Bajarên reş û spî, bi agirê cengê wêran dibin, toz bi ezmanan dikeve, dûman, mirov qîr dikin û dayikên zarokên wan di himbêza wan de direvin, hewil didin xwe bigihînin qeraxên jiyanekê, reş û spî.

Ev dîmen ji belgefilmên li ser cengên Cîhanî li bîra min bûn, herdem, hest dibûm ku ceng reş û spî bû, bi dawî bû dema rengên din derbas bûn jiyanê. Min ji xwe re digot û bawer nedikir ku rojekê cengê, rengîn bijîm, birayên xwe, dostên li ber dilê xwe delal qurbanên cengê bibînim.

Ceng, me, bajar û kolanên me li ber xwe dibe_ xwîna ku diherike ne reş û spî ye weke ku di filman de, xwîn rengîn e_ xwîna me.

Tiştek weke cengê hişk tune ye bi qasî nivîsandina wê, belgekirina wê bi kamîrayê, ji şerê Dêra Zorê reviyaya bûn, ji topbaranê, gihiştibûn çola Eyn Îsayê, li wir sîkek nedibariya ku bêhna zarokan ya çikiyayî li wan vegerîne, li ser erda bi agirê roka havînê raxistî xwe ramedandibûn _ Çi bû li Dêra Zorê?!

Min ji hevkarên xwe re digot ku kesê hevdîtinê li gel dikim tiştekî din ji pêvî bersivên pirsên me dibêje, min lêbûrîna xwe dixwest û pişta xwe dida wan weke ku bi pirseke din biramim, hêsirên xwe zuha dikirin, xwe dida hev û vedigeriyam.

Ev çend sal in jiyanê riwê xwe winda kiriye, em tiştekî nakin, bitenê li wê digerin, li tiştê ku dibe.

Zarok li kampan, bi awayekî din li dijî cengê radibin, sixêfan dikin, riwê xwe ji kamîrayê vedişêrin û direvin, weke ku dema wan tune be di delîva jiyana din de, ku diyarî wan bûye, dûrî lîstik û malên wan yên fireh, di bin konekî de ku hemî welatê wan yê mayî.

Mirov hêviyên wan yên din hene, li aliyê Reqayê, di şerê rizgarina bajar de ji Daişê, ciwanekî karker di nanxaneyekê de li ser xewnên xwe axivî: Ez vegerim malê û endamên malbata xwe himbêz bikim, bihejimêrim, bêyî ku kesek ji wan hatibe kuştin, yan revandin, ku nanê nanxaneyê di heman rojê de bi dawî bibe, di hêviyekê de ku xelkên bajar vegerin, jiyan vegere.

Ciwanê karker li ser xewna xwe ku bi aveke germ serê xwe bişo diaxivî, destên xwe bilind dikirin, dîmen, bi hemî hûrbîniyan pêşkêş dikir, di kêlîkekê de weke ku gotin bi paş bikeve li hemberî axaftina nerînekê û razên zîv di çavan de.

Ciwanê karker li nanxaneyê li ser xewnên me hemiyan diaxivî, kêlîkeke hedanê ku em bijîn, sibeheke bê tirs ji teqînan, ji dûrketina kesên ku em ji wan hez dikin.

Ez gulan rengîn di cengê de dibînim, li ku bûn di filman de?!

Ez, bêyî ku haj xwe hebim nema pirtûkan dikirim, bi gurmîna balafiran re ez ê nikaribim rahêjim wan, birevim, ez ê nikaribim wan li paş xwe bihêlim, tiştekî din gerek e ji pêvî pirtûkan, ez nuha vegerim malê û riwê xwe bişom, destê dêya xwe ramûsim, bi zarokan re bilîzim, pirtûkeke di dilê min de, ku pel bi pel bixwînim, dema li ser ban li stêrkan binihêrim, nameyên li ser telefonê bersivên wan bidim, dîwar bi dîwar vegerim.

Gerek e nuha fêr bibim korbûnê, destê min fêr bibin ku biaxivin weke helbestan, weke gotinên ba di guhên daran de li çepî helbestan.

Li vir nema tiştek radihêje navê xwe, wateya xwe, li rêyên ku hatin îro ji xwe ketin, ez jî ji destê xwe, jiyan ji dilê min.

Şer li Serê Kaniyê dest pê kir, li wir ku pelên dawî ji me weşiyan, ku Yûsiv cara dawî di wêneyekê de li me nihêrî, cara dawî, di nameyekê de ji me re got ku ji me hez dike û çavên me yek bi yek radimûse, Yûsiv nameyeke din birê nekir, ez ê çi bikim ji çavên xwe?!

Ceng tiştekî din e, bêhtirî  mirinê, nuha weke mînak dengê ambulansan tê, bi lez derbas dibin, rehtbûna ku dengê ambulansan bibihîzî, bi tenê, di tariyê de, dengê guleyan, di cirîdeya bi ambulansan re, ez dixwazim vegerim, reng vegerin stranên xwe, kolan rêyên xwe.

Weke mînak nuha bi zaroktiya xwe diramim, ku dem vegere, ez vegerim sibehên zaroktiya xwe, li ber dîwarên ku havînan sîka wan hêwî, ceng mirovan kal dike, li bîra min tê weke van bajaran ciwan bûm berî deh salan, pêketî bûm berî ku ceng li van bajaran pêkeve, agir bi hemî rengan bixe û min vemirîne komek xwelî, di hundirê min de qewîtiya rengan, nameyên cengê, kê reng spartin wateyê di tariya cengê de?!

Kê tarî guhest weletekî ku keskesora rengan?!

Li min nayê ku nuha rabim, em radibin dema ku xatir dixwazin, diçin, berûvajî xwazayê yê min ez rûniştim û min xatir xwest, li cihê ku li aliyan binihêrim min her li paş xwe nihêrî, kesên ketî bi çûnan naramin bi qasî ku dixwazin vegerin, kesên ketî di rêya ketinan bi ketinan rizgar dibin, li ku ne yên ku em bi hev re radibûn?!

Li ku man rangên rabûnê yên ku ji çarçewa tabloyê ketî?!

Ceng rengê herî henteş e ku li hemî pencereyan dibare, hewil didî kêlîkekê bigirî, kêlîka girtina kêlîkê û cenga ku derbas dibe girtinê, ber bi hêviyeke te de ku rengekî li wateyê vegerînî, li xwe, li pencereyan.

Sibehan bi dengê civîkan dest pê dikir, li ser  şaxên daran, reng û bedewiya daran.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).