Helbestvanê Kurd ê ji Dêrika Rojavayê Kurdistanê, Simko Botanî dîwaneke helbestan ya bi navê “Welatê Rojê” bi zimanê Kurdî û bi tîpên (Latînî û Aramî) çap kir.

Pirtûka Welatê Rojê, berhema çarem a helbestvan Simko Botanî ye. Qab, Emerê Simoko Botanî dîzayn kiriye. Rûpelsazî ji aliyê Enesê Hecî Qasim ve hatiye kirin û li çapxaneya Dêkanê ya Silêmaniyê hatiye çapkirin.

Simko Botanî derbarê vê berhema xwe de ji K24ê re got: “Welatê Rojê berhema min çarem e. Pirtûkên min ên yekem û duyem tenê bi kurdiya latînî bûn, lê berhemên yên sêyem û çarem min bi Kurdiya latînî û aramî çap kiririn.”

Herwiha got: “Sedema min ji çapkirina bi tîpên latînî û aramî ew e, kurdên me yên li Rojava û Bakur dikarin bi kurdiya latînî bixwînin, lê ji bo kurdên me yên li Başûrê Kurdistanê hinekî zehmet e, ji ber wê min xwast berhema xwe ya sêyem û ya çarem jî bi kurdiya aramî çap bikim.”

Simko Botanî sala 1963an li gundê Zixatê yê ser bi Dêrikê ve jidayik bûye û kurê helbestvanê navdar ê Rojavayê Kurdistanê Emerê Lalê ye. Wî bawername ji Peymangeha Teknîkî ya Dêrazorê wergirtiye û ji ciwaniya xwe ve dest bi nivîsandina helbestê kiriye. Simko Botanî çend sal in li Başûrê Kurdistanê dijî.

Berhemên din ên Simko Botanî:

Borîna Jîna Evîndara – Helbest: 2005

Evînek Bêsînorî – Helbest: 2012

Kovanên Dil – Helbest: 2021

Jêder: kurdistan 24

>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).