Ez hîna di wê bawerîyê de me, ku nerîn û dîtina bavê min (1930-2004), şêwe û awayê wî derbarê bikaranîna zimanê me de pirr taybet bûn. Jiber ku wî pirr peyiv û gotin di wêneyên cûda û balkêş de bikar dianî û bi vî hawî weku şêweyekî taybet ji kesayetîya wî re dihat nîşandan.

Herweha jî bidengdan an bilêvkirina gotin û peyivan û herweha avkirina hevokan li rex bavê min ne weku ya me tevdan, li nava malê, bû.

Ez bawer im, ku ev yek jî ji gellek sedem û hokaran pêk dihat. Yek ji van jî ew e, ku ew di biçûkanîya xwe de li gund dijiya û karê şivantî û gavantîyê ligel bavudê û birayên xwe dişopand ligorî ku wî ji me re carnan radighand.

Ev yek di nerîna min de divabû, ku pirr girîng û xwedan bandor bû liser wî, jiber ku weku di zimanzanînê de tê zanîn cihê jiyanê, jîngeh, kar û şêweyê mijûlbûna mirovan rolên wan hene liser durist- û sazkirina kesayetî, zimên, hest û rabûnurûnişta wan.

Îro lipaş gellek salên mayîna min li biyanîyê û durketina min ji welêt û herweha koçkirina wî ya dawî, kêm tiştên wî yên di vî derbarî de, ku min lijor binav kir, tên bîra min.

Yek ji van balkêşîyan ew e, ku wî rengên şîn û kesk wekhev dinirxand û herweha jî dîsan rengê şîn weku şîn. Û gava me dixwest, ku em wî liser vê yekê aga(h)dar bikin, wî digot: herdu yek in û ev yek ne şaş e!

Wî herweha dema dana fermanekê, ne kirina kiryarekê, peyiva “me-" bikartanî; ne weku mîna îro linav pirranîyê bi peyiva “ne-“ belav e; weku mînak: meçe! meke! mexwe! h.w. …

Ez dixwazim livir herweha bêjim, ku cûdahîya bikaranîna vê peyivê ji hêla me (neweya nû) û ji hêla bavê min ve (neweya kevin) di heman demê de bi awayên cûda dihatin bikaranîn. Ev yek herweha dide xûyanîkirin, ku cawazîya bikaranîna peyivnan di heman demê de dihatin bikaranîn. An jî em dikarin bêjin, ku şêweyê kevin û nû pevre dihatin bikaranîn û pêwistî nebû, ku şêweyê nû paş mirina şêweyê kevin were bikaranîn.

Herweha jî bavê min ti carî peyiva “Heftî” bikar nedianî û li dewsa wê “Heyştî” dianî zimên. Jiber wilo min ji xwe carna dipirsî: ma gelo berê "Heftî" ne ji heft rojan pêkdihat, anku belê ji heyştan lirex Kurdan? Eger ev texmîn rast be, wê gavê em dikarin bêjin, ku bavukalên me berê herweha jî li demê bi çavên cûda dinerîn û dinirxandin.

Wî peyiva “Kurdmanc/Kurmanc” li dewsa peyiva “Kurd” a îro pirr linav Kur(d)mancan belav e bikar dianî. Ev goteya - di nerîna min de - nûbanandî bi taybetî bi gellek guhertinên ramyarî û bîubûçûnî li Kurdistan’ê di van sî-çil salên dawî de tên girêdan.

Herweha jî gellek gotinên dîtir ên îro vêca nema an kêm tên bikaranîn weku nimûne: kevin: zimanê zikmakî; nû: zimanê dayîkê, dikarin mirov zû derbasî gellek tengasîyan beramber kesên xwedan nerînên tûnd û kêm ligel zimanzanînê têkeldar bike.

Di rêya destnîşankirina vê ramanê ligel van çend nimûneyan, mirov dikare bibîne, ku "zimanê me" wek her zimanekî dîtir hêdî hêdî lijêr gellek bandoran tê guhertin û pirr peyivan winda dike û yên nû jî jibo xwe diafirîne anku bi taybetî û kêmanî ji zaravên dîtir werdigre liser rêya berhevhatinê ve.

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).