Bê guman, em ê vê carê û bi xameyeke mendehoş, hinekî şêt û mat,,,lê ne havî berbi herikîna xameyeke herikbar, dilovan û nerm...Em ê berbi mîrnuşîniyeke xuro kurdî, mirovhez, û welatperwer. Berbi şêweyekî, dîrokeke ji nivîsê û ezmûneke balkêş bi herikin.

Em ê di deryaya romanên kûr yên romannivîsekî, dîroknûsekî û wêjevanekî de nuq bibin û em ê dê bi hizrekî nuh , giranbuha ji wê deryayê û careke din werin girava Xanî yê ne mir , ku birastî Romannivîsê me hîna jî xwe kurê wê dibistanê di pejirîne...tekez dê asîman li wir jî fatîheyekê li ser giyanê mîrê welatperwer Xanî bixwîne û dê hibirbaraneke hûrik û bê hempa bibare...!

Erê ...berî niha me anîye ziman ku em ne lêkolîner in ,û niha jî dibêjin em ne jî rexnevan in, mijar ji xwe dûrî wê atmosfêra rexneyî ye.

Lê pênûs me berbi xwe ve dibe ....ta kû em jî hîn vê yekê nizanin.... !

Vê carê em ê berbi azmûna mîrekî ji mîrên nivîsîna vê serdemê de herin, seydayê Jan Dost yan jî Jan Dostê Seyda ku wî bixwe û di gotareke xwe de rastiya hezkirina xwe bo binavkirina Seyda anîbû ziman.

Jan... neviyê Ehmedê Xanî ye.Niha yan jî dawî dê xwênerên xêzên wî xwe radestî vê rastiyê

bikin. em vê yekê jî tekez dikin, her çendîn em berhemên wî dixwînin em bîna xameya Xanî

dikin....mebest ne ku birêz Jan lasayî ( Teqlîda ) Xanî dike..lê ewî û bi hemî derfetên xwe û ta ku jê hatiye , xwestiye wî barê giran yê Xanî li ser milên xwe hilbigr e.

Lê ma belê:

„Ger dê hebuwa me serfirazek Sahib keremek suxen newazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk Nedma wehe bêrewac û meşkûk“

(Xanî )

Romannivîs Jan Dost di sala 1965 an de û li Kobanê ji dayîk bûye.. di maleke kurdperwer , di

hicreyên bavpîrên xwe yên oldar bi meya Cizîrî, Herîrî, Feqhê Teyran û Xanî firşik bûye. Ta niha çendîn berhem belavkirine, û ji wan :

*Kelha Dimdimê: Destan- 19991- çar caran hatiye weşandin ( weşanên Rewşen, weşanên Melsa, weşaneke îlegal, û weşanên Avesta)

*Şiir we şu,eraa: Helbest û Helbestvan. Bijarteyên ji helbesta kurdî ya kevn û nû-bi erebî- 1991-Qamişlo

  • Sazek ji çavên Kurdistanê re- bi kurdî û erebî-1994- Şam
  • Mem û Zîn- şîrove û wergerandina Mem û Zîn bi erebî-1995- Şam.
  • Sirûda Baranê. Helbestên bijartî yên Bedir Şakir el-Seyyab.wergerandin ji erebî 1996- Avesta.
  • Mehabad berbi olimpyada xwedê de-Helbesta Selîm Berekat-wergerandin ji erebî-1996- Avesta.
  • Bedayiul Luxe-ferhenga kurdî ,erebî-wergerandin ji farisî-1998-Şam.
  • Mem û Zîn- wergerandin bi erebî- 1998- Beyrût.
  • Elhedîqe Elnasiyriyye-kitêba tarîxa Erdelaniyan- wergerandin ji farisî-2002-Hewlêr.
  • Mijabad-roman- Belkî, Diyarbekir 2003.
  • El durr el semîn fî şerhî Mem we Zîn-şîrove û wergerandin bi erebî-spîrêz, Duhok.2006.
  • 3gav û 3 darek-roman- Avesta, 2007. çapa duyem 2012.
  • Mem û Zîn- çapa fermî-Dar elzeman- Şam 2008.
  • Mem û Zîn bi kurdiya îro.Avesta 2008.
  • Mîrname- roman. Avesta 2008.
  • Mem û Zîn- tefsîr.Avesta 2010.
  • Fehenga Kurdistanî- Nûbihar 2010.
  • Adat û Rusûmatnamê Ekradiye-Nûbihar 2010.
  • Dîwana Jan-helbest .Sema Kurd .2010. çapa duyem .Avesta 2012.
  • Martînê bextewer-roman.Avesta 2012.

Bê guman û li gor ku me dîrok xwendiye...me ne bihîstiye ku kesekî mîna Jan Dost û bi vî rengê ber fereh hibir anîye ziman û li ser xameyê axiftiye.

Gava mîrê hibra kurdî nuh , sazvanê tîpên latînî û rêzimana kurdî di bîra qederê de werbû û jiyana xwe ya bi êş ji dest daye, ji wê gavê hinekî û di kûrahiya giyanê me de hibir miçiqî, yan jî bo demekê tevizî û di nav baskên bê dengiyê de tireh dida…ta dema ku hibirhezên din dest avêtin pênûsê û peyama Xanî û mîr Ciladet domandin û careke din bîna diwêtkê di poz, hiş û giyanên me de vejandin.

Ji wan xamehez û rewşenhizirê me mamostayê birêz Jan Dost e.

Lê erê ma kengî û li kîjan zemînê , asîman hibr dibar e..tekez dûrî zanistê û pir nêzîk ji Edebiyatê...edebiyat û wêjeya bi rêk û pêk , berhemdar û xwedan bilindgo û aramnc Gelo….ma ev rewşa awarte dikare bibe rastî….?

Belê incax di hiş û xeyala xemxwerekî kurdî nuh mîna birêz Jan û di romaneke bi qasî bejna Mîrname yê.

Jan Dost wekî xwe ,bi rengên xwe û bi alavên xwe dibe birreke rewşenbîrî, dibe sazvanekî ne penî û di kûrahiya dîrokê de werdibe, astengên wan rojên berê, êşa kesayetiyên wan serdeman ji nuh ve li qelem dide, bi viyaneke nuh û pê payan wan bigiyan dike, destpêka jaran li jêderên rastteqîn vedgerîne.

Jan bixwe piraniya caran û di romanên xwe de ,serek lehengekî ne peniye…carna bi gavên serek lehengên romanên xwe ve gavan dide, pêkan davêje û kosteka zimên diqetîne, carna jî bixwe dibe Badînê Amedî û ji mere dibêje :

„Mirin zengileke bê denge e, tenê yê ku mirina wî nêzîk dibe, vê zengîniyê dibihîse“

Carcarna jî dibe mîvanê hicreya bi find û dagirtî giryan ya Ehmedê xanî û wî bê sekin û hedan dişopîne …bi dizîka derbasî nav xêzên wî dibe û nameya wî bi çavên serê xwe dixwîne….û

ne wilo bi tenê jî , êdî ew dibe govanê wê roja ku darbesta Xanî birêve diçe û asîman hibir dibar e…hinekî darbestê li ser milên xwe jî hildigre û sivikî û zuha bûna cendekê Seyda jî hîs dike ..ku ev jî ji nîşanên buhiştîn e..Jan li nik Martînê Bextewer û Alberto radwestê û li wê xergeleyê jî temaşe dike…!

Di Mijabadê de, ku birastî xwendina wê dê li ber çar çirayan watedartir be.Mijabad ku serboriya Komara Mehabadê ye...ka çawa di nav baskên mijê de can ji dest dide…belê ew mija ku giyan û jiyan me dorpêç dike.

„Ba awazeke Birîndar dilorîne Demsalên rêwî Xatir dixwazin

Û pêtên di gewriya min de Peyvan mîna

Pelên payîzê dişewtînin

Edî bêhna şewata asoyan, ji vî dilê min tê „( Mijabad –R210)

Belê û di sê gav û sê darkê de ku Şêx. S. Pîran bi her gavekê ji gavên xwe û ta îro em sêdarkir kirin û piştî ew ê bidar ve kirinê em hîna jî jîndar in, rojane mirineke nuh dimirin................................. erê ma

Şêx berbi dilovaniya Xwedê ve çû û tîna wî bi aveke zemzemî şikest, lê em berbi kû ve..? Dê kîjan kanî tîna hestê me yê birîndar û hişê me yê tijî pirs rewa bike................................. ?

Belê sê gav û her gavek bi qasî sê hezar sal dîrok ,,,rûpelên windayî. Bi qasî sê hezar sal hibir miçiqîn û sê hezar sal giryan û hîna jî oqyanosên têkçûnê me berbi xwe ve her û her dadqurtînin û em edî sê hezar sal û sê hezar gav paşketî û nezan in................................................................................. ku ta niha jî û her çendîn

em xwe bajarvanî hîs dikin lê me jiyana xwe ya berê jibîrnekiriye. Gelo ma çima bav û kalikên me ne wêje hez bûn. ?

De hema bila bikêmanî jiyana xwe ji mer arşîv bikirana .

Ma em jî û birastî niha giran buhayê xwendin û zanînê dizanin.... ?

Di Mîrnameyê de jî... ew barana ku wê rojê pir bi nazikî dibariya :

“ wekî ku Azman fatîheyekê li ser rûhê Seydayî bixwîne.... Mîrname R-12”

wê rojê li jor û ji awirên reş û tarî ku li hev civiyabûn, hibir dibarî ta radeya ku tirseke ne diyar di dilên behîdaran de peydabû bû.

Bê guman, bîna hibrê, rewşeke awarte û seyr bû. Darbesta Xanî sivik û zuha bû. Gelo...ma ev ne nîşana weliyên Xwedan in, Şêxên nûranî ne.............................. ?

Gelo. ma gotina akademîstê A.Orbêlî û gava dibêje:

“ Eger em di helbestê de li ser welatneştumanî bi axivin, pêwîst e em sê helbestvanên rojhilatî gewre bînin ba hev –Ferdewsiyê Iranê- Rostafîliyê Corcî û Ahmedê Xanî yê kurdî”

Gelo ma ev gotin û govanî ji ber xwe ve hatibû li qelem dan.... ?

Jan Dost û di Mîrnameya xwe de balê dikişîne ser eşên Xanî, xweziyên dilên wî, bîr û boçûn û xwestekên wî ji hemwelatiyên kurd, sersariya Mîrên kurdan, ne guhdana wan ji wêj û nivîsê

re. Bê tifaqiya Desthilatdarên kurd , Jan êdî derdên ku Xanî hîna jî bilêv nekiribûn ji xwênerên xwe re û bi awayekî vekirî û zelal li ber çavan radixîne mîna ku bibêje: Fermo...binerin ka çendîn me ew êş bi derman kirine….?

Ji dema ku Xanî dibêje:

„Çibkim ku qewî kesade bazar…nîn in ji qumaş-i re xerîdar“

Ji wê demê û ta ev ê serdemê ,ma bazara pirtûkan û nirxê zanîn û wêjeyê li ba me çendîn hatiye guhertin…?

Dawî jî Jan dost bi plan mirineke plankirî ji Xaniyê me re dirêse ( Hemî agahiyên di derbarê mirina Xanî de,dibêjin ew mirineke xwezayî miriye )

Li vir şêweyê mirina Sukratî tête bîra mirov…ma Xanî jî û ji layê kesên li derdora xwe bi kufir û( Ilhadê ) nahatibû tawan barkirin, bi xirakirina hişên xoratn û civakê jî…..?

Ne wilo jî Xanî bi derxistina xortan ji rê , bikaranîna beytên xezelî û erotîkê bi sed rengê dilbijok û awayên lihevşabûnê jî hatbû guneh barankirin.

Tekez û li gor xwendina me ji Mem û Zînê re em ê û di beşê ku Sitî û Tacdîn di şeva zemawendê de ku bi helalî , piştî hezkirineke kûr û diltezîn gihiştine hev li rasta şêweyê bihevşabûna du cendek, du giyanên tijî evîn û dilbijokî bên..ev nayê inkarkirinê lê û bi dîtina me ev bi mebest û ji layê Seydayê Xanî hatiye nivîsîn, lê ne ji bo ku hişê xortan ji rê bibe, lê helbet ew î xwesti bû wekî zanyarekî bi destên xortan bigre, û wan bîne ser rê….!

Belê û careke din di derbarê jehirkirina Xanî ( li gor Jan Dost ) û jehirkirina Suqratî

Incax xwêner wan bînê ba hev ,da vê têkilyê ( têkilya derûnî di nav bera Xanî yê helbestvan û Suqratê Fîlesof de ) baştir bizane be. Belê ev dibe eger em ne li gor pîvanên komara Paton lê binerin û binirxînin, Pilaton wê rêzê ji helbestvanan re nagire…(Ev mijarekî din e)

Li vir jî me divê em berê we bidin balkêşiyeke din û bi texmîna me û ji bilî kesên ku Mîrname û Martînê bextewer bi hûrbînî û bînferehî xwendibin dê haya kesên din ji vê rewşê nebe.

Tekez û di wê roja ku darbesta Xanî berbi goristanê ve û li ser milan sivik û zuha diçû, di qurçikeke tarî de, du kesên ku xuyabûn ne ji wan memleketan bûn, qiyafetê wan ne mîna kesên li dora gora nû kolayî bûn..( binerin Rûpelê 19 di Mîrnameyê de )

Ew herdu kes biyanî dixuyîn, yek ji wan kose ,çav şîn ,kumekî simûran li xwe kiribû û yê din jî sixmeyekî qedîfe û reş û kumekî lûleyî li ser bû. Ew li wir li benda mêrê rûnuxmatî bûn..yê rûnuxmatî gora Xanî û bi destên xwe kola bû, ji lewra di nav baskên xemgîniyê de werbû bû.

Gava mirov Mîrnamê dixwîne, ev parçe nivîs hema hema bê guhdan li pêş çavan derbas dibe, ji ber ku ew herdu kes li wir ji dîmenê derdikevin û şopa wan di romana Mîraname yê de namîne, ew winda dibin û hew Jan wan bibîr tîne.

Lê ya herî balkêş û bi me seyr ku piştî çar salan ji belavbûna Mîrnameya ku ji nav weşanên Avestayê û li Stembolê sala 2008-an ronahî dîtibû, ya herî surpirîz ew e ku em ê di romana Martînê bextewer de , ku ew jî ji weşanên Avestayê ye û di sala 2012 li Stembolê hatiye çapkirinê.ya herî seyr ku em ê Martînê xwe yê windayî bibînin û dê navê wî , bibe navê romaneke nuh û dê ew bixwe serek lehengê romanê be.

Martînê bextewer, cara yekem ku me ev nav bihîst em behitîn, gelo çawa û piştî sê romanên ku tevnê xwe ji dîrokê ristine û sê kesayetiyên me yên kurd î bejin bilind û xwedan bandor ku careke din hatine vejandin. Erê ka çawa xwedanê van berhemên giranbuha Jan Dost ev ê

carê û bi wêrekî dikare bi navekî weha biyan , ne kurd pêşberî xwênerên romanên xwe bibe….?

Belê ma piştî çavên Şêx S.Pîran, Qadiyê Mihbadê , Seydayê Ehmedê Xanî ma çi karê Martînê Elman li ba Jan Dostî heye….?

Martînê Bextewer , ku bi metinê xwe, bûyerên xwe, kesayetiyên xwe, serek lehengê xwe û bi şêweyê ristin û derbirîna xwe jî hinekî ji xwîşkên xwe yên din cuda dimîne, ji bilî kesayetiya Yavuzê çortanxwir, ew xettatê kurmanc, û Kewsera xweşkok (yarika Martîn ) ,û Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî, kesek yan du kesên din …kurd di romanê de derbas nabin û cî jî pir nagirin.

Gava em êdî û bi ahîneke dirêj û pêsîreke fereh Martîn bixwînin, em ê careke din li rasta ew xelek yan bûyera wan herdu kesên biyan ku di nav rûpelên Mîrnameyê de hatibûn bişaftin werin.

Em ê têbighêjin ku ew kesên di bin dara çinarê de, yê kose û bi kurkê simûran Martînê bextewer bi xwe bû û yên din jî , yê bi kumê lûleyî hevalê wî Alberto de Silva bû.

Lê hîna romana Martîn ne hatibû ristin , Jan helbet bi mebest Martîn anîbû romana Mîrname û jê xwestibû ku bibe govanê darbesta Xanî.

Lê çi li Martînê kose dest dabû û çima li gor daxwaza Jan Dostî hatibû Bayezîdê……?

Martînê bextewer, ji Elmaniya yê berê xwe dide Şerqê, Şerqa rûhaniyetê bi armanca bidest xistina pirtûka El Ifade fî Iksîr El Se,ade.

Martîn û gava digihe Helebê , xwe di nav berhevkirina saman û (emlakan ) de, di nav defên bazirganiyê de, û li ber himbêza Jinan xwe jibîr dike , û dikevê sawîrên tarî de ta radeya ku êdî ew mal û jinê ,xweştirîn tiştên jiyanê dipejirîne .

Dawî bazirganî têk diçe, û jin jî namînin, yan ew êdî wan naxwaze. Dawî ew li rasta pir asteng û arîşeyan tê . radibe bi giyanekî tevizî, zimanekî şikesî û viyaneke peritî xwe û bi alîkariya hevalê xwe Alberto ji wî bajarî, ji wê xanê,ji wê nexweşiyê rizgar dike. Li wir jî dest bi nivîsa nameyan ji Hans (hevalê Martîn yê ku berê wî dide Şerqê) re dike.

Martîn dawî tê Bayezîdê û bi hevalê xwe re Alberto li xana Seferşahê dimîne û ji wir û careke din dest bi gera li pey bexteweriyê û kitêba El Ifade fî Iksîr El Se.ade dike..ev jî bi alîkariya Yavuzê çortanxwer( yan jî mirovê rûnuxmatî di Mîrnameyê de ).

( Ji bo agahiyên zêde di derbarê kesayetiya Yavuz , û bûyerên ku hatine serê wî ,win dikarin di Mîrname de li rasa wan bên-rûpelê 191.)

Êdî ji xwe ji me ve belî dibe ka çawa û da ku biçin serdana kitêbfiroşekî , di bin dara çinarê de , nêzîk ji mizgefta Muradiyê û bi cil û bergên ku sezayî welatên kurmanaca ne, li benda Yavuz dimînin û weha dibin govanê darbesta Xanî û baran tijî bîna hibir.

Dawiya romanê û piştî ku Martîn li wê xana lanet lê barî li rasta pir bûyerên seyr û diyardeyên balkêş dibe , piştî ku hevalê wî yê herî dilsoz Alberto tê kuştin û Yavuz jî û di odeya xwe de xwe bidar ve dike û dawiyê li jiyana xwe tînê …Martîn ji nişkêve xwe li qata jêrîn ya xanê dibîne û li wir li rasta mirovekî dilpak tê, û ew kes wî li pey xwe dibe,,,û dawî jêre dibêje ku ew Dawudê Yezdanyarê Mamzêdî ye , Martîn û piştî ku dilê wî bi vî mirovê geş dibe jêre çîroka xwe dibêje ta radeya ku ta bi derziyê ve dike.

Dawud , pir tiştan ji Martîn re dibêje, tekez me navê em wan gotinên hêja ku di dawiya romanê de cî digrin dubare bikin, weha em xweşiya xwendina wê têk dibin.

Hêdî, hêdî û bi bînferehî û kûrbînî, dê xwêner bi ser xweşiya xwendinê ve bibe, şîreta me ku win ne di sê şevan de xwendina wê bi dawî bêne, lê wekî me eniye zimên hinekî demê ji xwendinê re veqetînin.

Hêja ye gotinê ,ku mirov gava li gotinên Dawudê Yezdanyarê Mamzêdê guhdarî dike , mirov dihgê ev ê baweriyê ku Dawud ne kesekî dine , ew Jan Dost bixwe ye, Jan kesayetiya xwe di karîzmaya Dawud de jîndar dike yan jî xwe li wir dubare dike û bi awayekî vekirî, rastteqîn û balkêş , mîna fêlesofekî , hekîmluqmanekî ji mer re diaxife û incama xwendin, nivîsîn, zanîn, dan û standina xwe bi bûnewer û civakê re , li ser tayijeke heftrengî û bi comerdî li ber me radixîne.

Jan Dost,incma ezmûn, ger, û mebesta nivîsînê li gor derfet û karîna xwe terxanî xwênerên romamên xwe dike.

Û da em dawiyê li dawiyeke ku ji niha û pêve dê di hiş û bîreweriya me de bibe destpêk . Tekez û gava Jan Dost xwe di serek lehengên romanên xwe de ve dibêje….!

Gelo….“ Rêyên ku meriv dighînin bexteweryê hene, yan jî bextewerî bi xwe rê ye….?“ Bi hêviya xwendineke bextewer……!


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).