Yerêvan xeber dide..

Ku tu çêra Êzgeh (Radyo) a Yêrêvanê bikî divê tu Keremê Seyad jî bibîr bînî . 


Kerem û hevjîna xwe ji berî 50 pêncî salî ve di beşê kurdî - Êzgeha Yêrêvan de li paytexa Ermênya kar dikin . 


Keremê Seyad rewşenbîrekî kurd û navdar e, wekû ragihêner di vejîn û belavkirina ziman û çanda kurdî de dixebitî.


Dibêje: "piştî deshilata Ermênya alîkariya abûrî ji beşê kurdî birî, 12 duwazdeh karmendan ji bêkanî dev ji kar berdan" .


Berdewam dike :" ez û xêzana xwe li ser kar xayanbûn ji dahatê xwe yê taybet, û me hişt beşê kurdî bijî û weşana wê bimîne".


Kerem cext dike, ku her roj nêzîkî 24 kîlomitran çûn û hatin di nav bera mal û êzgehê de birêve diçû.


Xwe mîna têkoşerekî û şerkerkî kurd dinasî, û digot: ez hestdikim, ku ez bi erkê xwe derbarî netewa xwe, ziman û çanda xwe radibim.


Hîn jî kurê wî "Seyad" û keça wî di Êzgeha kurdî de li Yêrêvan kardikin, lê Kerem di sala 2014an de li mal rûnişt, piştî rewşa wî ya tendirustî nebaş ket ta jiyana xwe di 27.03.2021an de  ji dest da, piştî 60 salî ji kar di beşê kurdî de, di êzgeha Yêrêvanê de.

 

Kerem bi xwe di sala 1938an de li Ermêniya hatiye dinyayê, û lê çû ber dilovaniya xwedê.


Giyanê wî şad be.. Gora wî aram be..

Dê di dil û hişê kurdan de her sax be..


Qamişlo-06.01.2022



>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).