Ew hej bernavan nake lê ji ber daxwaza heskiriyên wî razîbû ku jêre bêjin balyozê strana Cizrawî ev bernavê ku heskiriyên wî lê kirin li ba wî nîşaneke bê buhaneye. Ji pênc salan ve ew li Elmanya dijî ji ber rewşa awarte ya ku welatê wî Sûriyê tê re derbas dibe. Li vir em kesekî ku zengîniya çanda devera Cezîrê dide xuyakirin tînin ziman - Bakur û Rojhilatî Sûriyê - dengê filoklorê Cizrawî Îbrahîm KÊFO. 

Navê wî Îbrahîm Qere Bêt KÊFO ye, di sala 1965an li gundê Dukirê yê girêdayî şaredariya Kesekê ji dayik bû ji destpêka xwe ve KÊFO guhdan li muzîk û strangotinê dikir, ji gotinên wî li vê derbarê: Ji piçûkaniya xwe ve min mêldariya jenîn û strangotinê û guhdarî çîrokên devkî yên kalkê min û hin hevalên wî digorin dikir. 

KÊFO xwendina serete li Gundê Dugir bi dawî kir, û berdewam beşdarî di çalakiyên dibîstana xwe de dikir, dema van kêlîkan bi bîr tîne wisa di bêje: ez pir bexterwer bûm ji ber mamosteyên gund piştgiriya min dikirin wan buhayê muzîk û bandora wê ya erênî li civakê xweş dinasîn, herweha dibêje" min timî piştgirî ji malbata xwe werdigirt, ji wan kalkê min, bavê min û dayka min yên gorbubuhişt, li gel birayên min, hevdem malbata minî duyemîn ku ewjî gundiyên minî hêja bûn. 

Ev piştgirtina hanî bi coş li gor KÊFO tîne ziman sedemên wê pir bûn KÊFO wisa dibêje: muzîk û strangotin ji bo gundiyên minî Êzîdî parê herî girîng ji oldariya wan bû, û ev yek bandora herî mezin bû di rêka minî hunerî de, wisa min buhayê muzîk û strangotinê naskir ez pir pê hestyar bûm, û min wisa xwe pir ji Yezdanê Dilovan nêzîk dît. 

Yekemîn car li ser dika Şano

Li paş xwendina serete KÊFO xwe guhest bajarê Hesekê û li wir hemî çalakiyên wî di rêka tîma Al Sewra ya sporê li Hesekê ya li taxa Nasira bû. Wisa yekemîn car ew li ser dika şano ya sentera çandê li bajarê Hesekê sala 1979an, li paş wê jî beşdarbûnên wî li bajêr her berdewam bûn piştî wê li ser asta Sûriyê beşdarî di çalakiyên festîvala bajarê Laziqiyê de kir û li wir yekemîn xelat li ser jenîna amûra Bizqê bi destxist. 
Piştî xwendina bekelorya sala 1983an KÊFO berê xwe da bajarê Helebê da xwendina muzîkê li wî bajarî bixwîne, di vê derbarê de KÊFO dibêje: min ji ber nêzîkbûna wê ji Hesekê, Heleb hilbijart da ez lê bixwînim herwisa tu înstût û kolîcên muzîkê li bajarê me tunebûn ew tenê li Heleb û Şamê hebûn. Herweha KÊFO di bêje sedama xwendina muzîkê ji bo bi rengekî ekadîmîk hînî muzîkê bibe, û berya ez mamosteyên înstûtê binasim û li pêşiya hemiyan lêkolîner û mamosteyê minî hêja û giranbuha Nûrî ISKENDER hemî tiştên min belawela bûn, lê paşê min hertişt serast kir. 

Xala guherînê

Di dema xwendina wî li bajarê Helebê xala herî girîng di jiyana KÊFO de beşdariya wî bi rengekî fermî û ekadîmîk li ser şanoyên sentera çandê herweha li ser dikeyên şanoyê zankoyên Helebê, herweha beşdariya wî di cûqe û koralên înistûtê û yên girêdayî mamoste Nûrî ISKENDER. 
KÊFO di ahengên derçûna ji înstûtê berdewam li gel hevalên xwe bû, wî ev rojên han wek rojin pîroz didîtin, li ser vê babetê wî wisa digot: ahengên derçûna havalêm min ji înîstûtê ji bo min pir girîng bûn, ji ber li wir cemawerê Helebê yên naskirî bi heskirina muzîkê ez ji nêzîk ve naskirim nemaze yên guhdan li çandê dikirin. 
KÊFO beşdariya xwe li gel mamosteyê xweyî navdar li ser asta cîhanî Mihemed Qedrî DELAL tu carî jibîr nake, Herweha beşdariya wî bi gelek muzîkjenên navdar li Helebê wek Mihemed Arif XEYATA û gelek hunermend, muzîjen, akter û helbestvanên cuda. KÊFO dibêje Heleb di rêka minî hunerî de xala herî girîng bû. 

Bav û rêzanê hunera KÊFO

Dema KÊFO li despêka xwe vedigere da bêje kî rêzanê wî yê hunerê ye, ew dibêje: bav û rêzanê hunera min lêkolîner û muzîkjenê hêja mamoste Nûrî ISKENDER bû wî hertiştên ku ez şaş fêrbûbûm durist kirin û ez wek endam tevlî gurûpa xwe ya muzîk û strangotinê kirim, û ta roja îro ez hîn endamim. 
KÊFO dibêje: yekemîn kes alîkariya min kir da ez pêşberî cemawer derkevim ser dikê mamosteyê minî xwendina navendî Cemîl BİRO bû, li wê ahengê min du stran ji foloklorê Îraqî li gel sazê gotin, xelk pir kêfxweş bûn kêfxweşiya wan bandoreke mezin li min kir. 

Beşdariyên wî yên deverê. 

Li gor KÊFO ew nikare beşdariyên xwe yên deverê bijmêre ji ber pirbûna wan lê li ser asta Sûriyê wî berdewam beşdarî di festîvalên strana Sûriyê de kiriye û du xelatên girîng li wir werkirtin e. Ji wan di sala 1998an de xelata zêrîn ya Ornîna ji bo baştirîn strana gelerî (Êvar baş) ku ji awaz û gotinên wî bû bi dest xist, ya duyemîn xelata Ornîna ji bo baştirîn zargotina foliklorî. Herweha wî beşdarî di gelek festîvalên "asoyên rojhilatî " de wek stranbêj mamoste û amûrjen li gel gelek lêkolîner û muzîkvan li ser asta Sûriyê û welatê Erebî û cîhanê.
Yek ji beşdariyên KÊFO ankû ya herî girîng li Sûriyê wek ew bi bîr tîne û dibêje: min ahengek girîng ya "Şam paytexta çanda erebiye" pêşkêşkir ew li ser şanoya zankoya hunerên ciwan bû, min li vê ahangê hemî ziman û zaravê devera Cezîrê bi kar anîn; Erebî ,kurdî, Siryanî û Aşûrî. Gelek amûrjenên Sûrî û derçûyê înstûtê ya bala wek amûrjenê qanûnê yê Cezrawî Fîras ŞARİSTAN  û amûrjenê bizqê Elî ŞAKİR û amûrjenê piyano Narîk EBECİYAN li gel amedebûna camawerekî mezin ji Sûriyê û welatin din. 

 Beşdariyên cîhanî 

Beşdariyên wî yên cîhanî ne kêmî asta beşdariyên li Sûryê bûn lê li gorî KÊFO tîne ziman û dibêje: beşdariya minî herî girîng li gel koma lêkolîner û dameznêrê muzîkê Nûrî ISKENDER bû, bi karekî şanogerî-stranbêjî li gel Şanoya Holendî "ZT-HOLANDIYA" sala 2002an û ez wek akter û stranbêjê sereke hilbijartim. Ev kar li şanoya Holenda li Emistirdam, Broksil li Belcîka, Viyêna li Nêmsa û bajarên Dosborg û Kolin li Elmanya hat pêşkêşkirin. 

Herweha ew li gel mozîkvan ISKENDER li Esîna li ser şanoya Akiropolîs ya dîrokî bû, û şanoya bajarê Salonîkî li Yonanê ev şano bihtir ji 40 carî li ser şanoyên cîhanê hat pêşkêşkirin ew kar bi navê Evdalên Baxos bû ji nivîsandina nivîskarê İgrîkî Yoropîdis û ji derhênana dehênerê Holendî yê navdar Yohan SÎMON û derhênerê muzîkê Pol KOK bû, muzîka şanoyê bi giştî ya mozîkvan Nûrî ISKENDER bû, li gel beşdariya komek akterên Holendî, li wê demê, KÊFO xelatek ji derhênerê Şanoyê Pol KOK wergirt. 

KÊFO behsa ahenga Mala Çandan ya Cîhanî li Parîsê di ke ku wî di sala 2007an de beşdarî têde kiribû bi şêweyê foliklorê Sûrî  û bi taybetî foliklorê Cezîra Sûrî li vê ahengê wî beşdarî bi gelek amûrên muzîkê kir wek saz, biziq, ûd baxleme, cunbiş û li wir wî bawernameya rêzgirtinê ji Mala Çandan ya Cîhnî wergirt. 

Herwisa KÊFO li sala 2008an ahengek li Înistûta Cîhana Erabî li Parîsê pêşkêş kir, û ji sala 2009an ve ta sala îsal wî berdewam beşdarî di festîvala Morgin Land ya Cîhanî li bajarê Osnabrok li Elmanya de kiriye. Hevdem wî beşdarî li gel gelek komên muzîka CAZ li Siwêsra kiriye, herweha wî li gel Cûqa Nûrî ISKENDER  ya stran û muzîka kenîsa Siryanî di sala 2011an de beşdarî kiriye. 

Beşdariyên wî li kendava Erebî

Wî beşdarî di festîvala Kirên di sala 2004an de li Kuwêtê kiri bû, herweha beşdrî di vekirina ( Doha paytexta Çanda Erebiye) di sala 2008an de kiri bû.
Herweha di sala 2010an de beşdarî 2 ahengan li welatê Îmarat bû, yek ji wan li zankoya Al Ên bû, ya din li ser Şanoya Abû Zebî li ser berava paytexta Îmarata Erebî bû. Û li sala 2013an beşdarî festîvala Mala Olê ya navdewletî li Lubnanê bû. 
Li Herêma Kurdistan wî li gel muzîknas û amûrjenê Ûdê Xenî MÎRZO û koma wî ya muzîka Filamîngo lê dixe, di festîvala Şevên Hewlêrê de beşdarî kiri bû. Li heman festîvala ku balkêş xuya bû, gelek hunermend ji welatên Erebî û yên cîhanî lê beşdr bûn.

Gelek amûrjenên navdar li wê festîvalê amade bûn, wek Kînan EZEME amûrjenê kilarînêtê yê Sûrî, û amûrjenê ritmê yê Lubnanî Ronî BRAK, û amûrjenê bizqê Mêvan Yûnis, û amûrjenê baxlemê Ardal ERZENCAN, û amûrjenê kemançê Kîhan KÊLOR.  

Nerîna zanyarekî

Muzîkvan Îbrahîm Şêxo yê li Elmanya dijî li ser KÊFO wiha dibêje: wî dikarî nîgariya stranên gelerî, ji foliklorê Kurdî, Siryanî û Erebî  ji guhdarên Ewropî û Rojhilatî re wergerîne. Stranên wî tev bi staylê foliklorin ta yên ne foliklor jî bi wî rengî amade dike, gotinên hesan û awazên normal, KÊFO bi zanistî li ser dikê stranan pêşkêş dike, ger bitena xwe be yan li gel komekê be yan eger Solo bi jenînê bi kar bîne. 

Stayla wî û çima Biziq?

KÊFO stran û muzîka xwe wek foliklor di nirxîne û bi rengekî kilasîk her rengekî stranan bi amûreke cuda re pêşkêş dike, wek numûne, yên Kurdî bi biziq û tembûrê lê dixe, û yên Erebî bi Ûdê lê dixe, û yên Ermenî bi Cunbişê lê dixe, ev tev jî amûrên bi têlin. 
Di beşdariyên wî li gel komên Cazê yê cîhanî de KÊFO rengê kevnar ji gelên cîhanê re pêşkêş dike, û ev yek li gorî KÊFO dibêje: bi têkiliyên di navbera muzîka rojhilat û rojava de em dikarin rengê muzîka xwe ji gelên cîhanê re bi din xuyakirin. Giringtirîn serpêhatî ya KÊFO bi Pand (NDR) ya Elmanî re bû, li gel muzîkvanê navdar profîsor Volf KİRÎŞÎK, û encama vê serpêhatiyê sîdiya bi navê (Şêrînê) bû.
KÊFO li ser bijartina stranên xwe dibêje: ez pir nêzîkî stranên kevnar û foliklorim ji ber ew herdu ruyê herî rast ji çanda gelan bi rengê durist diyar dikin, tevî ku ev tişt nabe sedem da ez stranên nû jî bikar bînim, da têkilî bi duristî di navbera kevn û nû de peyda bibe. 

Li ser amûra bizqê ya ku herdem li gel xwe digerîne KÊFO dibêje: bi rastî ez li gelek amûran dixim da xizmeta stranên xwe bikim, û min tucarî xwe wek amûrjen diyar ne kiriye, lê nêzîkbûna bizqê ji min ji zarokiya min veye, ji wê demê ve ew bi min re digere min pir ji stranên xwe li ser wê awaz kirin, û min xweştirîn stran pêre gotin.

Berhemên hunerî û girîngtirîn diyarî

Ji berhemên wî yên kesayetî sê elbom li Sûriyê, û sê li Ewropa, Yek ji wan berhema Mala Çandan ya Cîhanî bû bi navê Stran ji Cezîra Sûrî, Îbrahîm KÊFO, û vê sîdiya xwe diyariya Şarlz KİROZ ya cîhanî wergirtin. Sîdiyek wî binavê ( Dengê Sûryê yê Kevnar) diyariya Morgin Land- Elmanya heye, û yek ji berhema Radyo û Telefizyûna NDR li Elmanya bi navê ŞÊRÎNÊ heye.

Girîgtirîn diyariyên Îbrahîm KÊFO bi destxistin e evin: diyariya Şarl KİROZ sala 2010an, ew jî li ser "sîdiya" ku ji berhema Mala Çandan bû, wek tê zanîn ev diyarî li ser asta cîhanê pir bilind e. Herweha wî sertefîka rêzgirtinê ji Mala Çandan ya cîhanî sala 2007an bi dest xist. Herweha diyariyek ji derhînerê şanoya "Koleyên Baxos" li Holaenda sala2002an. Diyariya Oenîna li Sûriyê, ji wan jî yeke zêrîn bû, ku li festîvala Strana Sûrî li Helebê wergirt.

Wergêr: Lawîn ŞÊXO. 
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).