Werza Germê destpê kiriye, ji bo xwe hênikkirinê û derbaskirina demeke xweş, cihekê guncaw e.

Welatî Yusif Ruyanî dibêje “Em hatine vê derê, ava wê ya xwezayî xweş e, em hatine br xwezahiyê. Geliyê Mermîşo cihê kêf û seyran ye.”

Çemekî rijd û sar, tevî bendaveke biçûk ku bi awayeke srûştî çêbûye. Ji bilî xwezaya bedew, hebûna ajelên kovî yên cor bi cor jî rûyeke din ya wê navçeya geştyarî ne.

Welatî Selîm Mehmûdzade got “Bila tiştê xwarinê li vê derê bihêlin, ji ber ku li vê derê hirç, beraz, gur, pezkovî hene. Tirk ji hirçan aciziyê dikin, lê li vê derê zêde hene.”

Weke her derê, Marmîşo jî ji gilêş û gemara mirovan dûr nîne, li wir jî xelk gazinan dikin ku geştyar weke pêwîst jêngehê naparêzin.

Welatî Ferzende Xusrewpûr dibêje “Daxwaziya min ki xelkê ew e ku gava hatin geştê, bila xwezayê pîs nekin. Paqij xwedî lê derkevin.”

Piştî sal û nîvekê ji sînordariya jiyanê ji ber Coronayê, her dema ku xelkê derfetek dît, Marmîşo ji bo wan weke dermanê çend derdan e.

Welatî Şukrî Xuremî got “Ev du sal in ji ber Coronayê xelk nikaribû bi rihetî derkeve derve. Ji bo bêhnfirebûnê cihekî xweş e.”

Kêşeyek din ya wê navçeyê, nebûna îmkanat û riyên guncaw in, ku eger hendek bikeve ber çavê girîngîdanê, wê zêdetir bala geştyaran bikşîne.

Welatî “cihekî ku xwezaya wê xweş e lê piçek riya wê nexweş e. Bila rê çê bikin ji ber milat bikaribe bê kêf û seyranê”

Geliyê Dêrê, yan jî Marmîşo, ji cihên herî bedew û xwedî seyrangehên srûştî yên navçeya Urmiyê û rojhilatê Kurdistanê ye. Hem geliyê Dêrê, û hem jî Marmîşo, 2 nav in ku vê yekê piştrast dike, ev der cihê nîşecîbûna Mesîhiyan bûye.

 (Rûdaw)

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).