Roja 28`ê Berfanbara 2011`an, rojnamevana hollandî Frederike Geerdink li Stenbolê bû, dema ku artêşaTirk li hemberî karwanekî Kurdan, yê bazirganiya kelûpelan (kolber) di navbera sînorê Iraq û Tirkiyê de dikir, komkujî pêk anî. Li gorî şahidên lêpirsînê, desthilatdariya Tirkiyê haya xwe ji vê bazirganiyê hebû. Ji bo hikûmeta Tirkiyê, ya girîng ew bû, ku li Bakurê Kurdistanê xelk tenê bi jiyana xwe ya rojane mijûl bibe û nebe beşek ji tevgereke siyasî yan jî çekdarî. Lê desthilata Tirkiyê ji bo sedemeke ne diyar, komeke bazirganan a li ser sînor, li gundê Roboskiya Şirnexê bi awayekî hovane bombebaran dike. Tê gotin ku balafirên Amerîkayê yên bêmirov wêneyê karwanê bazirganan daye desthilatdarê Tirkiyê. Di vê encamê de, tevahiya 34 kesên di vî karwanî de hatin kuştin, ku piraniya wan gundiyên hejar bûn û ji wan jî 19 kes temenê wan kêmî 18 saliyê bû.

Piştî ku çend roj di ser komkujiyê re derbas bûn, Frederike biryar da, bûyera ku dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyê wekî bûyereke bi guman di navbera komeke serhildêran de pêşkêş kirine, lêkolîn bike. Piştî zelalbûna detayan, dewletê îdîa kir, ku di navbera komeke kolber û serhildêran de şaşî çêbûye. Di encamê de, Frederike pirtûkeke bi navê “Zarok mirin” derxist, ku tê de behsa dîroka doza Kurdan li Tirkiyê dike, ku ji pirsa ji komkujiya Roboskî dest pê dike û bi vê dawî dibe: “Gelo ji ber ku ew Kurd bûn, ew hatin kuştin?” Ev pirs piştre bu sedem, ku ew lêkolînekê di nav şervanên PKK`ê de li çiyayan bike. Sala 2018`an jî pirtûka wê “This Fire Never Dies" bi çapa hollandî derket û destpêka sala 2021`an jî çapa bi zimanê Ingilîzî derket.

Komkujiya Roboskiyê di rêwîtiya rojnamevana hollandî de bû noqteyeke veguhertinê. Wê guh neda raporan. Wê bixwe herêma Roboskiyê nas kir û li nava malên li wî bajarokê biçûk ku di nava xemgîniyê de mabûn, geriya. Yek ji qurbaniyên wê komkujiyê Osman Kaplan bû. Frederike malbata Kaplan ji nêz ve nas kir û bi wan re û malbatên din ên qurbaniyan re gelek dem derbas kir. Mehmûd zarokê biçûk ê Osman Kaplan bû û wê demê temenê wî 5 salî bû. Dema Frederike Mehmûd dît, ew li pêşiya mala xwe digeriya û nizanibû ka çi li derdora wî diqewime.

Di salvegera 10`emîn a komkujiyê de, Frederike bi riya Navenda Kurdî ya Lêkolînan, nameyekê ji Mehmûd Kaplan re bi rê kir. Nameya ku hatiye rêkirin, bi zimanê îngilizî ye û ev name dê li tirkî û erebî were wergerandin.

Nameya bi zimanê kurdî wiha ye:

Mehmûdê hêja,

Gava ku min cara yekemîn te nas kir, tu 5 salî bûyî. Wê demê te temenê xwe şaş got, an jî tu bi rastî nizanibûyî. Te îdîa dikir ku tu 6 salî yî, lê her du xwişkên te yên mezin, Sînem û Îsra, piştrast bûn ku temenê te 5 salî ye û bi fêlbaziya te dikeniyan. Tê bîra min, ku tu bi hevalekî xwe re bûyî, navê wî nayê bîra min, ew jî wekî te pir bi tevger bû. Tu hildikişiyayî ser deriyê odeya rûniştinê ya şîn a şikestî. Dema ku diya te tu dişandî derve, ku bilîzî, tu bi lez û bez baz didayî û bi çiqilê darê yê li ber deriyê malê bû, digirt û dest bi hejandinê dikir. Wê demê min gazî te kir “Aapje”ku bi zimanê hollandî tê wateya 'meymûnê biçûk', te ji min re got baş bi lêv bike “Aapjûh”, tê bîra te?

Wê demê tu nizanîbûyî ku 3 meh berê di 28'ê Berfanbara 2011'an de çi qewimiye, di jiyana te û malbata te de rojeke reş e. Wê rojê bavê te xatir ji jiyanê xwest, ew û 33 kolberên din ên li ser sînor dema dixwestin careke din derbasî Tirkiyê bibin, di encama bombebarana artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan. Kî dikare ji te re şîrove bike, ka çi qewimî?

Tiştê ku tê bîra min, diya te Pakîze ji min re got wan ev xemgînî ji zarokan re venegot. Divê hûn çîrokê bişopînin û rastiya wê bizanin û bi şopandina nûçeyên çapemeniyê jî bizanibin ku li gund çi qewimî. Piştî derbasbûna çend salan di ser trajediyê re êdî te fêm dikir ka çi qewimîbû. Xwişka te Hulya ku di wê demê de cara yekemîn min serdana malbata te kir û temenê wê 7 sal bû, tişta ku çêbûye bi riya çîrokekê ku beriya niha min bi du an sê salan xwendiye, vegot. Piştî derbasbûna çend salan di ser trajediyê re, xwişka te got, ez dizanim ku çi bi serê bavê wê û hevalên wî hatiye. Her wiha pirs kir ka wê çawa agahiyên zêdetir zanibe ku hikûmet heta niha girîngiyê nade vê mijarê. Niha temenê wê 17 salî ye. Gelo niha ew dizane ku hikûmetê haya xwe ji bûyerê hebû û kuştinên bi komî bi biriyar hatin kirin û hikûmet jî guh nadê?

Mehmûdê delal, tevî ku temenê te biçûk bû, te li ser çiqilên daran dilîst, dema ku te yan jî kesekî din wekî din wekî dayik an jî dapîra te wêneyekî mezin ê bavê te Osman Kaplan di boneyan de radikir, kêliyên bêdengiyê serwer bûn. Li hemberî vê dîmena xemgîn, bedena te dicirifî, çavên te jî çîrokeke xemginiya kûr vedigot, her wiha rûyê te jî zer dibû û di qirika te de jî gotin asê diman û ji ber xemgîniyê te serê xwe ditewand. Dema ku ez wê dîmena bi êş tînim bîra xwe, dilê min dişewite.

Ji Îlona 2015`an, min zêde peywendî bi malbata te re çê nekir. Gelo tê bîra te beriya çend salan em bi riya telefonê axivîn? Te ji min pirs kir, ku ez ê careke din kengî vegerim? Eger biryar bi destê min bûya, ez ê yekser vegeriyama, lê hikûmet destûr nade ku ez vegerim. Gelo tu dizanî ku min plan dikir piştî ez ji aliyê polîsên Tirkiyê ve li Geverê werim berdan ez ê roja din serdana Roboskiyê bikim? Wê demê cejna Qurbanê nêz bû. Piştî 2 salan Erdogan ‘Pêvajoya Aştiyê’ bi dawî kir, şer careke din vegeriya. Min hêvî dikir ku ez demekê bi malbata te û gundiyên din re derbas bikim. Min pirs dikir; gelo piştî Pêvajoya Aştiyê bi dawî bû, dê çi bi ser Roboskiyê de were û wê bandora xwe li ser jiyana rojane çi be, her wiha dê metirsiya xwe li ser malbatên ku banga pêkanîna edaletê li Roboskiyê dikin, dê çi be?

Ji Kanûna 2011`an, ji wê noqteyê tevgera kolberiyê li ser sînor hate rawestandin. Gelo tu yê riya bavê xwe bişopînî, tevî ku tu dizanî çi bi serê wî de hatiye? Temenê te niha 15 salî ye û helbet tu yê bi xwe biryarê bidî, ku tu yê riya bavê xwe û 19 ciwanên ku bûn qurbaniyên komkujiyê bişopinî yan na. Min bihîst ku gelek mêr careke din tevî nav cerdevanan bûne, da ku debara xwe ya jiyanê bikin, tevî ku ew ji rejîmê nefret dikin. Gelo biryara te ya mezin tev li wan jî bûye? Ez nikarim xeyal bikim ku temenê wî niha bi rastî 22 salî ye.

Çend sal berê li ser înternetê di gotarekê de, min xwend, ku tu yek ji wan zarokan bû, ku gelek pirs li ser bavê xwe dikir. Diya te ji rojnamevan re gotibû ku tu di nav 5 zarokên wê de yê herî xemgîn bû û tu her roj serdana gora bavê xwe dikî û her tim dipirsî ka çima hatiye kuştin. Dema ku ez cara yekemîn hatim gund 5 roj piştî komkujiyê û 3 meh beriya ku ez te û malbata te nas bikim, min ji malbatên qurbaniyan heman tişt pirsî: "Çima ew bûyer qewimî?" Ma tu dizanî wan çi bersiv da min?" Gotin "Ji ber ku em Kurd in."

Wek rojnamevanekê min nekarî vê bersivê ji bîr bikim. Ji ber sedema vê bersivê min lêkolîn kir da ku bikaribim ji xwendevanên xwe re sedemê vebêjim. Piştî hemû lêkolînên min û hevdîtinên ku min kirine û xwendina çavkaniyên dîrokî û serdanên min ên li gund, ez têgihiştim heman encamê ku bavê te Osman Kaplan û 33 kesên din ji ber ku Kurd bûn, hatin kuştin. Divê tu bizanî ku tu hîn di nîvê rêwitiya xwe de yî ku li Tirkiyê kurdbûn tê çi wateyê. Tiştên ku divê tu fêm bikî ji bo te zehmet in. Tu ne bi tenê yî Mehmûd, malbata te, gundê te, gelê te, hemû tevger li kêleka te ye."

Û ez ji bi te re me. Heta ku ez sax bim, ez ê "Roboskî" ji bîr nekim.

Hay ji xwe hebe, em ê careke din hev bibînin.

Frederike

Utrecht, 23yê Kanûna 2021an

Jêder: http://www.nlka.net/news/details/1314



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).