Hin pispor pêşbînî dikin ku ewê bilindbûna buhayên petrolê ewê di 2022'yan de jî berdewam bike ku sala borî ji sedî 50 bilind bûbûn.

Heman pispor dibêjin ku jiber kêmbûna kapasîteya hilberînê û veberhênana sînorkirî ya di pişesazîyê de, buhaya yek varîleke petrola xav dibe ku bigehîje 90 – 100 dolaran.

Her çend cureya vîrusa korona ya Omicron pêketînên COVID-19 ji hejmarên sala borî pir derbaz kiriye jî, pispor didin zanîn ku wê ev pêyvajoya ji alîyê gelek dewletan ve were piştgirî kirin jiber ku ev naxwazin sînordarkirinên tund ser aborîyê jinûve werin ragihandin.

Di sala 2021'an de bi sedema xeterîya nexweşîya COVID-19 ya vîrusa korona li serenserê cîhanê ser aborîyê gelek sînordarkirinên tund hat ragihand ku bû sedema hilweşînên girîng.

Yek varîla cureya Brent ya petrolê roja Çarşemê di bazaran de bi nêzî 85 dolarî hat firotan û derket asta herî bilind ya du mehan.

Jeffrey Halley, pisporê bazarganîyê li navenda OANDA rewşê wiha şîrove dike:

"Heke li Çînê di pandemîyê de hêdîbûnek xurt pêk neyê, bi Omicrona ku bi rastî ber bi Omi-çûne diçe û digel şiyana OPEC+ ya bo bilindkirina hilberînê ya sînordarkirî, ez ti sedemeke nabînim ku çima buhayê petrola xam ya Brent ber bi 100 dolarî ve nere."

Rêxistina Welatên Derfiroşker yên Petrolê (OPEC) û hevalbendên wê, komeke ku bi navê OPEC + tê zanîn, qutkirinên dema daxwaz di 2020'an de têk çûn, hêdî hêdî sist dikin.

Lê, gelek hilberînerên piçûktir nikanin peydakirinê zêde bikin û yên din jî bi sedema pêkana jinûve ragihandina qedexeyên COVID-19 ji pir pompakirina petrolê bi fîkar in.

Bankaya Morgan Stanley pêşbînî dike ku yek varîla petrola Brent wê di çaryeka sêyê ya îsal de bigehîjê 90 dolaran.

Banka dîbeje ku bi pêşbînîya ku ewê heya nîvê duya ya 2022'an stokên petrola xam têk herin û kapasîteya hilberînê ya a zêde kêm bibe û jiber veberhênanên sînordarkirî yên di pisesazîya petrol û gazê de, bazar wê xwedî astake piçûk ya ewlehîyê be.

Analîstên JPMorgan jî îro ragihand ku ew dikarin bibînin ku buhayê petrolê heya 30 dolaran zêde bibe.

Lê, bankê hişyar kir ku ew herwiha pêşbînî dike ku buhayên petrolê îsal bigehîje 125 dolaran û di sala 2023'an de jî bibe 150 dolar.

Buhayê petrolê yên bilind di heman demê de buhayên benzînê û mazotê jî bilind dike.

Jiber vê yekê dibe ku enflasyon di 2022'an de di dema krîza peydakirina cîhanî ya didome de, bilind bimîne û her wiha li gelek welatan başbûna aborî ya ji pandemîyê jî hêdî bike.

Buhayê petrola Brent ji 2014'an vir ve negehiştîye heya 90 û 100 dolaran, neketiye, dema ku ew di dawîya wê salê de ji 115 dolaran daket heta 57 dolaran.

https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).