Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell

Berpirsê Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewrupa (YE) Josep Borrell îro Sêşemê ragihand ku ambargoya YE ya ser piranîya derkirîna petrola Rûsî tê wateyê ku Rûsya wê " bo meşîna şer kêmtir çavkanîyên giştî û darayî xerc bike."

Borrell anî ziman ku her çend YE nikare Rûsya ji firotina bo kiryarên din bide sekinandin jî, welatên Ewrupî "kiryarê wê yê herî girîng" bûn û wê Rûsya neçar bimîne ku buhayên kêmtir qebûl bike.

Rêberên YE di derengîya doh Duşemê de hevbîr bûn ku du ji sê parên derkirîna berhemên petrola Rûsî qedexe bikin; wek beşek ji peymana zêdekirina givaştina ser Rûsya.

Lê, YE di biryara da xwe bandorên aborî yên ser hin welatên Bloke yên ku zêdetir girêdayê berhemên petrola Rûsî ne jî hesibandiye.

Ambargo petrola Rûsî ya ku bi rêya derya tê veguhestin qedexe dike,lê hevdem petrola ku bi rêya borîyan tê şandin, li derveyê ambargoyê dihêle.

Macaristan tehdîd kiribû ku wê dijî qedexeyên ser derkirîna petrolê derkeve, gaveke ku wê hewildana hemî endamên YE xirab bike.

Serokê Konseya Ewrupa Charles Michel dîyar kir ku ew li bendê ye ku balyozên YE sibe Çarşemê bi fermî ambargoyê, ku beşek e ji pakêtek toleyên berfirehtir e, erê bikin.

Rêberên Ukraynî ev demeke dirêj bû banga qedexekirina derkirîna petrola Rûsî dikirin, bi armanca ku Rûsya nikaribe dahata ku ji firotana petrolê bi dext dixe di hewildanên xwe yên şer bi kar bîne.

Serokê Ukrayna Volodymyr Zelenskyy îro dema ku ji YE re axifî, heman banga xwe dubare kir.

Serokê Komîsyona Ewrupa Ursula von der Leyen jî dîyar kir ku peyman wê heya dawîya salê ji sedî 90’ê derkirîna petrola ji Rûsya bo YE’yê bi dawî bike; ligel sozên welatên wek Almanya ku wê derkirîna berhemên petrola Rûsî gav bi gav biqedînin.

Di pakêta toleyên nû ya YE ya dijî Rûsya de, cemidandin û qedexekirina rêwîtiyê ser kesan , û herwiha astengkirina bankên herî mezin yên Rûsî yên mîna Sberbank, ji sîstema veguheztina darayî ya cîhanî ya SWIFT jî hene.

Yekîtîya Ewrupa herwiha rê li sê sazîyên ragihandê yên dewleta Rûsî digire ku naverokê li welatên YE belav bikin.

Rêberên YE hevdem bi armanca piştgirîya aborîya Ukrayna û hewildanên nûavakirinê alîkarîyeke nû ya bi 9.7 mîlyar dolarî ragihandin.

Wezîrê Derve yê Ukrayna Dmytro Kuleba îro bi daxuyanîyeke pêşwazî li biryara YE ya qedekirina piranîya derkirîna petrol ji Rûsya kir.
"Ambargoya petrolê vê hilweşîna aborî û têkçûyîna meşîna şer ya Rûsya zûtir bike," Kuleba got.

Wezareta Derve ya Ukrayna got ku qedexe dibe ku bi dehan mîlyar dolaran zararê bide Rûsya û pesnê YE da jiber ku "ne tenê bo Kremlînê rêka re fînanskirina êrîşkirinê dijwar dike, lê hevdem ewlehîya xwe ya enerjîyê jî diparêze.

Jêder: https://www.dengeamerika.com/

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).