji jêhatîyên dîjîtal wêdetir biçe

Bê guman pêwîstiya jêhatî bûna karmendên mirovî dê li gorî asta pêşketina dîjîtal û têgihiştina bazarê be. Mînak, niha bazarên ne çalak û nûhatî bi gelemperî hewceyî alîkarî û piştgiriyê ne. Lêbelê, ez bawer dikim ku metirsiya niha li pîşesaziyan peyda dibe, derbarê valahiya jêhatî bûnê ew êdî ji gotûbêj û gengeşeyên berê gelek cudaye, ji ber ku îro ji sîstema weşangeriyê tê xwestin da jêhatîbûnên girîng bipêşxîne, û xwe bi karmendên nifşê nû re saz bike (nifşê Z) yên di teknolocya de pir jêhatî û çalakin, ew êdî serbixwene, û nerîna wan di serkeftina kar û jiyanê de cudaye.

Di van du salên borî de, min bihtir ji 150 berpirsyar û rêvebirên payebilind ên pîşesaziya weşangeriyê dîtin, liser hemî astên zincîreyên nirxê yên 40 welatî û dibe bihtir jî, ez biwan re axivîm, ji wan; weşanxane, belavker, nivîskar, perwerdekar, pêşangehên pirtûkan, parêzvanên çand û zanînê, û çalakvanên azadiya derbirînê.. Van gotûbêjan bingehek ji bo lêkolîna bingehîn a ku li Komeleya Weşangerên Navnetewî (IPA) li ser bandora pandemiya cîhanî ya li ser pîşesaziya weşangeriyê û hewcedariya pêşxistina jêhatîbûnên mirovî da bicîkirina nermahiya û domdariya pîşesaziyê pêk were.

Girtina valahiya şarezayiya karmendên mirovî di weşangeriyê de

Di Sibata 2021-an de, Yekîtiya Weşangerên Navnetewî di lêkolîna xwe de ya binavê "ji Rêzgirtinê ber bi Saxlemiyê ve" liser hemî şîretên ku hati bûn pejrandin erêkirin, da pêşniyara piştgiriya vê pîşesaziyê pêk bînin, navê wêjî kirin "Rêkeftina Navnetewî ya Cîbecîkirina Berdewamî û Nermahiya beşê Wergerandinê" (InSPIRe) da pêşengiya xebatên saxkirina pîşesaziya wergerandina cîhanî bike, û Akademiya Yekîtiya Navnetewî ya Weşangeriyê avake.(IPA Academy), û bi destpêkirina xebat û ramanên pêşxistinê di Adara 2021ê de ramana Akademiya Yekîtiya Navnetewî ya Weşangeriyê, ji bo piştgiriya endaman da şarezayî û xebata xwe pêşve bidin, bi niyaza avakirina desteyên ku dikarin berdewam bin, hevdem pêşxistina şarezahiya serkirdayetî û birêvebirinê bi rengin nû da mifayê ji derfetên piştî pandemiyê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Akademî di 7ê Adara 2022an de hat destpêkirin, da alavên herî pêwîst bighîne berdestê sîstema weşangeriyê da ku ligorî leza bazarê li ber xwe bide, nemaze ku guhertinên vê bazarê pir lezgînin ji ber bandora Pandemiya Korona li ser ne zelal e. Ev Akademî pir taybet e, ji ber ew hewl dide ku xwestekên pêşxistinê ji endamê Akademiya Navnetewî ya Weşangeriyê re û herkesê girêdayî wê di bazara weşangeriyê de çi ji yên pêşketî û çi ji yên li paş mayî re peyda bike.

Di serî de Akademî hewl dide alîkariya pêşxistina şarezahiyê bike, yên girêdayî deste û yekîtiyên weşangeran û bi giştî weşangerên liser asta niştimanî. Ev pêwistiyên han bi riya lêkolînên ku Akademiya Yekîtiya Navnetewî ya weşangeriyê hişkere kiri bûn.

Herweha Akademî ji komeleyên weşangerî yên nûjen re şareza bûnên bingehîn pêşkêş dike da ewjî bi lezgîniya dijîtal re bimeşin.

Li paş perdeyên destpêka karê iliktironî yê Akademiya Yekîtiya Navnetewî ya Weşangeran

Bi saya sponsoriya bi comerdî ya Desthilata Pirtûkan li Şarîqa, destpêkirina vê Akademiyê pêk hat. Herweha korsên ku bi hevbeşî û bi hevkarî digel hevkarên naverokê hatine amadekirin û pêşxistin, wek Navenda Weşanê ya dibistana Lêkolînên Pîşeyî li zanîngeha Niyoyorkê li Emerîka, Navenda Weşanên Navnetewî ya Okisford, û Navenda Perwerdeya Weşanê li Birîtanya. Tê zanîn ku rê ji bo qeydkirina li Akademiyê ji endamên Yekîtiya Weşangerên Navneteweyî re vekiriye , ew kesên dixwazin ji çavkaniyên wê yên perwerdiyê sûde bikin. Herweha Akademî deriyên xwe ji 15,000 weşanxaneyên girêdayî endamên Yekîtiyê re vedike. Bi vê yekê Akademî berê xwe dide endamên ITU û weşanxaneyên xwe yên li zêdetirî 70 welatî. Wekî din, pêşniyarên destpêkê yên Akademiyê, yên ku hevpeyvînên ji bo rêveberên pîşesaziyê yên payebilind û perwerdeyên pispor ên jêhatîbûnên weşangeriyê yên standerd dihewîne, ev yek wek bersivdanê ji têbîniyên sûdekarên pêşeng ji karûbarên Akademiyê re tê tekezkirin.

Ez pir kêfxweşim ku ez bi hevkarên Akademiya IPA re bixebitim, yên ku girîngiya pêşketina jêhatîbûna mirovên xebatê dikin ji bo vejandina pîşesaziyê ya piştî pandemiyê di weşangeriyê de dibînin.
Di vê çarçoveyê de, ez dixwazim bêjim ku rûmeta pêşengiya pêşketina akademiyê fersende daye min ku ez bi rêvebirên bilind ên weşanên cîhanî re bicivim û li ser paşeroja pîşesaziya me û şarezaya ku pêwîste peyda bibe ji bo bidestxistina armancên serkeftinê di paşerojê de, kir ku ez vê têkildarî û hevkariyê bikim. Li ser bingeha van diyalogan min wisa bawer kir, tevî ku çend bazarên weşangeriyê bi tevahî sax bûne, lê rewşa bazarên din hîna nazik û dijwar e di avakirina şarezahiya karmendên mirovî de û gihiştina astek bilind derbarî avakirina karmendê wanî jîhatî ji bo başbûn û geşvedanê.

Di dema pandemiyê de, gelek mînakan di pîşesaziya weşangeriyê de ez heyraz kirim, û derfet da min ku ez mifayê ji nerm bûn û jîhatî bûna vê qenciya wê li ser mana pirtûkan di nav destê xwendevanan de bibînim, tevî ku hawîrdor di atmosfîreke lezgîn, xweguhêr û ne zelal de bû.

Di van demê dijwar de, nûjeniyê hişt ku ez guhertinên di şêwaza karsaziyê de hembêz bikim, herweha lêkolîna wane û wateyê tecrubeyên kesên, ku sûd ji wan tê girtin bikim, hevdem zanîna xwe jî bi wan re hevpar bikim, da tev mifadar bin.

Li vir ez dixwazim bêjim ku hevkarên me yên di warê weşangeriyê de niha ji her demê bihtir hewcedarê piştgiriya me ne; û Akademiya Yekîtiya Navnetewî ya Weşangeriyê (IPA) tenê rêyek e da mirov rûbirûtiya vê rikberiyê bike.


Werger ji zimanê Erebî: Lawîn Şêxo

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).