Eliyê ŞEMSÊ

Mîrnişîna Xerzan li bakurê Kurdistan, yek ji çend mîrnişînan pêk dihat, di dema impratoriya Osmanî de,li vê Mîrnişînê çend êl û Hozên kuedan li xwe di girtin, ew kurd xwedî olin cuda ne, wek Misilman, File û êzîdî, di nav wande Ermen jî hene, êla Pencenaran, êla herî mezine, ji çend Hoz û bavikan pêk tê, serokê êlê Cemîl ê çeto ye,di salên cenga cihanê yê yekem de, ta serhildana şêx seîd ê pîran rewş weha bû ta piştî cenga cihanê ya yekem bi dawî hat, û Mistefa Kemal bibû dest hilatdar .

Herêma Xerzan herêmek çiya yî ye, gelên herêmê li gorî jîngeha xwe, mêrin, cengawerin, nayên tewandin, çi di şer û cengên nav xweyî de, yan di navbera wan û dewleta Tirkan de nimûne,

Berxwedana mala Eliyê ûnis qewmê çiyê li ser dev û lêva ye.

Li ser dema ku Cemîlê Çeto serokê êla Pencenaran bû, stemkariyeke zor û xerab li miletnişînên xwe dikir, kuştin, talankirin, wêrankirin , koçbarkirin û bacstandin, lê dema şêx Seîd kar û barên serhildanê dikir, Serok, Beg, mezin û rêberên Hozan li hev komkirin, ji bo yek girtinek netewî di raperîna dijî tirkan de, Cemîlê çeto jî di nav wan de bû, ji wan serok û rêberan re digot: şivan û gavanên min ji Hoz û hêzên we tevan bêhtirin, ango şoreşê bi hêviya min ve bihêlin, lê piştî bi dawî hatina civatê, Cemîlê çeto ew belge û razên civatê radestî Tirkan kirin.

Hoza Reşkotan, yek ji Hozên Pencenara ye, beşdarî di raperîna şêx Seîd de kiribû, bi serokatiya meznê Hozê ,Eli yê şems ê, li gorî saloxdanan, evî mêrxasî serbirîn û felaketên mezin anîne serê leşkerên Tirkan, lê mixabin piştî têkçûna şoreşê , û dîlketina wan qehremanan ji bal dewleta Tirkan ve, felek li serê wan geraye, heger şêx û hevalên wî her yek ji wan bi benekî yan zincîrekê hatibû bestin û girêdan, Eliyê şemsê ji serî ta dest, gewde û  pa yê xwe hatibû best [  pêçan bi bend û zincîran.

Elî derbasî zindanê kirin, bi pergaleke zor nexweş û bê merês, rih û simbêlên wî tevlê hev bibûn, çinkû di cengê de bû derfet bi dest nebû, xwe teraş bike, di wê girtîgehê de Elî bû mêhvanê Cemîl ê çeto, dema Cemîl dît ku Elî bi wê pergalê ve derbasî jûreya zindanê bû, ji kurê xwe pirsî ku li gel babê xwe bû: ev sofî û derwêş kiye û çi kiriye, ku di vê rewşê deye? girînge ku ez bûma di cihê wî de, weha bi bend û zincîran girêdayî, ne ev reben û pepûk, ez Cemîl ê çeto me, xwedî nav û hêzim. Cemîl û Elî hevdû di nasîn ji beriya hingî .

Eliyê Şemsê lê vegerand û got: Ez Eliyê Şemsê me, Qesabê serê Tirka me, serokê Hoza Reşkota me, min balefireke leşkerê Tirkan rûxand, û aniye xwar, bi sedan leşkerên tirkan bi destên min hatine kuştin, û berê wan min daye Dûjehê, lê ka bêje: te çi kiriye? Yê hejar, pepûk û bê saman tû yî.

Piştî bi darvekirina şêx Seîd û 49 hevalên wî Eli yê şemsê jî di nav wan de,Tirkan çend gundên Reşkotan şewitandin,  gundê şemlo, yê  Elî jî di nav wande, ku du sed mal bûn , kurd û Ermen bûn, tevlî xelk û ajelan, bi temamî hatin sotin.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).