Gelek caran ev pirs ji mirovî tê kirin gelo helbest çi ye?

Li ser dirêjahiya dîrokê heya roja me ya îro ev pirs tê kirin û di her carekê de pênaseyek cuda jê re tê dayîn.

Pir zaniyar, zimanzan, wêjevan û dîrokzanan nêrînên têvel li ser helbestê dane û her yekî pênaseyek li gorî xwe dayê lê heya niha helbest bi şêwazekî sergihayî îfade nebûye.

Feylesofê civaknasiyê Ibin Xeldûn wiha helbestê pênase dike: Helbest ew gotinên ku bingeha wan mecaziyet û ritm e, çi gotinên ku van xalan nagire dest nabe helbest.

Her wiha têgeha helbestê li gel Aristo diyar dibe di mijarên tirajîdî, destan û mijûlkirinê de û dibêje helbest û pexşane ji ritim û awazê ji hev tên cudakirin.

Her wekî din Elfeyrûz Ebadî zimanzan, ferhengnas û helbestvanê Farisî wiha helbestê pênase dike:

Helbest li ser gotinên normal re ye, ji ber ku bi ritim û qafiye ye.

Pablo Nêroda dibêje: ji amûrên guhertina dinyayê helbest e. mirov bi helbestê cih û awayê hezkirinê dibîne. Helbest zanîna mirov bi pêş ve dibe. Bi mirovan hestên nû dide qezenckirin.

Bi giştî em dikarin bibêjin ku helbest can û rihê civakê ye derbirîna hest û ramana ye, bi riya helbestê mirov dikare kêfxweşî, xemgînî, sawîr, heyecan û kelecana xwe bi awayekî serbest û bê qeyd vebêje.

Helbest ew amûra ku ziman bi xweşikbûna xwe dixemilîne û bi riya wê digihêje astên herî bilind.

Şûrê pêşketin û mertala berxwedana jiyanê ye. Bi ritim , awaz û rêzbendê wêneyek bedew dide jiyanê.

Ji ber ku lêkolîna me li ser helbestên Cegerxwîn e em ê balê bikşînin li ser şêwaz û naveroka helbestên wî.

Bê guman dema ku em li ser helbestvanekî qedirbilin mîna Seydayê Cegerxwîn baxivin em ê nikaribin bi çend xêzikan mafê wî bidinê. Ji ber vê yekê em ê awireke kurt li hin aliyên helbestvaniya seyda bidin.

Seydayê Cegerxwîn bi gelemperî helbestên wî pîvayî û bi kêşe ne. Awayê helbesta kilasîk di piraniya helbestên xwe de girtiye dest tevî ku helbesta azad jî nivîsandiye. Di vî warî de dixwest li ser şopa helbestvanên me yên Kevin bimeşe mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran…hwd.

Kî helbesta wî a bi navê (Dil Ji Min Bir) bixwîne, yekser dizane ku seyda dixwaze bi vê helbesta xwe Melayê Cizîrî bibîr bîne dema ku dibêje:

Kaniya ava heyatê şekir û qend û nebatê

Wey li ser çavên me hate dil ji min bir, ahî dil

Rû ji rojê, rengê dojê dil ji min bir, ahî dil

Pir şêrînê, nazenînê kuştime wê ez bi dînê

Dêm ji şana hinguvînê dil ji min bir ahî dil

Ji xwe hêjayî gotinê ye ku Seydayê Cegerxwîn di destpêka xwendina xwe de hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbestan kiriye û hezkirinek bê hempa dide helbestê.

Seyda rewşa kurdan baş nas kiribû ku dijmin û dostê wan çi fen û fût tanîn serê wan. Her dem bi riya helbestên xwe şerê dijmin dikir û roj bi roj bêtir bi ser diket tevî zehmetî û zoriyan. Ev yek jî ji helbesta wî a bi navê ( ji bo her kesek yarek heye) gava dibêje:

Ji bo her kesek yarek heye ê min welat e

Belê çi bikim di destê dijminê xwînxwar û xedar e

Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn

Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e

Hezar wek min divê rê de bi van derd û kulan kuşt

Telsema ser devê xorta di singe min de reşmar e

Seydayê Cegerxwîn di helbestên xwe de, ne tenê hestên welatperwerî û hezkirina xwe ji bo welat diyar kiriye berovajî vê yekê, mijarên evînî, mirovahî, civakî,bindestî, dîrokî, serxwebûn û azadiya jinê dida pêş û di nava berhemên wî de veder in. Bi awayekî taybet li ser pirsgirêka jinê rawestiya ye û pareke mezin dayê.

Seyda mîna piraniya helbestvanên kurd roleke pir mezin daye jinê. Dixwest her tim jin şareza û zana be û daxwaza mafê xwe bi serfirazî bike. Ji ber ku gihiştibû wê baweriyê ku azadî û serxwebûna miletan bi azadiya jinê ve girêdayî ye.

Di helbesteke xwe de a bi navê (keça kurd) wiha dibêje:

Keçê rabe serî hilde div ê çaxê weha nabî

Binêr jin çûne ezmana heta kengî di xewda bî

Dixwazim zû bixwînî xweş ji ser rû rakî çara

Tu gavan pêş de bavêjî wekî Andêra û benda bî

Wekî ku ji helbestê jî diyar e Seyda dixwaze nameyekê bigihîne jina kurd ku tê de dibêje êdî bese zilim û zordarî Rabe li derdora xwe binêre bê jinên cîhanê gihiştine çi redeyê, xwe bi xwendin û zanebûnê bixemilîne û gavên mezin ber bi jor ve bavêje.

Seyda dibîne ku hîn jin di milê hizirî de xwe pêş nexistiye, hêviya pêşketinê jê dike. Her wisa di parçeyek din de ji heman helbestê wiha dibêje:


Çine ev çarik û pêçî di rexta de xwe rapêçî

Bi destê te kelaşînkov bera zana û xwenda bî

Ne xav û bê xuy û rijî bî welatparêz û perwer bî

Di vir de Seyda wiha ji jinê re dibêje ne desthilatdar be, ne bê hêz û xav be tu ji mêran ne kêmtir î, bi cesaret û fîzîka xwe tu dikarî jiyanê bihejînî. Her wiha dibêje welatparêz be rahêje tifingê û milê xwe bide milê mêr, bi hev re şerê dijminê xwe bikin. Mebesta wî di van kîteyan de ew e ku jin xwedî hêzek fîzîkî û cesedî ye, tu cudahî di navbera wê û mêr de tune ye. li gorî tê xuyakirin nirxekî bilind daye hêz û tevgera jinê.

Seydayê Cegerxwîn di gelek helbestên xwe de , xwe dikir evîndar û dildarê keçeke delal, lê ne dihat zanîn ka ew keç kiye? Gelo hezkiriya wî ye yan jî Kurdistan e. ji ber ku Cegerxwîn Kurdistan wekû qîzek nazik, ciwan û qeşeng didît.

Ji aliyekî din ve êşa dûriyê ji yara xwe kişandiye, bi xêzikên helbestên xwe pesnê bejin û bala yara xwe daye.

Di helbesteke xwe de a bi navê (Evîna Dil) wiha dibêje:


Evîna dil, te dil kiriye birîndar

Bihara min, hemi zer bûn gul û dar


Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik

Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar


Diran û çav dil pêk ve şikestin

Û pore min spî bûye bi yek car


Cegerxwîn weke ku hatiye naskirin, bi hiş, bîr û baweriyên xwe ve hozanvanekî markisî bû. Bi nêrîna xwe ya markisî li jinê dinerî bi mebesta wekheviya di navbera her du zayendan de. Ji ber wisa jî gotiye (şêr şêr e, çi jine çi nêr e).

Di helbesteke wî a bi navê (keç) de dibêje heger we kesek ji xwe re kire dost bila jin be. Dilsozî û reseniya çandî li gel jinê dide diyarkirin.

Seyda bi vî rengî jinê di piraniya aliyên jiyanê de şîrove dike, rol û girîngiya cihê wê yê di nava civakê de dide xuyakirin.

Tê zanîn ku Seyda ji helbestvanên yekem bû di sedsala bîstan de, hêjatî û delaliya jinê dizanî. Bi fikir û ramanên xwe şoreşek bi xwe bû. Vê yekê gelek guhertin bi xwe re anî ku heya roja me ya îro bandora berhemên wî li xelkê dibe.

.

Feylesofê civaknasiyê Ibin Xeldûn wiha helbestê pênase dike: Helbest ew gotinên ku bingeha wan mecaziyet û ritm e, çi gotinên ku van xalan nagire dest nabe helbest.

Her wiha têgeha helbestê li gel Aristo diyar dibe di mijarên tirajîdî, destan û mijûlkirinê de û dibêje helbest û pexşane ji ritim û awazê ji hev tên cudakirin.

Her wekî din ElfeyrûzEbadî zimanzan, ferhengnas û helbestvanê farisî wiha helbestê pênase dike:

Helbest li ser gotinên normal re ye, ji ber ku bi ritim û qafiye ye.

Pablo Neroda dibêje: ji amûrên guhertina dinyayê helbest e. mirov bi helbestê cih û awayê hezkirinê dibîne. Helbest zanîna mirov bi pêş ve dibe. Bi mirovan hestên nû dide qezenckirin.

Bi giştî em dikarin bibêjin ku helbest can û rihê civakê ye derbirîna hest û ramana ye, bi riya helbestê mirov dikare kêfxweşî, xemgînî, sawîr, heyecan û kelecana xwe bi awayekî serbest û bê qeyd vebêje.

Helbest ew amûra ku ziman bi xweşikbûna xwe dixemilîne û bi riya wê digihêje astên herî bilind.

Şûrê pêşketin û mertala berxwedana jiyanê ye. Bi ritim , awaz û rêzbendê wêneyek bedew dide jiyanê.

Ji ber ku lêkolîna me li ser helbestên Cegerxwîn e em ê balê bikşînin li ser şêwaz û naveroka helbestên wî.

Bê guman dema ku em li ser helbestvanekî qedirbilin mîna Seydayê Cegerxwîn biaxivin em ê nikaribin bi çend xêzikan mafê wî bidinê. Ji ber vê yekê em ê awireke kurt li hin aliyên helbestvaniya seyda bidin.

Seydayê Cegerxwîn bi gelemperî helbestên wî pîvayî û bi kêşe ne. Awayê helbesta kilasîk di piraniya helbestên xwe de girtiye dest tevî ku helbesta azad jî nivîsandiye. Di vî warî de dixwest li ser şopa helbestvanên me yên Kevin bimeşe mîna Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran…hwd.

Kî helbesta wî a bi navê (Dil Ji Min Bir) bixwîne, yekser dizane ku seyda dixwaze bi vê helbesta xwe Melayê Cizîrî bibîr bîne dema ku dibêje:


Kaniya ava heyatê şekir û qend û nebatê

Wey li ser çavên me hate dil ji min bir, ahî dil

Rû ji rojê, rengê dojê dil ji min bir, ahî dil

Pir şêrînê, nazenînê kuştime wê ez bi dînê

Dêm ji şana hinguvînê dil ji min bir ahî di

Ji xwe hêjayî gotinê ye ku Seydayê Cegerxwîn di destpêka xwendina xwe de hêdî hêdî dest bi nivîsandina helbestan kiriye û hezkirinek bê hempa dide helbestê.

Seyda rewşa kurdan baş nas kiribû ku dijmin û dostê wan çi fen û fût tanîn serê wan. Her dem bi riya helbestên xwe şerê dijmin dikir û roj bi roj bêtir bi ser diket tevî zehmetî û zoriyan. Ev yek jî ji helbesta wî a bi navê ( ji bo her kesek yarek heye) gava dibêje:


Ji bo her kesek yarek heye ê min welat e

Belê çi bikim di destê dijminê xwînxwar û xedar e


Çiqas pesnê giran bêjim nikarim ez bidim zanîn

Çeleng û nazik û şeng û şepal û şox û cebbar e


Hezar we min divê rê de bi van derd û kulan kuşt

Telsema ser devê xorta di singe min de reşmar e


Seydayê Cegerxwîn di helbestên xwe de, ne tenê hestên welatperwerî û hezkirina xwe ji bo welat diyar kiriye berovajî vê yekê, mijarên evînî, mirovahî, civakî,bindestî, dîrokî, serxwebûn û azadiya jinê dida pêş û di nava berhemên wî de veder in. Bi awayekî taybet li ser pirsgirêka jinê rawestiya ye û pareke mezin dayê.

Seyda mîna piraniya helbestvanên kurd roleke pir mezin daye jinê. Dixwest her tim jin şazera û zana be û daxwaza mafê xwe bi serfirazî bike. Ji ber ku gihiştibû wê baweriyê ku azadî û serxwebûna miletan bi azadiya jinê ve girêdayî ye.

Di helbesteke xwe de a bi navê (keça kurd) wiha dibêje:


Keçî rabe serî hilde div ê çaxê weha nabî

Binêr jin çûne ezmana heta kengî di xewda bî

Dixwazim zû bixwînî xweş ji ser rû rakî çara

Tu gavan pêş de bavêjî wekî Andêra û benda bî


Wekî ku ji helbestê jî diyar e Seyda dixwaze nameyekê bigihîne jina kurd ku tê de dibêje êdî bese zilim û zordarî Rabe li derdora xwe binêre bê jinên cîhanê gihiştine çi redeyê, xwe bi xwendin û zanebûnê bixemilîne û gavên mezin ber bi jor ve bavêje.

Seyda dibîne ku hîn jin di milê hizirî de xwe pêş nexistiye, hêviya pêşketinê jê dike. Her wisa di parçeyek din de ji heman helbestê wiha dibêje:


Çine ev çarik û pêçî di rexta de xwe rapêçî

Bi destê te kelaşînkov bera zana û xwenda bî

Ne xav û bê xuy û rijî bî welatparêz û perwer bî

Di vir de Seyda wiha ji jinê re dibêje ne desthilatdar be, ne bê hêz û xav be tu ji mêran ne kêmtir î, bi cesaret û fîzîka xwe tu dikarî jiyanê bihejînî. Her wiha dibêje welatparêz be rahêje tifingê û milê xwe bide milê mêr, bi hev re şerê dijminê xwe bikin. Mebesta wî di van kîteyan de ew e ku jin xwedî hêzek fîzîkî û cesedî ye, tu cudahî di navbera wê û mêr de tune ye. li gorî tê xuyakirin nirxekî bilind daye hêz û tevgera jinê.

Seydayê Cegerxwîn di gelek helbestên xwe de , xwe dikir evîndar û dildarê keçeke delal, lê ne dihat zanîn ka ew keç kiye? Gelo hezkiriya wî ye yan jî Kurdistan e. ji ber ku Cegerxwîn Kurdistan wekû qîzek nazik, ciwan û qeşeng didît.

Ji aliyekî din ve êşa dûriyê ji yara xwe kişandiye, bi xêzikên helbestên xwe pesnê bejin û bala yara xwe daye.

Di helbesteke xwe de a bi navê (Evîna Dil) wiha dibêje:


Evîna dil, te dil kiriye birîndar

Bihara min, hemi zer bûn gul û dar


Me ew rojên ciwanî, dan bi tolik

Ketim heştê, ji nû ve bûm evîndar


Diran û çav dil pêk ve şikestin

Û pore min spî bûye bi yek car

Cegerxwîn weke ku hatiye naskirin, bi hiş, bîr û baweriyên xwe ve hozanvanekî markisî bû. Bi nêrîna xwe ya markisî li jinê dinerî bi mebesta wekheviya di navbera her du zayendan de. Ji ber wisa jî gotiye (şêr şêr e, çi jine çi nêr e).

Di helbesteke wî a bi navê (keç) de dibêje heger we kesek ji xwe re kire dost bila jin be. Dilsozî û reseniya çandî li gel jinê dide diyarkirin.

Seyda bi vî rengî jinê di piraniya aliyên jiyanê de şîrove dike, rol û girîngiya cihê wê yê di nava civakê de dide xuyakirin.

Tê zanîn ku Seyda ji helbestvanên yekem bû di sedsala bîstan de, hêjatî û delaliya jinê dizanî. Bi fikir û ramanên xwe şoreşek bi xwe bû. Vê yekê gelek guhertin bi xwe re anî ku heya roja me ya îro bandora berhemên wî li xelkê dibe.


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).