Zeytûnên Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê wekî kevintirîn zeytûn hatine tomarkirin ku ji hêla mirovan ve hatine bikaranîn.

Zeytûnên herî kevin li Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê hatine tomarkirin ku ji hêla mirovan ve hatine bikaranîn. Ev darên zeytûnan wek xwe hatine parastin û niha deh cûnên zeytûnan ji wan tên berhemanîn.

Li Dêrikê nêzîkî 500 hezar darên zeytûnan hene û zeyta van zeytûnan bi awayeke taybet ji bo Japon, Brîtanya û Swîdê tê şandin.

Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê warê kevintirîn darên zeytûnan tê qebûlkirin û zeytûnên berî bi dehan hezar salan hatine parastin, bêyî ku guhertin di wan de bên kirin.

Niha li Dêrîkê li ser 15 hezar dekarê nêzîkî 500 hezar darên zeytûnan hene û ji wan zeytûn tên çinîn û zeyt tê çêkirin.

Cotyar û baxçevan wan darên zeytûnan ên bi sedan salan kevin wek milkê bav û kalan dibînin û xwedî lê derdikevin. Zeytûnên ku tên çinîn parek ji wan bo sifreyê û para zêdetir li kargehan bo çêkirina zeytê tên bikaranîn.

Serokê Yekîtiya Berhemînerên Zeytûnan ya Mêrdînê Erkan Dogan dibêje, “Li gel ku îsal sala nebûnê ye, dîsa jî bereketeke baş heye û pêşbîniya 2 hezar tonên zeytûnan tê kirin”.

Herwesa dibêje, “Li Dêrikê zêdetirî bi dehan cûnên zeytûnan hene û herî zêde xalxalî baş tê dîtin”. Dogan tekezê dike ku, “Zeyta ku ji zeytûnên xalxalî tê çêkirin bûye marke û li deverê rojane 20 hezar tonên zeytûnan dikin zeyt. Ev der wek jêderê zeytûnan tê qebûlkirin, ji ber vê li gelek deveran tê daxwazkirin”.

Awayê berhevkirina zeytûnan û çêkirina zeytê wek waneyan bi xwendekarên Zanîngeha Artûkluyê tê dan.  Zeytûnên Dêrikê siruştî û organîk tên berhemanîn û bi heman awayî dikin zeyt û tiştek li ser nayê zêdekirin. Ji her sê-çar kîloyên zeytûnan yek kîloya zeytê derdikeve.

Berhemîner Mistefa Ersu jî dibêje, “Di zeytûnên xalxalî de rêjeya asîdê yanî tirşîtiyê kêm e, ji ber vê yekê di asta cîhanê de li rêza yekê hatiye hilbijartin”.

Herwesa amajeyê dide ku, “Zeyteke navdar ji wan tê çêkirin. Li derve û hundir daxwazeke zêde li ser vê zeytê heye. Em heta Brîtanya, Swîd û Holandayê bi rêya nasên xwe dişînin. Gelek tê xwestin, em pê re nagihin.”

Zeyta Dêrika Çiyayê Mazî di pêşbirkeke navdewletî ya Brîtanyayê de medala zêrî û di pêşbirkeke Japonê de jî medala zîvî wergitiye.

Jêder: kurdistan 24

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).