Nivîskar û wergêr Samî Hezîl, pirtûka J.R.R Tolkien ya bi navê Hobbit wergerand zimanê Kurdî û Weşanxaneya Lîsê jî ew çap kir.

Hezîl, ku jibo bernameyeke taybet li Amedê bû, ji Dengê Amerîka re got ku wî di sala 2014’an de biryar da ku pirtûkên Tolkien wergerîne û Hobbit berhema yekê ye.

Lê, Hezîl jiber telîfê anku mafê kopîrayt bi salan mecbur maye ku wî karî bisekinîne. Telîfa pirtûkê li ba Weşanxaneya Harper Collinsê ye, lê ev kompanî nexwestîye telîfê bide zimanê Kurdî.

“Sedem jî ev bû ku gotin hun telîfê jibo çend kopîyyan dixwazin. Min got emê du hezaran çap bikin. Bi awayekî henekî bersîv dan û gotin jixwe em di binî sed hezar kopîyan de telîfê nadin.’’

Piştî wê bersîva neyênî Hezîl bi Sazîya Tolkien Estate re peywendî danîye û ji wan re behsa rewşa weşangerîya Kurdî û hejmara xwendevan kirîye.

“Min got jibo meseleya Kurdî divê bi çavê bazirganîyê li wê nenêrin. Wê sazîyê got ku ewê bi Weşanxaneya Harper Collîns re tekilî deynin. ‘’

Wî bi alîkarîya Ajansa Akcali mafê çapkirina hezar pirtûk wergirtiye.

Şêweya Tolkien epîk fantazî ye, gelo wergerandina ev cûre jibo Kurdî ne zehmet e?

Hezîl anî ziman xwest ev cûre jî temsîla xwe di wêjeya Kurdî de cîhê xwe bibine jiber ku di wêjeya modern ya Kurdî de bi vê cûreyê mînak kêm in.

''Armanca min a şexsî jî ew bû ku berhemên nivîskarên ku ez hez dikim, bikim malê Kurmancîyê.''

Hezîl, bi Hobbit re baladeke Samuel Taylor Coleridge jî wergerandîye û her du bi hevre çap bûne.

“Min hewil da ez şêwaz, vegotina Tolkien bi awayekî temsîl bikim, ev hem girîng e hem jî dijwar e. Mirov dikare kêm zêde naveroka bûyerê, çîrokê ragihîne, lê tiştê herî dijwar, mirov guncavîya şêwazgerî pêk bîne. Nivîskar xwedî terzekî edebî ye, ev terz taybetîyên wî çi ne, vegotina wî xwedî kîjan xasîyetan e, mirov vê tiştê di wergerê de pêk bîne ev dikare bibe wergera herî serkeftî.”

Di pirtûka Hobbît de tiştên çandî hene, afirîndineke cihê, cîhaneke cuda heye. Lê, Hezîl da zanîn folklora Kurdî ji wî re pir bûye alîkar.

Nivîskarê Kurd bal dikşîne ku wî hevokên dirêj ên Tolkien parastine, xwendevan dema bixwînê wê bizane ku hevok li gor teksta resen hatiye wergerandin.

Jêder: VOA 


>

Gotarin din

0 Komênt

Comênta xwe binvîs e.

Xaçexêzên pêwîst nîşankirî ne(*).