Xatûna Yabanî Mako ku biraziya qiral Narohîto ye, roja sêşemê piştî çend salan destgirtî ma bû, bi hevalê xwe yê zankoyê re ket e hêlîna hevjîniyê de, li gor yasayên malbata qiral keçên wan dema hevjîniyê bi kesên biyanî re dikin divabe ew dev ji navê mabatê berdin.

MAKO û KOMORO yên 30 salî, berya çar salan destgirtî bûna xwe işkere kiri bûn, di destpêkê de çîroka wan bi dilê Yabaniyan bû, lê piştî işkerebûna hetîketiya dayika KOMORO ya daravî ragihandin tev li dijî wan derket.

Niha emê hin rastiyan li ser Mako biweşînin, ya ku êdî tê naskirin binavê Mako KOMORO û ev cara yekemîne ku ew dibe xwedya paşnavekî.

Mako

Mako di 23 Cotmeha sala 1991 de ji dayik bû ew keça herî mezin e ji birayê qiral re, navê wî Mîr Ekîşîno ye û hevjîna wî Xanim Kîko ye, çîroka wanî evîndariyê li zanko destpêkir wekî Mako û KOMORO.

Dema neviya yekem ji qiralê wê demê Akîhîto û hevjîna wî qirala binavê Mîtşîko ragihandin bi xurtî ev bûyer şopand, tevî ku ew li gor yasayê wan nikare cih di qiraliyê de bigre, lê bavê wê jî bi hatina wê pir dilxweş bû roja pêşî wî ji ragihandinê re digot pir nazik e ew li min hatiye.

Piştî ji dayik bûna Mako bi sê salan xwîşka wê Kako hat jiyanê, û pişt re sala 2008 birayê wan Hîsahîto ji dayik bû, ev yekemîn kure ji malbata qiral re tê dinê ji sala 1965 ve.

Tevî ku Mako di destpêkê de kultûra qiraliyê li ser xwe pêk tanî, û berê xwe da dibîstana Xakoşoyîn ta asta bilind bi dawî kir, lê di dema çûna zankoyê de dev ji vê kultûrê qeriya û berê xwe da zankoya Filehiya Tokyo ya navnetewî.

Di sala 2014 de ji zanko derçû û bawernameya "Bekeloryos di huner û xwendina çandê" de bi destxist, piştî ku salekê di zankoya Edenbera de li derve xwend. Paşê macistêr di "xwendinên mûzexane û pêşangehên hunerî" de bi destxist. 

Hevdîtina Mako û KOMORO ya yekemîn sala 2012 li komcivîneke şagirtên ku pilana rêwîtiya ji derve dikirin bû.

Kî KOMORO 

KOMORO li ber destê dayika xwe ya bê mêr xwedî bû, hin raporên ragihandinê anîn ziman ku destgirtiyê diya wî yê berê diravê xwendia wî didan.
Di hin deman de li Tokyo wî hinek pere ji karê torîzmê qizinc kirin.
Kêşeya di navbera dayika KOMORO û destgirtiyê wê yê berê de, piştî ku Mako û KOMORO bûn destgirtiyên hev bi çend mehan dest pê kir ,dergîstiyê dayika wî di got wan deynên xwe yê biqasî 35 hezar dolar lê wî ne vegerandine.

Piştî demekê KOMORO got ev pere wek diyarî gihane me, lê di sala 2021 de wî daxuyaniyek ji 24 pelan pêşkêş kir û got ewê di lihevkirnekê de hin ji wan pereyan bide. 
Di meha îlona 2018 de wî berê xwe da zankoya Fordham li Niyûyork û li wir ma ta Îlona vê salê ji nû vegeriya piştî ku ji zankoya parêzeriyê derçû, herweha wî dest bi karê parêzeriyê li ofîseke Niyûyorkê kir û di meha Kanûnê de ewê li benda encama ezmûna parêzeriya ku wî di tîrmehê de li Niyûyorkê bi karanî bû.

Dema ew vegeriya Yabanê kincin ne fermî li xwe kiri bûn, hevdem pirça wî ya dirêj girêdayî bû û wek teriya hespê bi paş ve berdayî bû, ragihandinê bi tundî şerê wî kir ji ber ev tişt ne layiqî wî dîtin.

Di roja Sêşemê de wî bedlekî fermî û gerefêt danî bû û berê xwe da şahiya zemawenda xwe û li gorî protokola KORONA li Yabanê wî rûyê xwe bigiştî mask kiri bû lê gelekî bi kêf xuya bû.

Jêder: Royterz + Nîpon

Wergêr: Lawîn ŞÊXO
>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).