Ez bawer im, ku wê her kes pêbawer bibe lipaş giftugoyeka dengnizim, hişmend, zanistane û bêlayane di vî derbarî de, ku tenê Celadet Bedirxan, weku danerê pênûsa Kurdî ya latînî, anku nerîn û bîrubûçûnên wî di derbarê rênivîs, rêziman, dahênan û bijartina têgiha Kurdî de îroro têra gavên nirxdar û berî hemûyî ewên yeksan nake û ew´ê weha astengî be di van armancan de. Ev yek jî jiber gellek xalên hîn vekirî di vî warî de, ewên ku min carna amaje pê dabû û wekîdî biraderên dîtir. -Ev mijar ne nû ye û şaxên wê pirr berfireh in, ku livir nêzîkî wê nayê kirin û ne jî bitaybetî cihê mijara vê gotarê ye. –

Herweha jî hewldanên tek û serbixwe di vî warî de di van kêlîkan de, liser rêyê vê mebestê, tenê têrê nakin, lêbelê jiber ku ev jî ewende pirr bûne, ku ev yekana nivîskarên Kurdî tewşomewşo dikin û derîyên gumanên cûrecûr lipêş wan vedikin; ne tenê di warê nekanîna Kurdan di demezrandena dezgeheka giştîyî an jî hermane, zaravane h.w. berpirsyar jibo zimên, lê her bigiştî, her kêşeya di pêwendîyê de ye ligel navên Kurd û Kurdistanê liser hemû astan.

Pirtûkên pêwendîdar an mercên cûrecûr ku weşanxane, kovar, partî, zimannas/nezimannas û pirranîya platformên Kurdî jibo nivîskaran datînin ne tenê yek ji van astengîyan in, lê di çavên min de amûreka perçewerçekirina ne tenê zimên e, lê ewa danustandinê û têkelîyê bigiştî ye bitaybetî linav Kurdên kurmancînivîs…

Ev helwest ne tenê nehişmend û nezan e, lê ezyatî, serhişk, bedbikaranîna desthilatîyê û nifşekî autokratîya rewşenbîrî ye.

Ev yekana sûdê nagihînin zimên biqasê ku ziyanê digihîninê. Ew rê liber cawazî û rengînîya Kurdî digirin, wan binpê dikin, diçewisînin û rê li windakirina wan vedikin.

Ez naxwazim li vê şûnê bêtir nerîna xwe bihêz û piştrast bikim, biqasê ku min dixwest bêtir neyanbûn, dijbêje û metirsîna xwe beramber van helwestan derbirînim.

Divê em vekirîtir bin beramber hev, yekudu belê bikin, weha hevdu wergirin weku em wesa ne, qayîşê pevre mekişînin bi valatî û bêagahî, zikreşîyê lihev nekin bêtir, lê em dikarin xwe fêrî giftugo û rexnekirinê bikin, baştir li yekudu guhdar bibin û jihev fêr bibin di vî derbarî de.


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).