Iklim Oral

Ew demekê ye ku kampeynyayeke bi hashtagê #KurdîHilbijêre sîyasetmedarên Kurd, mamosteyên Kurdî, kesayetîyên navdar û medya Kurdî bang li malbatan li Tirkîye dikin ku ji bo zarokên xwe li dibistanan dersa Kurdî hilbijêrin. Di sala 2012’an de, li Tirkîyê cara yekem dersa Kurdî wekî derseke hilbijartî hat dayîn.

Xwendevanên ku di polên 5, 6, 7, 8’an de ne dikarin dersa hilbijartî ya Kurdî hilbijêrin. Lê mamosteyên Kurdî dibejin ku dewleta Tirkîyê ji sala 2012’an û vir ve ji 20 hezar mamosteyên Kurdî bi tenê 70 mamoste ji bo wan polan destnîşan kirine û xwendekar jî ji ber nebûna mamosta û pêdivîyan dersên Kurdî hilnebijartine. Hêjayî gotinê ye ku daxwaza bo dersên hilbijartî yên Kurdî her sal kêm bûye.

Ji bilî kêmbûna pêdivîyan, atmosfera siyasî ya li Tirkiyê jî bi têkçûna pêvajoya aşitiyê bi dewleta Tirkiyê û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re, bandor li ser zimanê Kurdî kirîye. Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî ku di sala 2020an de hatiye damezrandin, hewl dide ku bi kempeynyayên wekî Kurdî Hilbijêre, balê bikişînin li ser dersên hilbijartî yên Kurdî da ku dê û bav ji bo sala xwendinê ya pêş ya,2022-2023 Kurdî hilbijêrin.

Ji Însiyatîfa Mamosteyên Kurdî Îklîm Oral bi Dengê Amerîka re derbarê vê kempeynyayê axivî û got ku bi “alîkariya medyaya civakî hejmara xwendekarên ku ji bo dersên Kurdî yên hilbijartî serlêdan dikin zêde bûye, hikûmet jî wexta hilbijartina dersan heta 7ê Sibatê dirêj kiriye.”

Ji bo guhdarkirina vê hevpeyvînê ji kerema xwe linka jêrîn bitikînin.

 Jêder: dengeamerika


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).