Di romana kurdî (kurmancî) da, van salên dawîn hin nimûneyên romana derûnî tên dîtin. Bi hindikî meriv kare bibêje ku romannûsên me di nava hewldanek wisa da têne dîtin. Wek mînaka di nava romannûsên mêr da ez li Omer Dilsoz û yên jin da jî li Gulgeş Deryaspî rast hatime.

Ez ê di vê nivîsa xwe da li ser romana Gulgeş Deryaspî ya bi navê “EZ NE EZ IM” rawestim. Me çend sal berê li ser romana wê ya bi navê “Xezal” jî nivîsî bû.

Roman bi metoda sînematografî (cinematographi) hatiye nivîsîn. Roman, bi jîyana karakterê romanê Rêwîngî, bi sahneya wê ya dawîn li Navenda Danûsendinê, bi serûbinkirina wî ya kelûpelan dest pê dike. Roman, bi rêya flashbackan ber bi zaroktîya wî ya ku tije êş û elem, trawma ye ve diherike.

Di vê sahneya pêşîn da vegêr (narrator) ku kesê sêyem e, herikîna di mejiyê karakter da wiha dide der: “Gotinên ku di hişê wî de derbas dibûn bi ser lêva wî ya tenik ve derdiket der û ger ku baş bihata guhdarîkirin, dihat bihîstin gotinên wî. (…) ‘Qey kul û derdê nêzikan diqede ku hişê meriv bimîne di serê meriv de. (…) tu jî êdî bi kêr nayê. Çîrokên te jî bi kêr nayên. Senaryoyên te yên klasik jî êdî em kerixandin. (…) êdî dawîya te jî hat, tu jî êdî nikarî biafirînî, mijarên romanan jî neman ku romannûs binivîsin, helbestên ku ji vegotina evînê dest pê kir, bi destanan, rubaiyan, dîwan û nivîsa rasterast hate vegotin jî qedîya’.” Meriv dibine ku li virê nivîskar bi vegêrana herikîna mejî li hember vegêrana kesê sêyem ku hinek akademisyen wek vegêrana xwedayî ku bi her tiştên bûye, dibe û dê bibe dizane derdikeve. Ji ber vê rewşê hinek jê ra dibêjin kuştina nivîskar an kuştina xwedê. Lê di rastiyê da vegêrana romanên derûnî wek monolog bi kêrhatîtir e.

Ev roman bi awayê herikîna mejî, bi monologên Rêwîngî yên li gel nivîskêr hêla romanê ya postmodern derdixe holê.

Zaroktîya Rêwîngî bi zilma apê wî, Xencerî ku bi teşwîqa hevjîna xwe Nesîhetê hêrîşê wî û dîya wî Perîşanê dike; derbas dibe. Meriv fam dike ku nivîskara romanê li ser derûnîya zaroktîyê lêkolînek xurt kiriye û berhema xwe li ser vê zanînê avakiriye. Dema min romanê xwend gelek kesên ku di zaroktîya xwe da trawmayek wek ya Rêwîngî jîyane hatin ber çavên min.

Ez dixwazim li virê bi anektodek mîzahî nivîsa Lokman Polat ya bi sernavê “Romanên Derûnî/Psîkolojîk” (https://portal.netewe.com/romanen-deruni-psikolojik/) ku li ser romana xwe ya bi navê “Robîn” (Weşanên Veng, Diyarbekir) nivîsîye, bi bîr bînim. Anektoda min wiha bû: Xalekî min î pir şerûd hebû. Her roj di nava şerûpevçûnan da bû, ji ber van rewşan gelek caran ew û kurên xwe diketin hebsan. Rojek kurên wî ji hebsê derketibûn em jî çûbûn serdana wan. Kêfa wî li cih bû, ketibû navê û hema digot: di vê deverê da axa û begek ku min pozê wî nefirkandibe heye? Ez di ber xwe da bişirîm. Li min nêrî û got, tu bi çi dikenî law, ma qey ne wisa ye? Min got, na xalo, haşa! wele wisa ye, lê divê meriv pesnê xwe nede, çunku pêşîyan gotîye, “pesindayî li cihê xwe mayî”. Wî jî got, ez çi bikim lawo, ma hûn pesnê min nadin, ez jî ji mecbûrî pesnê xwe didim. Gelo Lokman Polat jî ji mecbûrê li ser vê romana xwe nivîsîye?

Tevna çîrokê wek me li jorê nivîsî, gelek serkeftî ye. Karakterê sereke Rêwîng e. Nivîskara romanê navê karakteran bi zanîn hilbijartîye.

Em di romanê da dibînin ku Rêwîng derdikeve rêwîtîyek pir zehmet û ew rêwîtî xwedî gelek hêmanên folklorîk yên wek derîyên ku derbasbûna wan gelek zehmet e û hwd. Karektera duyem Perîşana dîya Rêwîng e.

Ew jî wek navê xwe perîşan e. Li ber çavên wê li kurê wê zilum tê kirin, lê ew nikare dengê xwe derbixe. Karekterê sêyem apê Rêwîng e. Ew jî bi navê Xencerî tê binavkirin. Her çiqas xencer amûra şerkirinê be jî li virê dibe amûra birîndarîya derûnî. Hevjîna Xencerî jî bi navê Nesîhet hatiye bi navkirin. Li virê mebest ji “nesîhetê”, handana xerabîyê ye ku meriv kare bibêje hunera tezatê yanî berevajîkirinê bi kar anîye. Dema em karakterê Hogirî tînin ber çavan dibînin ku ew wek sîya Rêwîngî ketîye nava romanê.

Li ser vê mijarê jî di romanê da behsa dualîzmê tê kirin. Yanî tu kes bi tenê baş an xerab nîne. Dîsa di vê mijarê da karaktera Kejê temsîla evînê dike. Di romanê da bal tê kişandin ku bê evîn jîyan nabe. Rêwîng jî Kejî di xeyalên xwe da dikuje, mebest jê ew e, dema derûnîya zarokek bê evîn bimîne xera dibe. Di vê mijarê da Çarînek helbestvan Rojan Barnas heye gelek watedar e:

 

“HÊÇANDIN

Li kersaxa evîna te

Dil masîyek perpitandî

Bê derya evînê kê dît

Jîndarîyê kê hêçandî”

 

Wek encam em karin bibêjin ku derûnîya zarokan di şeş salên pêşîn da dikemile. Eger di van şeş salan da zarokek di nava bêevînîyê da bimîne, dê tûşî trawmayek pir xedar bibe. Romana “EZ NE EZ IM”, vê dîyardeyê bi hunera edebî gelek serkeftî li ber çavan radixe.


Jêder: Riataza

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).