Bêje li ser lêkolîner û damezrîner Nûrî ISKENDER gelek pirsgirêkan di ham demê de berçav dike, dema ku em li ser nasnameke Sûrî di axivin ku ji gelek kaniyan vexwarti be navê Nûrî ISKENDER wek yek ji afirênerên Sûryê ku muzîka Siryanî pêşkêş kiriye bi bîr tê, ev muzîk û stranên çanda Siryanî ku ISKENDER pêşkêş kirî tevlî giyanê Sûrî bi giştî kiriye da bibe parçekî binesaz ji kesayetiya Sûrî re.
Ji ber muzîk bi hemî afirandinên devokî anjî nivîskî di hizr û bîra gel û olan de erşîfeke netewiye, girîngiya karê ISKENDER ji vir tê ji ber wî wek ku ji her lêkolînerî tê xwestin muzîka Siryanî ya kevnar dahev û ew di pirtûkan de kom Kirin û belav kir.

Siryanî binesaziya muzîka Rijhilatê ye

Wisa girîngiya daneheva ISKENDER ji dîroka muzîka rojhilatî re, bo tevahiya lêkolînaran tê xuyakirin. Ji ber muzîka Siryanî yek ji stûnên muzîka vê deverê ye, û kesek nikare bêje na. Muzîka Siryanî bê ku haye kesekî ji vê xalê hebe ketiye nava muzîka Erebî de, û gelek deman ew di nava bîr û hizran de maye , di rêya bihîstina stranên gelerî li deverên Siryan lê dijîn, ta ku ketiya nava mejiyê tevahiya deverê û ji nûve wek stran û dîlokan hatine gotin.
Lêkolînera Cezayirê "Ayişa XÎLAF" dibêje: kultûra muzîka Erebî di hindirê xwe de (sîstema ristikek ramanî) di hilîne, û ev ristik di kare li dem û cihî xwe pêşkeve û nû bibe.
ISKENDER jî wisa li kûrahiya dîrokê geriya ta karî bû bighêje qurmên dîroka muzîka Siryanî û bi hêzeke xurt di nav vê çandê de lêkolîn û geryan kirin û gelek ji mozîka Siryanî ya resen ku binesaziya muzîka devera rojhilat bi giştiye kom kir û dahev û ew kire erşîfên parastî de.

Dîtina şaristanî di muzîka ISKENDER de

Tê zanîn ku note kirina muzîkê û nivîsandina wê mîna her karekî çandî ye, ew di keve eynî xaneya nivîsandina ramana felsefeyê de, ev kar ji hev cuda nabin. Bê guman ev kar di keve xizmeta naskirina rewşa miletan de, lewra bi daneheva ISKENDER re herkes dikare zanibe bê rewş û şaristaniya Siryanan giha bû çi astê û bê ka hizr û bîrên wan bi çi ve di hatin girêdan..xwendina muzîkê bi vî rengî wek xwendina her pirtûkeke din e.

Mamosteyê nenaskirî

ISKENDER li nav Siryanan jê re digotin melfûno bi wateya mamoste û birastî ew hêjayî vî navî ye, ji ber wî niştimaniya xwe di rêk fereh de didît, ne wekî ragihandina rêjîmê ku strana niştimanî tenê di reng û rûyê kesekî de di dît, welatek li gor pirwaza serokekî di dîtin û pîvana stranê tenê bi pesnê wî ve girêdidan. Û tersî wan ISKENDER welat di her tiştên xweş û xweşik de di dît; di jiyana mirovan de di evîniyê de, lewra jî rêjîma Sûryê ew piştguhî xwe kiri bû û guhdan lê nekir. 

Muzîkvanê di ser sînor û çandan re bûrî

Di sala 2000an de komeke Holendî ya şanoyê seredana wî kirin û gotûbêj pêre kirin ji bo pirojeya danîna awazan ji şanoya derhînerê Yonanî yê navdar YORÎBÎDIS ya binavê (Evdalên Baxosê) re û pêre li hevkirin. Wer diyar e ku hilbijartina wan jêrê dide xuyan bê çi rêzgirtinê ji wî û karê wî re digrin, helbet wan karî bûn bi hesanî kesekî rojavayî bibînin û pirojê bidinê, lê wan dixwest ku muzîkvan rojhilatî be. Kesekî karibe nasnameyek hevbeş ji gelek gelên cîran re peyda bike, û ev kes helbet ISKENDER e. Ev kar pêk hat û li gelek welatê Ewropayê hat pêşkêşkirin.

Sirûdên Siryanî û awazên strana gelerî û dîlokan 

Muzîka Siryanî yek ji jêderên resen e yên muzîka Sûriyê. Ev muzîk pir kevnar e tê zanîn ku ew ji dema filehiyê jî kevintire, beşek ji vê muzîkê girêdayî strana geleriye ku xelkê ew di dema çinîn û çandinê de, di gelek rewşên cuda de, û di gelek helkeftan de bikar tanîn. Li gor ISKENDER dibêje girêdanek di navbera sirûdên dêran û stranên gelerî de heye, livir tê zanîn bê çawa sirûdên misilmaniyê yên di helkeftên olî de tên gotin rayên wan yên Siryanî hene, û ev gotin kesek nikare tekez bike ji bilî şarezakî mîna Nûrî ISKENDER.

ISKENDER: Muzîk zimanê pirên di navbera gelan û olan de ye

Muzîk ol jêre tuneye lewra li her cihekî oldariyê giyanê mirovan bi ritma Yezdan re dilxweş dibe û di vê dilgeşiyê de mirov napirse bê ka muzîk ji çi jêderê ye yan ola wê çiye!!? Ji vir girîngiya karê Milfûno Nûrî ISKENDER ji me re diyar dibe, ew yekîtiya ramanê mirovan di têkiliyên wan bi Yezdan re tekez dike, ji ber muzîk dikare sikra ji navbera olan rake. Di ragihandinekê de ISKENDER dibêje: di dema Filehiyê de dêran ji derve guh nedidan muzîk û stranan, lê di nava dêrê de wan di rêya muzîk û awazan re kesên olyar bihtir bi doz û daxwaza dêrê ve girê didan herweha li nav misilmaniyê jî haman tişt bû û stran û mozîk hatin qedexekirin, lê tevî wê jî muzîk ji awaz kirina Qurana pîroz dûr nema di rêya awaz kirin (Tecwîda) Ayatên pîroz de.

Jêder: Syria TV

Wergêr Lawîn ŞÊXO
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).